Êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê di roja 376’emîn de ye

Hat ragihandin li Zîvala Xezaya ya ku Îsraîlê 376 roj in êrîşên xwe didomîne hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane derket 42 hezar û 409’an.

Navenda Nûçeyan - Wezareta Tenduristiyê ya li Xezayê der barê êrîşên Îsraîlê yên 376 rojan ên li ser Zîvala Xezayê agahî da.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di 24 saetên dawîn de ji ber êrîşên artêşa Îsraîlê yên li dijî herêmên curbecur ên Zîvala Xezayê de 65 kesan jiyana xwe ji dest dane û 140 kes jî birîndar bûne. Hat destnîşankirin ku di êrîşên Îsraîlê yên ji 7ê Cotmeha 2023’yan vir ve li ser Zîvala Xezayê de hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane derket 42 hezar û 409’an û hejmara birîndaran jî derket 99 hezar û 153an.

Di daxuyaniyê de her wiha hat gotin ku hîna cenaze di bin xirbeyan û li kêleka rê de mane, lê ji ber ku hêzên Îsraîlê rê li ber wan girtine nikarin xwe bigihînin wan.