Şervanên YPJ’ê: Em ê şoreşa jinan heya dawî biparêzin

Şervanên YPJ'ê yên li dijî êrişên dewleta Tirk û çeteyên wî li eniya berxwedana bendava Tişrînê li ber xwe didin biryardariya xwe ya li hemberî êrişan anîn ziman û gotin: “Em ê şoreşa jinan heya dawî biparêzin.”

RÊVAN VEJÎN

Tîşrîn – Êrîşen dewleta Tirk û çeteyên wî ev 13 rojin li seranserî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi awayekî hovane dewam dike. Şervanên YPJ’ê, QSD’ê û YPG’ê li hemberî êrişan li eniyên şer berxwedanekê mezin û dîrokî nîşan didin. Şervanên YPJ yên li eniya berxwedana bendava Tişrînê cihê xwe digirin bi tegihiştineke xurt rastiya êrîşkeriya dewleta dagirker ya Tirk û çeteyên wê anîn ser ziman.

‘Teqez em ê vê dagirkeriyê têk bibin’

Şervana YPJ'ê Ekîn Doza diyar kir ku her çend dewleta Tirk û çeteyên wî bi teknîkeke zêde êrîş dikin, lê ew ê bi vîn û berxwedanê êrîşan bişkênin. Ekîn Doza di dewama axaftina xwe de got: “Em rê nadin bikevin axa me. Li beramberî her êrîşa ku were kirin, bersiva me wek şervanên YPJ wê tund be." Ekîn Doza îşaret bi pêşengtiya jina azad di şoreşa Rojava de kir û da zanîn ku ew jî şopdarên van jinên azad in û li ser vê bingehê berxwedaniya li eniyên şer her biçe mezin dibe. Ekîn Doza got: "Teqez em ê vê dagirkeriyê têk bibin."

‘Serkeftin ya me ye, em ê serbikevin’

Şervana YPJ'ê Ekîn Doza got: "Bi fikir û felsefa Rêber Apo em xwe birêxistin dikin. Parastina me, parastina şoreşa Rojava û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Em hemû hevalên di eniya berxwedanê de cihê xwe digirin silav dikin. Serkeftin ya me ye, em ê serbikevin.”

‘Em ê şoreşa jinan heya dawî biparêzin’

Sorxwîn Cigerxwîn yek ji wan şervanên YPJ'ê ye ku di berxwedana bendava Tişrînê de li dijî hercure êrîşên dagirkeriyê, bi wêrekiyeke mezin liberxwe dide. Sorxwîn Cigerxwîn nêrînên xwe yên di eniyên şer de wiha anî ser ziman: “Li beramberî êrîşên ku li ser gelên me pêk tên, em mafê herî rewa, mafê parastinê bikar tînin. Dewleta Tirk û çeteyên wî li axakê ku ne ya wan e, şer didin meşandin. Êrîşê gelan û jinan dikin. Li beramberî vê jî wek şervanên YPJ'ê bi gelên xwe re em ê şoreşa ku jinê ava kiriye, heya dawî biparêzin û li dijî hemû êrîşên ku têne kirin, bersiv bidin. Em nahêlin axa me were dagirkirin."

‘Em ê tola hevalên xwe hilînin’

Şervana YPJ'ê Sorxwîn Cigerxwîn berxwedana dîrokî ya ku bi rojan e li eniya bendava Tişrînê de tê meşandin wek şerekî pîroz nirxand û got, "Em hemû hevalên ku di vê berxwedaniyê de cihê xwe digrin silav dikin. Hevalên di vê berxwedaniyê de şehîd bûne, em bi bîr tînin. Em ê tola wan rakirin, ev jî erka me ya sereke ye.”

Şervana YPJ'ê Sorxwîn Cigerxwîn bi gotina "Jin, Jiyan, Azadî" dawî li axaftina xwe anî û bi dengê xwe yê xweş helbestek ji bo rêhevalên xwe yên di berxwedaniyê de diyarî kir.