Çalakvanên Fîloya Berxwedanê: Berxwedan jiyan e

45 welatên beşdar di Fîloya Berxwedanê ya Cîhanî de diyar kirin ku ew ê rêwîtiya xwe bidomînin û heta ku negihîjin Zîvala Xezayê yê dorpêçkirî paşve gav navêjin. Çalakvanên di filoyê de cih digrin dibêjin “Berxwedan jiyan e.”

ZIHÛR EL-MEŞREQÎ

Tûnis – Fîloya Berxwedanê ya Cîhanî li Bendera Sidi Bousaid a Tunisê, rojek beriya rêketina xwe ya ber bi Xezayê ve, li ber Şanoya Şaredariyê ya li ser Kolana Habib Bourguiba xwepêşandanek li dar xist.

Di xwepêşandanê de beşdaran siloganên piştevaniya bi Xezayê re avêtin û dan diyar kirin ku ew ê heta dorpêça ser Xezayê bi dawî nekin, tu car gavan paşve navêjin. Her wiha fîloyê dê raneweste heta ku rêgirî ser Xezayê bi dawî dibe.

‘Berxwedan jiyan e’

Çalakvana mafên mirovan Emîna El-Wahîşî got ku berxwedan ji baweriya bi mafê Filistîniyan li ser axa xwe tê û got: "Serokên welatên Ereb doza Filistînê bêhêvî kirine û ji bo piştgiriya wê li hev nekirine. Berxwedan jiyan e û gelê Tûnisê berdewam dike ku doza Filistînê biparêze û piştgiriyê bide gelê wê. Li Xezayê qirkirinek pêk tê. Gelên ku baweriya wan bi azadiyê heye, divê li dijî her hedefgirtina derve ya ku dixwaze wê tevlihev bike û pêşveçûna wê asteng bike, piştgiriyê bidin fîloya berxwedanê ya cîhanî. Qirkirina Xezayê dişibihe qirkirina Ermen û netewên li Rojhilata Navîn."

Wezareta Tendrustiyê ya Filistînê li Xezayê hişyarî da ku karesateke mirovî jiyana bi hezaran nexweş û birîndaran tehdît dike. Wezaretê bi riya rûpela xwe ya Facebookê bang li civaka navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mafên mirovan û mirovî kir ku ji bo nexweşxane û karmendên bijîşkî parastineke tavilê peyda bikin û rêyên ewle ji wan re li Xezayê vekin.