Sê jinên Têkoşer û parêzvanên bîrdoziya azadiya jinan (2)

Dildara azadiyê û sembola têkoşînê Zehra Berkel Zehra Berkel bîrdoziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo xwe kir bingeha jiyan û têkoşînê. Ew bû rêwiya azadiyê û parêzvana nirx û bîrdoziya jinan. Zehrayê heta kêliya dawî ya jiyana xwe wiha digot: "Wê planên dewleta tirk bi ser nekevin. Em ê bi têkoşîna jinên azad rêxistina xwe xurtir bikin."

Zehra Berkel bîrdoziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo xwe kir bingeha jiyan û têkoşînê. Ew bû rêwiya azadiyê û parêzvana nirx û bîrdoziya jinan. Zehrayê heta kêliya dawî ya jiyana xwe wiha digot: "Wê planên dewleta tirk bi ser nekevin. Em ê bi têkoşîna jinên azad rêxistina xwe xurtir bikin." 
BERÇEM CÛDÎ
Kobanê- Dewleta tirk di 23`ê Hezîrana 2020`an de bi balafirên bêmirov (SIHA) gundê Helincê yê girêdayî bajarê Kobanê- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombebaran kir. Di êrîşa dewleta tirk a bi ser maleke sivîl de, Endama Rêveberiya Kongreya Star Hebûn Mele Xelîl, Endama Koordînasyona Kongreya Star a herêma Firatê Zehra Berkel û xwediya malê jina welatparêz Emîne Weysî jiyana xwe ji dest dan. 
Hedefgirtin û gefên li ser jinên pêşeng û bi bandor ji aliyê dewleta tirk û çeteyên wî ve didomin. Bi her gaveke ku jinên Kurd û yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê davêjin, dewleta tirk har dibe û êrîş dike. Piştî komkujiya ku li Helincê pêk hatiye, dewleta tirk û çeteyên wî dest bi êrîşên li ser rêxistinên jinan kir. Di vê çarçoveyê de şaneyên razayî yên çeteyên dewleta tirk di 22`ê Çileya 2021`ê de Hevseroka Meclisa bajarokê Til El-Şayir ê girêdayî navçeya El-Dişîşe li Kantona Hesekê Seda El-Hermas û Cîgira wê Hind El-Xidêr qetil kir. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ji bo tolhildanê dest bi pêngava leşkerî ya kujerên Seda û Hind kirin, şervanên QSD`ê bi dehan çete û şane girtin û di 13`ê Sibatê de kujer hat girtin. Her wiha jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî diyar kirin ku çeteyan hewl dan du jinên têkoşer bêdeng bikin lê wan bi vê bûyerê re bi hezaran jin bi deng kirin. Her wiha jinên ku di asta rêveberî û hevserokatiyê de ne, rojane rastî gef û êrîşên çeteyên dewlet tirk tên. Li aliyê din jinên ku li herêmên dagirkirî dijîn, rojane bi revandin, tecawiz û qetilkirinê re rû bi rû ne. Her wisa Endama Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) siyasetmedar Denîz Poyraz ji aliyê çekdarekî  dewleta tirk ve di 17`ê Hezîranê de, li bajarê Îzmîrê hat qetilkirin. Rêxistina Kongreya Star 23`ê Hezîranê weke "Roja têkoşîna li dijî cînayetên li ser nasnameyên siyasî yên jinan" ragihandin. Kongreya Star bi ragihandina vê rojê re bersiva tevahî êrîşên li ser jinan û destkeftiyên wan, da. Her wiha teqez kir ku ew hedefgirtina jinan li şûna ku têkoşîna jinan lawaz bike, berovajî bi hêztir dike.
Perbirsyar û palpişta malbatê bû
Zehra Berkel 33 salî bû, ji gundê Berxbotanê yê li Başûrê Kobanê bû. Zehra di nava malbateke welatparêz  de ku ji 5 xwîşk û 4 biryaran pêk tê, ji dayik bûye. Dibistana seretayî û navîn li Kobanê xwendiye û li zanîngeha Helebê jî du salan beşa hiqûqê xwendibû. Bavê Zehrayê Bekir Berkel di encama nexweşiyê de di sala 2013`an de jiyana xwe ji dest dide, ji ber vê tevî ku Zehra zaroka 7`an e ew berpirsyariya malê digre ser milên xwe û ji malbatê re dibe palpişt. Zehra bi taybetmendiyên xwe yên rûken, berpirsyar, mitewazî, civakbûn, komînal û hezkirina ji zayenda xwe re dihat naskirin. Pirsgirêkên tenduristî jên Zehrayê hebûn lê dîsa jî dest ji têkoşîna xwe ya di hundirê malê û civakê de bernedida.
    
Ew xwedî lêgerîna azadiyê bû
Beriya destpêkirina şoreşa 19`ê Tîrmehê, Zehrayê kar û xebatên rêxistinî bi awayekî veşartî dida meşandin. Ew 5 salan mamosteya zimanê zikmakî zeravayê Kurmancî bû ji lewra dayik, ciwan û zarok fêrî ziman dikir. Ji ber vê dema ku şoreş bi rêket, ew bi hêz û vîneke xurt tevli raperînê bû. Di 2012`an de dest bi xebatên Mala Jinan kir û piştre di 2013'an de xebatên Heyva Sor a Kurd kir. Lê ji ber rewşa aborî ya malbatê, Zehra bi malbata xwe re beriya berxwedana Kobanê bi du mehan berê xwe dide Bakurê Kurdistanê û xebatên çandiniyê didin meşandin. Ev yek li pêşiya Zehrayê nabû asteng û ew li Bakurê Kurdistanê jî bi awayekî çalak birêxistinkirina jinan didomîne. Bi serkeftina berxwedana Kobanê re, Zehra di 2015`an de cihê xwe di dîwana Edaletê de digre, di 2017`an de Hevseroketiya Şaredariya Gel a Kobanê dike û di heman demê de xebatên Rêveberiya Xweser a Demokratîk jî dide meşandin. Rêxistina Kongreya Star di 2018`an de 8’emîn konfransa xwe ya herêmê li dar dixe. Di encama hilbijartinan de, Zehra weke Endama koordînasyona Kongreya Star a Herêma Firatê tê hilbijartin. Piştî Zehra derbasî xebatên Kongreya Star dibe, ew perwerdeya bîrdozî li bajarê Rimêlanê yê Herêma Cizîrê dibîne. Bi vî rengî jî Zehra bi eşqa xwe ya lêgerîna azadiyê, hebûna xwe dike xizmeta jinan û civakê.
Heta kêliyên dawî jî têdikoşiya
Zehrayê xwe bi xebatên Kongreya Star sînordar nehişitbû. Li rex xebatên xwe yên bingehîn, rola xwe di Mala Jinan û Rêxistina Sara ya li dijî tundiya li ser jinan, dilîst. Zehra di jiyana xwe de pirtûk û bîrdoziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bingeh digirt. Ji lewre ew jineke xwedî kesayeteke têgihîştî, di zanebûna armanca xwe de bû û bênavber têdikoşiya. Zehra her tim bi çapemeniyê re di nava pêwendiyê de bû û alîkarî dida. Hevîdtina wê ya herî dawî bi ajansa JINNEWS`ê re bû. Zehrayê wiha gotibû: "Di encama êrîş û gefên dewleta tirk ên li ser herêmê de, jin rojane tên hedefgirtin. Lê wê dewleta tirk nikaribe bi hewldanên xwe yên tunekirin û teşhîrkirina rêxistina jinan, proje û planên xwe bibe serî. Em ê bi têkoşîna jinên azad rêxistina jinan xurtir bikin. Ji ber ku em di xwedîderketina li mafên jinan de lawaz man, em weke Rêxistina Kongreya Star rexnedayîna xwe li hemberî tevahî jinan didin." Dema ku mirov van gotinan dibîne, bawer dike ku Zehra Berkel dizanibû ji bo avakirina civakeke azad, polîtîk û demokratîk dibe ku canê xwe jî feda bike. Beriya ku Zehra Berkel di oxira azadiyê de
jiyana xwe ji dest bide, bersiv da êrîşa dewleta tirk û riya ber bi azadiyê ve nîşan da.
Endama Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Almaz Romî ku di 2018/2019’an de li gel têkoşer Zehra Berkel xebatên Kongreya Star didan meşandin, ji ajansa me re behsa bîranîn û têkoşîna wê kir.
 "Zehra dengê jinên civakê bû"
Almazê behsa kesayet, daxwaz û têkoşîna Zehra Berkel kir û wiha got: "Min û têkoşer Zehra demeke dirêj bi hev re rêveberiya Kongreya Star kir. Wê dixwest bi dehan tişt bike, ji ber vê min gelek sûd jê girt. Armanca têkoşer Zehra ya yekemîn ew bû ku xizmeta jinan û civakê bike. Bi taybetî jî dixwest ku xwe bigihîjîne jinên bi destên mêran tên perçiqandin û bindest in ku hîna rêxistina jin nas nekirine, ji ber vê wê her tim digot divê ku em xebatên xwe zêdetir bikin da em bikaribin tevahî jinan azad bikin. Şehîd Zehra ev xwestekên pratîk jî dikir ji lewre di dema civînan de û di serdanên xwe yên li cem malbatan de ev xwestekên xwe diyar dikirin. Dema ku jinan serî li Kongreya Star didan, Zehra li gazinc û êşa wan guhdarî dikir û alîkariya wan dikir. Her wiha xebatên wê bêdem û sînor bûn, heger kar di seatên şevê de jî hebûya ew amade bû."
"Ew hêza me ya têkoşînê ye"
Almaz Romî soza pêkanîna daxwazên têkoşer Zehra nû kir û armanca komkujiyê wiha bi lêv kir: "Em rastî yekemîn salvegera komkujiya Helincê tên. Ji ber ên ku di wê êrîşê de jiyana xwe ji dest dan Endamên Rêxistina Kongreya Star bûn, em bi nav dikin ku ew bûyer hedefgirtina xeta azadiya jinan e. Me dît beriya Zehra û rêvehalên wê, gelek jinên siyasetmedar, şerker û rêveber heman bûyer jiyan. Zehra jineke sivîl bû û ji bo doza jinan dixebitî. Zehrayê ji bo me mîrateyeke mezin hişt û di roja îro de em ê li ser şopa wê têkoşîna xwe bidomînin, daxwazên wê pêk bînin û li hemberî dijmin bibin hêza serkeftinê. Bi vê wesîleyê em soza bilindkirina asta xebat û têkoşîna xwe nû dikin." 
Sibê: Jiyana xwediya mala ku têde komkujî ser jinan hatî kirin jina welatparêz Emîne Weysî.