Şaredariya Bologna ‘Welatiyê rûmetê’ da Abdullah Ocalan
Şaredariya Bajarê Bologna ya Îtalyayê belgeya “Welatiyê Rûmetê” ku di 27ê Adarê de dabû Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi merasimekê belgeya Welatiya Rûmetê radestî biraziyê Abdullah Ocalan Omer Ocalan kir.

Navenda Nûçeyan –Şaredariya Bajarê Bologna ya Îtalyayê di 27’ê Adarê de belgeya Welatiyê Rûmetê dabû Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Piştî parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan ku di heman demê de biraziyê Abdullah Ocalan e çû Îtalyayê ji bo belgeyê bidin Omer Ocalan merasimek amade kirin. Şaredariya Romagna bi merasimekê belgeya Welatiyê Rûmetê da Omer Ocalan. Di merasimê ku li Qesra Accursio pêk hat de, Cîgirê Şaredar Emîly Clancy, serokê Meclisa Bolognayê Maria Caterîna Manca, endamên meclisa şaredariyê û nûnerên saziyên civakî beşdarî merasimê bûn. Piştî merasimê Omer Ocalan belgeya Welatiyê Rûmetê girt û bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê.