Navenda Nûçeyan – Artêşa Îsraîlê li rojavayê Xan Yûnisê li başûrê Xezeyê, li herêma ku berê îdia kiribû "ewle" ye, konê Filistîniyên ji cih û warên xwe bûn kir hedef. Di êrişê de 7 kes jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn.
Îsraîlê li bajarê Refahê jî mal û qada ku Filistînî lê kom bûbûn xist. Li gorî agahiyên destpêkê di êrişê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Beyt Lahiya jî li bakurê Şerîda Xezayê bû hedefa bombeyên Îsraîlê. Di êrişa Îsraîlê ya li ser herêma El-Şeyma ya li bakurê Beyt Lahiyê de Filistînîyekî jiyana xwe ji dest da.




