Çarenûsa Mehsa Sutuda ne diyar e
Mehsa Sutuda ku hemwelatiya Şîrazê ye, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat girtin û birin cîhekî nediyar.
Navenda Nûçeyan – Şerê li Îranê bi hemû dijwariyên xwe hîn jî didome û ev şer bandoreke mezin li ser jiyana gelên ku li welat dijîn dike. Her wiha, welat bûye qadeke ku tê de dîmenên leşkerî serdest in. Tevî rewşa şer a giran ku herêm bi giştî bandorkiriye, gel rastî zext û zora hêzên desthilatdariya Îranê tên; bi taybetî jî jin û ciwan bi van gefên xeter re rû bi rû dimînin.
Li gorî raporên hatine belavkirin, Mehsa Sutuda, 25 salî û hemwelatiya Şîrazê ye di 29’ê Adarê de, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat girtin.
Li gorî çavkaniyên xwecihî yên nêzî malbata Mehsa, hêzên ewlehiyê di saetên êvarê de dest bi lêgerînê kirin. Di dema lêgerînê de, telefonên endamên malbatê jî desteser kirin. Çavkaniyan diyar kir ku Mehsa di dema operasyonê de hat girtin. Tevahî hewildanên malbatê jî lê tu agahî ji Mehsa ne hatiye girtin, çarenûsa wê nayê zanîn.
Hat ragihandin ku Mehsa Sutuda xizma Pejman Zare ye. Ew jî welatiyeke Behayî ye ku di nîvê meha Adarê de li Şîrazê hatibû girtin û heta niha jî agahiyên zelal li ser rewşa wê nehatine destxistin.