Çalakiya Nobetê ya li Mexmûrê bi koma 158’emîn didome
Çalakiya Nobetê ya li wargeha penaberan a Mexmûrê ku ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, di roja xwe ya 810’emîn de didome.

Mexmûr – Çalakiya Nobetê ya li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku di 20’ê Tîrmeha 2023’an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi dewirgirtina koma 158’emîn, di roja xwe ya 810’emîn de didome.
Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo tevahî cangoriyên şoreşa Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 157’emîn Nûran Sezgîn axivî.
‘Îradeya Rêbertî û gêrîlayên azadiyê îradeya tevayî gelê Kurd e’
Nûran Sezgîn destpêka axaftina xwe tevayî cangoriyên meha Cotmehê bîranî û got: “Di 9’ê Cotmeha sala 1998’an de ji bo Rêbertî dîl bigrin komploger ketin tevgerê. Lê jibîrkirin ku îradeya Rêbertî û gêrîlayên azadiyê îradeya tevayî gelê Kurd e. Herwiha Serokatî dinava gelê Kurd û Kurdistanê de îrade û felsefeyek ji pola daye avakirin. Ango sekna Rêbertî ev komplo vale derxist.”
‘Wê manîfesetoya nû ya Rêbertî azadiyê mîsoger bike’
Nûran Sezgîn bal kişand ser çalakiyên ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên meşandin û wiha got: “Heta roja îro ji bo azadiya fîzîkî ya Serokatî çalakiyên binirx û dewlemed tên lêdarxistin. Herî dawî ji TJA li Bakurê Kurdistanê meşa hêviyê lidarxist. Em çalakiya wan slav dikin. Herwiha wek wargeh jî di pêşengtiya jinan de qasî mehek çalakî girtine ser milê xwe. Li kêleka wê jî çalakiyên cûr bi cûr tên meşandin. Em bi vê yekê bawerin ku wê manîfesetoya nû ya Rêbertî azadiyê mîsoger bike.”
Merasîm bi dewirgirtina koma 158’emîn dawî bû.