Şeniyên Kantona Firatê li dijî tecrîdê meşiyan
Şêniyên Kantona Firatê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbere Gelê Kurd Abdulah Ocalan û li dijî pergala îşkence û qirkirinê ya Îmraliyê meşiyan.
Kobanê - Bi hezaran şêniyên Kantona Firatê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan.
Meş dibin dirûşmeya ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgireka Kurd re çareserî’ ji Qada Jina Azad a bajarê Kobane destpêkir û li Qada Şehîd Egîd rawestiya. Paşê li ser navê şeniyên Kantona Kobanê Rêveberiya PYD Salîh Nûh axivî.
Salîh Nûh got: “Weke ku tê zanîn li ser Rêbere mirovahî û azadiyê Rêber Apo tecrîd û îşkenceyêke derveyî mirovahiyê tê meşandin. Rêber Apo li hember vê pergalê berxwedaniyêke bê hempa dimeşîne. Weke gelê ku bi fikir û felsefeya Rêber Apo xwe perwerde kiriye, em ê her tim lê pê doza Rêberê xwe bin. Em tû carî dev ji vê berxwedaniyê bernadin. Ji ber ku fikrên Rêber Apo bû vîn û berxwedana gelê bindest. Tû kes nikarê vê vîn û berxwedanê têk bibe. Ev 26 sal in li ser Rêber Apo tecrîd didin meşandin lê nekarin berxwedana Rêber Apo bişkinin. Em ê bi fikir felsefeya Rêber Apo û netewa demokratîk aloziya Rojhilata Navîn çareser bikin.”
‘Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em ê li qadan bin’
Endama meclisa malbatên şehîdan Emîna Yasîn destnîşan kir ku ew ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dimeşin û wiha got: “Heta ku dilopeke xwîn di canê me de hebe em ê şopdarê Rêber Apo bin û ji bo azadiya wî em ê her li daqan bin. Bi têkoşîna jin û gelê herêmê em ê dawî li pergala îşkence û qirkirinê ya li Îmralliyê bînin. Wek dayik em ê li ser fikir û felsefeya Rêber Apo xwe bi rêxistin bikin û bi wê yekê em ê serkeftin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi dest bixin.”
Meş bi dirûşmeyan bi dawî bû.