dosya

  • Komkujiya Roboskê: Tevî serlêdanan jî 10 sal in tu berpirsyar nehatiye darizandin 

    Pêvajoya hiqûqî ya der barê Komkujiya Roboskê ya ku 34 kesan jiyana xwe ji dest dabûn mexdûriyetek duyemîn bi malbatan da jiyîn. Piştî serlêdana ku li dadgeha herêmî hat kirin bi hinceta “mebest nîn e” bi neşopandinê bi encam bû, serlêdana ji bo Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bi hinceta ku riyên qanûnê bi dawî nebûne nehat qebûlkirin. Yek ji parêzerên dozê Kerem Altiparmak diyar kir ku dosya cara dawî ji nû ve ji Dadgeha Destûra Bingehîn re hatiye şandin, bal kişand ku di vê pêvajoyê de tu berpirsyar nehatine darizandin.

  • Komkujiya Roboskê: Bombeyên ku hatin avêtin destpêkê agir bi dilê dayika Mihemed xistin 

    Dayika Mihemed Encu Heybet Encu yek ji 34 kesên di Komkujiya Roboskê de jiyana xwe ji dest da ye; yek ji jinên yekemîn e ku berê xwe da qada komkujî lê hatibû kirin. Heybet Encu bi gotinên; “Em du saetan li ser wê riya bi berf meşiyan û me xwe gihand zarokên xwe. Xwedê şahidê min e, tiştê ku min wê rojê dît, ev deh sal in ji hişê min dernakevin” behsa wê rojê dike û dayikên din jî li benda hatina edaletê ne.

  • Komkujiya Roboskî: Ne deh sal, sed sal jî derbas bibe, agirê di hundirê me de qet nayê vemirandin 

    Dem li ser Komkujiya Roboskî ya ku 34 Kurd di nav de gelek zarok jî hatin qetilkirin re 10 sal derbas bû, malbat bi salan e ji ber pêknehatina 'edaletê' têkoşîna xwe ya hiqûqî didomînin. Malbatên ku gotin, “Ne deh sal, sed sal jî derbas bibe, agirê di hundirê me de qet nayê vemirandin ” ji AKP’ê re banga rû bi rû bûne kirin.

  • Rêbaza parastina çandê dengbêjiya jinan -7 

    Di salên ku huner hê nû ketibû nava civakê de, ji bo jinan ketina qada hunerê gelek zor bû. Ji ber wê yekê dema ku Eyşe Şanê dest bi gotina stranan kir, rastî zextên mezin hat. Hunermend Eyşe Şan ku ji ber deng û hunera xwe bi navê “Keybanûya bê tac” tê naskirin; zext û tenêtiya ku di jiyanê de dît, bi stranên xwe vegot.

  • Rêbaza parastina çandê dengbêjiya jinan -6 

    Dengê folkolra Soranî: Dayikî Cemal Xwediyê dengê folklore soranî dengbêj Şîrîn Îbrahîm Yaqûb ji ber xweşikbûna xwe di nava hunerê de weke Dayikî Cemal hatiye nasîn.

  • Rêbaza parastina çandê dengbêjiya jinan -5 

    Xweseriya dengê Nesrîn Şêrwan Ji koçeriya zozanên Botanê berbi radioya Bexdayê ve dengê Nesrîn Şêrwan bûye çavkaniyek dewlemend a kilasîkên kurdewariyê.

  • Rêbaza parastina çandê dengbêjiya jinan -4 

    Dengê Gulbiharê yê behdînî Dengbêj Gulbihar li gel dengbêjiyê xwe di beşên hunerê yên weke şanogerî û sînemayê de jî pêşxistiye. Li gel hunermendên ereban dikeve nava cîhana şanoyê û paşê jî sînemanyê. Di sê filîman de rolê sereke girtiye û paşê jî di radyoya kurdiya Bexdayê de dengbêjî domandiye.

  • Rêbaza parastina çandê dengbêjiya jinan -3 

    Meyrem Xanê li hemberî bertekên malbata xwe yên li hember dengbêjiya jinan got: “Ez bê dengbêjî nikarim bijîm, ew ketiye xwîna min.”

  • Rêbaza parastina çandê dengbêjiya jinan -2 

    Elmas Xanê weke keçmama xwe Meryem Xanê dengbêjiyê heta radyoya Bexdayê biriye û di bernameyên dengbêjiyê yên radyoyê de gelek stran qeyd kirine.

  • Rêbaza parastina çandê dengbêjiya jinan -1 

    Ji nava pencên qirkirinê dengbêjî Ji radiyo ya Êrîvanê ya li penaberiyê heya radyo ya Bexdayê Fatma Îsa, Zadîna Şakir, Ayşe Şan, Nesrîn Şêrwan, Meryem Xan û Elmas Xan ê bîra wêjeya kurdî xistine bin qeyîdan û jîndar kirine.

  • Di xebatên civakî û leşkerî de jinên malbata Eyubiyan -3 

    “Bajarê Helebê 6 salan ji aliyê Dayfe Xatuna Eyûbî ve hatiye rêvebirin” Berdevka Yekîtiya Rewşembîran a bajarê Helebê Leyla Xalid behsa jêhatîbûnên Dayfe Xatûn a 6 salan bajarê Helebê bi rêve biriye dike û dibêje: "Dayfe bi jîrbûn û zanebûna xwe dihat naskirin. Gelek kar û xebatên siyasî daye meşandin. Roleke pir mezin di avakirina bajarê Helebê de lîstiye. Pir hekîm bû û zilm, zor û tundî qebûl nedikir. Rêzgirtinek mezin ji zaneyan û xizanan re digirt."

  • Di xebatên civakî û leşkerî de jinên malbata Eyubiyan -2 

    Di qada cengê de serkeftinên Deyfe Xatun ê Cesareta Deyfe Xatunê û jêhatîbûna wê ya di şer de seyra êrîşên Xaçan û Moxolan li ser erdnîgariya Mezrabotanê daye guhertin.

  • Di xebatên civakî û leşkerî de jinên malbata Eyubiyan -1 

    Avakirina medreseyan û xebatên perwerdeyê Jinên malbata Eyubiyan di pêvajoya şerê li hemberî xaçperestan de ji eniyên şer heya qadên civakî û perwerdeyê barên girîng dane ser milên xwe û parastina erdnîgariya Mezrabotanê kirine.

  • Ji Xwişkên Mîrabel heya îro – 2 

    Li gorî daneyên ku li Tirkiyeyê tenê di nûçeyên di çapemeniya de cih girtine, ji Mijdara 2020’an heta Cotmeha 2021’e 277 jin ji aliyê mêran ve hatine qetilkirin. Jin bi hincetên cuda li malên xwe, li kolanan û li cihê kar ji jiyana xwe qut bûn. Rêjeya kuştina jinan a li welat edî wekî "qirkirina cinsî" tê binavkirin. Newekhevî bi polîtîka û zagonên cudaxwaz bi destên dewletê tê meşrûkirin. Em bi endama EŞÎK’ê Parêzer Yelda Koçak re li ser rêziknameya nû ya li benda jinan û sala ku me li pey xwe hişt axivîn.

  • Ji Xwişkên Mîrabel heta îro – 1 

    Patria, Minerva û Maria Teresa… Ew xwişkên Mîrabel in ji hêla hemû jinan ve bi navê Perperok tên naskirin… Têkoşîna Xwişkên Mîrabel ên ku di têkoşîna mezin a bindestan a li dijî desthilatdariya faşîst a Trujîllo ya li Komara Domînîk bû sembol, îro hêza berxwedanê dide jinên cîhanê. Neteweyên Yekbûyî îsal jî li dijî tundiyê her derê bi rengê pirteqalî boyax dike û kampanyayan organîze dike. Tundiya li ser jinan li hemû welatên cîhanê weke ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hatiye pênasekirin bûye wekî “siya pandemiyê.” Em ê di dosyaya xwe de balê bikşînin ser têkoşîna Xwişkên Mîrabel a ji sala 1960’an vir ve û asta şîdeta li ser jinan a di roja me de.

  • Di sedsala 21`emîn de çeka sereke: Şerê taybet (3) 

    Şerê taybet jin kiriye meta û herî zêde hedefa wan jinên ciwane Jinên ciwan ên Kobanê der barê şerê taybet ê li ser jinan de wiha dibêjin: "Yek ji armancên şerê taybet ew e ku jinan bixapîne. Di heman demê de hewl dide jinan wekî meta bi kar bîne û piraniya propagandayê li ser jinan dike."

  • Di sedsala 21`emîn de çeka sereke: Şerê taybet (2) 

    "Bi riya şerê taybet civakê ji rastiya wê dûr dixin" Hêzên Desthilatdar û hegemon di serdema 21`emîn de ji şerê çekdarî zêdetir, şerê taybet li hemberî gel û civakan bi kar tînin. Bi rêbaza şerê taybet xwe berdidin rehên civakê û hêdî, hêdî wê neteweyê asîmîle dikin. Gelên ku ne di zanebûna vê êrîşê de bin dibin amûrên pergala serdest.

  • Di sedsala 21`emîn de çeka sereke: Şerê taybet (1) 

    Şerê taybet civakê bê zanist dihêle Şerê taybet bingeha xwe ji şerê çekdarî digre û bi hemû rêbazên xwe hewl dide ku neyîniyan di nava civakê de ava bike. Herî zêde bandorê li jin û ciwanan dike, kesên ku civakê bi rêve dibin tên hedefgirtin. Yek ji taybetmendiyên şerê taybet ew e ku zanistê di nava civakê tevahî de rake û li şûna wê civakeke nezan û bê zanist ava bike.

  • Bi nêzikbûna bi dawîbûna hevpeymana Lozanê, Kurdistan bûye navenda şer û pevçûnan (2) 

    "Ji bo ku Kurd hebûna xwe di nexşeya nû de biparêzin, yekitî pîwîst e" Hevseroka Komeleya Tîrêj a Astengdaran Emîre Elî têkildarî rewş û êrîşên li ser Kurdistanê got: "Du sal man ku nexşeya Rojhilata Navîn were guhertin. Ji bo ku em weke Kurd hebûna xwe di sedsala nû de biparêzin divê em ji xwe bipirsin ka me çi kir, em çi dikin û em ê çi bikin."

  • Bi nêzikbûna bi dawîbûna hevpeyman Lozanê, Kurdistan bûye navenda şer û pevçûnan (1) 

    2023 derfeteke dîrokî ye û çarenûsa Kurdistanê pê ve girêdayî ye Ji bo xilasbûna hevpeymana Lozanê du sal man. Ji lewre tevahî hêzên li Rojhilata Navîn û bi taybetî yên li Kurdistanê hebûna xwe bi hêz dikin. 2023 derfeta dîrokî ya gelê Kurd û tevahî gelên bindest e ku xwe ji sedsaleke bi desthilatdarî, koletî, komkujî û bêmafiyê rizgar bikin.