Îsraîl êrişê Nexweşxaneya Kemal Edwan a li Xezayê dike

Wezareta Tendirustiyê ya li Xezayê, ragihand ku Îsraîl dixwaze Nexweşxaneya Kemal Edwan a li Bakurê Xezayê were valakirin û di heman demê de dest bi êrişên li ser nexweşxaneyê kiriye.

Navenda Nûçeyan- Îsraîl ji 7’ê Cotmeha 2023’yan ve heta niha êrişên li ser Zîvala Xezayê bênavber didomîne. Di êrişan de dibistan û kampên ku mirov lê bi cih bûne tên hedefgirtin û li ser nexweşxaneyan jî êriş çêdibin. Li Zîvala Xezayê ji ber êrişan xizmetên tendirustiyê bi awayê herî kêm tên dayîn.

‘Hem dixwaze were valakirin hem jî êriş dike’

Mudurê Wezareta Tendirustiyê ya Xezayê Munîr Abdullah El-Berş, daxuyaniyek da û ragihand ku Îsraîlê ji rêveberiya Nexweşaneya Kemal Edwan a li Bakurê Xezayê xwestiye nexweşxane demildest were valakirin. Mudur, di daxuyaniya xwe de wiha got: "Nexweşxane, di rewşeke bi felaket de ye. Rastî êrişeke ku heta niha nehatiye dîtin tê. Artêşa Îsraîlê, ji me xwest em demildest nexweşxaneyê vala bikin lê di heman demê de bi bombeyan êriş dike.”

‘Nexweşxane bi guleyên ji tankan û sekvanan di bin êrişan de ye’

Abdullah El-Berş diyar kir ku nexweşxane ji aliyê sekvan û tankan ve rastî êrişa guleyan tê û got ku ji ber êrişan jiyana nexweşan û tîmên tendirustiyê di xeterê de ye, bang kir ku ji bo rawestandina van êrişan demildest mudaxele were kirin.