Şêniyên Mexmûrê: Gelê Kurd li dijî êrişan serî natewîne

Şêniyên Wargeha Penaberan a Mexmûrê li dijî êrişên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta tirk a dagirker û çeteyên wî yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşekî girseyî lidarxistin û êrişan şermezarkirin.

Mexmûr - Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) li dijî êrişên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta tirk a dagirker û çeteyên wî yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşekî girseyî lidarxistin.

Meş bi kombûna gel û xwendekaran li ber Saziya Malbatên Şehîdan destpê kir. Di meşê de bênavber dirûşmên ‘Bijî Berxwedana Rojava’ û ‘Bijî Serok Apo’ hatin berzkirin. Piştî ku meş gihişt ber avahiya Netewên Yekbûyî ji bo tevahî cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hate girtin. Piştî rêzgirtinê Hevşaredarê wargehê Edban Yilmaz axivî.

‘Wê berxwedana gel êrişan têk bibin’

Edban Yilmaz êrişên qirkirinê yên li ser gelê Kurd şermezar kir û ev tişt got: “Dewleta Tirk a dagirker bi çeteyên Daîşê xwestin Rojavayê Kurdistanê dagirbikin. Lê hemu xeyalên wan bi berxwedana gelê Kurd hatin têk birin. Niha jî bi heman şêweyî dixwazin dagirbikin. Lê çawa ku beriya salan hemu planên wan hatin têk birin wê îro jî bi berxwedana şervanên QSD, YPG û YPJ û gelê Kurd têk biçin.”

‘Wê gelê Kurd li dijî hemu êrişan heta dawiyê di nava berxwedanê de bin’

Edban Yilmaz dinava axaftinên xwede bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha axivî: “Tecrîda ku li Îmralî tê meşandin ji êrişan qut nîne. Êdî herkes dizane ku çareseriya hemu pirsgirêkên Rojhilata Navîn li Îmraliye. Îro li herderê gelê Kurd bi hêza ku ji Rêbertî û gerîlayên azadiyê digrin dinava berxwedanê de ne. Wek gelê Mexmûrê jî dilê me li gel gelê me yê Rojava ye û emê li dijî hemu êrişan heta dawiyê dinava berxwedanê de bin.”

Edban Yilmaz di dawiya axaftina xwe de bang li tevayî gelê Kurd kir ku li hember êrişan rabin ser lingan û berxwedanê mezintir bikin.

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.