IUCN: Milyonek cureyên nebat û ajalan di bin xetereya tunebûnê de ye

Li gorî daxuyaniya Yekîtiya Navneteweyî ya Parastina Xwezayê, xweza sînyalên cidî dide. Li gorî daxuyaniyan, milyonek cureyên nebat û ajalan di bin xeteriya tunebûnê de ne û jiyana 8 hezar û 400 cureyên nebat û ajalan jî di metirsiyê de ye.

Navenda Nûçeyan – Gerekstêrka me ya ku ji cihên xwe yên dîrokî bigire heta xweşikahiyên xwe yên xwezayî, ji xwezaya xwe ya bêhempa bigire heta deryayên xwe hemû bedewiyan dihewîne, bi destê mirovan tê tunekirin. Li gorî lêkolînên dawî, li cîhanê 1 milyon cureyên nebat û ajalan di bin xeteriya tunebûnê de ye. Li gorî daxuyaniya Yekitiya Parastina Xwezayê ya Navneteweyî 8 hezar û 400 cureyên nebat û ajalan weke "xetera jiyanê" tên binavkirin.
Nêzîkî 30 hezar cûr bêparastin in 
Li gorî IUCN’ê li seranserê cîhanê zêdetirî 1 mîlyon cureyên nebat û ajalan di bin xetereya tunebûnê de ne. Her wiha di daxuyaniyê de hat gotin ku 8 hezar û 400 cureyên nebat û ajalan xetereya jiyanê ne û nêzî 30 hezar cur jî bêparastin in. IUCN ji bo balê bikişîne ser mijarê bi van gotinan parve kir: "Li gorî texmînan li cîhanê mîlyonek cur di bin xetereya tunebûnê de ye."
 Werger: JINHA