Çalakiya avhewayê ya li Balafirgeha Frankfurtê seferên balafiran rawestand

Aktîvîstên avhewayê yên li Elmanyayê li Balafirgeha Frankfurtê xwe bi apronê ve zeliqandin. Ji ber çalakiyê sefer nehatin kirin.

Navenda Nûçeyan- Seferên ku dihatin plankirin danê vê sibehê li Balafirgeha Frankfurtê pêk bên, ji ber çalakiya çalakgerên avhewayê hatin betalkirin. Çalakgeran ji bo ku dev ji bikaranîna sotemeniya fosîl berdin, xwe li apronê zeliqandin.

Di daxuyaniya Polîsê Federal a ku ji ewlekariya balafirgehan berpirsyar e hat diyarkirin ku çalakgerên ku xwe weke "Nifşa Dawî" pênase dikin, ketine qada ku piste lê bûn û laşên xwe bi erdê ve zeliqandine.

Çalakgeran çalakiyên xwe li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal ragihandin. Duh jî çalakgeran ji bo demekî Balafirgeha Koln/Bonnê asteng kiribûn û bi birîna têlan ketine apronê. Ji ber çalakiyê hin sefer hatin betalkirin, gelek sefer jî bi derengî ketin.

Aktîvîstên avhewayê duh jî li balafirgehên London, Oslo û Helsînkî xwepêşandan li dar xistin.