Êrişên Îsraîlê di roja yekem a 2025’an de didomin

Êrişên Îsraîlê li dijî Xezayê di roja yekem a 2025’an de didomin. Hat ragihandin ku di êrişên dawî de 17 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan- Êrişên Îsraîlê yên ji 7’ê Cotmeha 2023’an ve heta niha li ser Xezayê, di roja yekem a sala 2015’ê de jî domiyan. Ajansa fermî ya nûçeyan a Filistîn WAFA’yê diyar kir ku êrişên Îsraîlê li dijî Cibaliya û kampa koçberan a Bureyc li navenda Zîvala Xezayê dijwar bûne. 

Miduriyeta Parastina Sivîl a li Xezayê ragihand ku di nava du rojan de zêdetirî 540 konên Filistîniyên ji cihê xwe bûne û xwe spartinê ji ber baranê di bin avê de mane. Di daxuyaniya ji aliyê miduriyetê ve hat dayîn de, hat diyarkirin ku tîmên rizgarkirinê, şopandine ku bi sedan kon dibin avê de mane û asta avê li hinek cihan 30 santîmere derbas kiriye.