dosya

  • Kokên Astarteyê li Mezopotamyayê ye (1) 

    ‘Xwedawenda gelan’ Astarte Qada ku çanda neolotîk lê serwer bûye, roja me ya îro li ser axa Kurdistan, Sûriye, Misir, Lubnan û Filistînê pergalên baweriyan her tim li ser hev bandor kirine. Ev bandora wan her dem berdewam kiriye û navên xwedawendên wan jî li gorî zimanên cuda şêwe girtine û hatine binavkirin.

  • Sê jinên Têkoşer û parêzvanên bîrdoziya azadiya jinan (3) 

    Endama Koordînasyona Kongreya Star Mizgîn Xelîl doza dayik, hevriyên xwe Zehra Berkel û Hebûn Mele Xelîl dişopîne. Mizgînê teqez kir ku hedefgirtina pêşenga jiyana wê û hevalên wê yên rêveberiyê vîna wê lawaz nekiriye, bawerî, hêz, têkoşîn, israr, berxwedanî û keda wê xurt kiriye.

  • Sê jinên Têkoşer û parêzvanên bîrdoziya azadiya jinan (2) 

    Dildara azadiyê û sembola têkoşînê Zehra Berkel Zehra Berkel bîrdoziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo xwe kir bingeha jiyan û têkoşînê. Ew bû rêwiya azadiyê û parêzvana nirx û bîrdoziya jinan. Zehrayê heta kêliya dawî ya jiyana xwe wiha digot: "Wê planên dewleta tirk bi ser nekevin. Em ê bi têkoşîna jinên azad rêxistina xwe xurtir bikin."

  • Sê jinên Têkoşer û parêzvanên bîrdoziya azadiya jinan (1) 

    Têkoşer Hebûn Mele Xelîl 21 salan kar û xebateke bîrdozî, rêxistinî û leşkerî da meşandin. Di oxira avakirina civakeke azad, polîtîk û demokratîk de jiyana xwe ji dest da. Xwîşka wê Rîma Mele Xelîl dibêje ku ew bi têkoşer Hebûn serbilind in û bawer in ku dê rêhevalên wê tolê hilînin.

  • Ên destpêkê ji çavan hatin derxistin: Jin bûn -3 

    Pêvajoyên hiqûqî yên kuştinên jinan û dozên xweparastinê Me ji femînîst parêzer Dîren Cevahîr Şen pêvajoyên hiqûqî yên jinên ji hêla mêr ve tên kuştin û yên ku ji bo jiyana xwe biparezin neçar dimînin bikujin pirsî. "Jin ji hêla dewletê ve nayên parastin. Di rewşa tundûtûjiyê de, bêyî ku raporek bistînin ji hêla polîs ve tên şandina malên wan û ew neçar dimînin ku li malên xwe yên ku bûne navendên îşkenceyê bijîn. Dema ku jin jiyana xwe diparêzin, ne xalên TCK’ê 25 ne jî TCK 27/2 ji bo wan nayê pêkanîn.”

  • Ên destpêkê ji çavan hatin derxistin: Jin bûn -2 

    Jinên mafê xweparastinê bi kar anîne "Parastin û Pêdiviya Zagonî" bi zelalî di Xala 25’an a Zagona Ceza ya Tirk de hatiye gotin lê belê ji bo jinên ku li dijî tundiya mêr daxwaza parastina mafên xwe yên jiyanê dikin, mixabin, di pêkanîna wê de piranî pirsgirêk hene. Mafê parastina jinên ku ji bo nemirin neçar dimînin xwe bikujin di vê pergalê de hem hatiye paşguhkirin hem jî îhmalkirin.

  • Ên destpêkê ji çavan hatin derxistin: Jin bûn 

    Li Tirkiyeyê derketina ji Peymana Stenbolê a ji hêla serokomar ve ji aliyê jinan ve rastî helwestên mezin hat. Di nava peymanê de xalên gelek giring ên ji bo parastina jinan û darezandina ên li dijî jinan şîdetê dikin hebûn. Bi van hemû awayên parastin û biryara dûrxistinê jî piştî redkirina peymanê bi awayek berbiçav qetilkirinên jinan zêde bû û hîn jî didome. Tevî ku di nava mafên jinan de parastin heye jî jin tên kuştin. Jinên ku daxwaza parastinê dikin ji nedîti vê tên û bi şîdetê re tenê tên hiştin. Dewleta ku ji hevpeymanê derket, dema cîneyetan didin diyarkirin ji gotina cînayetê dur dikin. Cînayetên jinan, mirina jinan a bi guman, di nava taxê de li ber çavên hemû kesan qetilkirina wan, ji rojeva hikumetê dûr e! Di vê dosyaya me de jinên ku tevî biryara parastinê jî hatine qetilkirin, ji bo nehatine parastin û tedbîr nehatine girtin û jinên ku ji bo nemirin, rastî qetilkirinê hatine hene.

  • Jinên hekîm ên dest bi şifa III 

    Ji jinên di qada tenduristiyê de li hemberî sektorên ticareta dermanan û newekheviya zayendî têkoşîn dane Lavinya Llyod Dock dibêje: “Hemwelatî li gorî desthilatdaran tenê rêgezên nêr yanî mêr in. Têgînên ku baviksalariyê di nava civakê de cih kirine tenê bi perwerdeya demokratîk dikarin bên çareserkirin.”

  • Jinên hekîm ên dest bi şifa II 

    Elizabeth Black Ell û Florence Nightingele Ji serdemên despêkê ji bo derman kirina nexweşiyan dîtinên zanyarî yên dermanan û rêbazên tedawiyan carcara ji destê jinan hatibe girtin jî tu caran dest ji vê rêwîtiya zanistiyê bernedan. Rûxmê zorî, zahmetî û bê derfetiyan jî pir jinên hekîm navê xwe li dîroka tibê bi tîpên zerîn nivîsandin û îro jî hîna wek rêber rê nîşander hene.

  • Jinên hekîm ên dest bi şifa I 

    Di şaristaniyên berê de ji ber taybetmendiyên jinan ên zayînê weke xwedawend an jî keybanû bi nav kirine. Ji ber van sedeman ji çareseriya nexweşiyan heta çareseriya mirinê jî bawer kirine ku wê jin bibînin. Jinên weke Elizabeth Black Ell û Florance Nightingele bi ceribandinên xwe ev yek îspat kirin û dan bawerkirin. Gelek dermanên niha jî di zanista tibê de tên bikaranîn ji aliyê bijîşkên xwezayê yên berê jinên hekîm ve hatine keşifkirin û karanîn.

  • Kampanya her wiha ez jî me too li herêma Kurdistan û Îraqê…2 

    Li seranserî cîhanê ji sedan 35 jin rastî destdirêjiya zayendî tên. Li gora daneyên herî dawî li Îraqê ji sedan 77 jin rastî zextan hatine. Li ser vê yekê jî heta niha kampanya herwiha ez jî Me Too li herêma Kurdistan û Îraqê nehatiye bi karanîn.

  • Kampanya bi navê her wiha Ez jî ‘Me too’ 

    Kampanya her wiha ez jî ‘me Too’ di sala 2006’an li diji destdirêjiya zayendî ya li beramberî jinan li tevayî cîhanê ji aliyê Terana Burk ve hatiye destpê kirin. Lê belê heta niha ev kampanyaye ne gihaya herêma Kurdistan û Îraqê.

  • Siyaset /Mêr,Dadger /Mêr,Fail /Mêr:Dinava 18 salan de 6 hezar û 759 jin hatin qetilkirin-DOSYA 3 

    "Divê hikûmet îstîfa bike ji ber ku ew nikare pêşî li komkujiyên jinan bigire" Kiryar hem ji hêla desthilatdariyê ve hem jî ji ber pratîkên heyî ve tên cesaretkirin. Niha, li salonên dadgehê, kujer parastina xwe bi referansa hêzê dikin. "Polîtîkayên AKP’ê yên li welat çi ne û çawa ne?" Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosun, pêvajo û nemaze komkujiyên li ser jinan zêde dibin nirxand û got ku ji ber hikûmet nikare pêşî li komkujiyên jinan bigire divê îstîfa bike.

  • Siyaset / Mêr,Dadger / Mêr,Fail /Mêr: Di nava 18 salan de 6 hezar û 759 jin hatin qetilkirin - 2 

    "Pergala baviksalar newekheviyê xwedî dike" Li Mêrdîn, Êlih, Sêrt û Rihayê jin balê dikşînin ser pirsgirêkên ku li bajarên wan jin bi wan re rû bi rû dimînin û diyar dikin ku pergala baviksalarî newekheviyê xwedî dike. Jinan bal kişand ser zêdebûna komkujiyên jinan ên li herêmê û mirina bi guman ku di bin navê xwekuştinê de çêdibin, her wiha diyar dikin ku ew ê li dijî polîtîkayên şerê taybet têkoşîna xwe bidomînin.

  • Siyaset / Mêr, Dadger / Mêr, Fail / Mêr: Li Tirkiyeyê dinava 18 salan de 6 hezar û 759 jin hatin qetilkirin -1 

    Di 18 salên ku AKP desthilatdar bû de, herî kêm 6 hezar û 759 jin hatin qetilkirin. Hejmara jinên hatine qetilkirin jî heya roja vê nivîsê hat weşandin zêde bû. Lê belê, li dijî vê wêne û hovîtiya ku li kolanê li ber çavên her kesê pêk hat êdî tu gav nehatin avêtin; nayên avêtin. Parastina dewletê li ser kaxizê dimînin. Dema mirina jinan a bi guman zêde dibe, di vî warî de lêpirsînên têrker nayên kirin. Wekî din, gelek destkeftiyên wekî Peymana Stenbolê ya ku bi têkoşîna jinan hatibû îmzekirin tên feshkirin. Desthilatdarî bi polîtîkayên xwe jinan hedef nişan dide. Li Tirkiyeyê qirkirina jinan heye! Di dosyayên xwe de bal dikişînin ser şîdeta mêr a li hemberî jinan û bi taybetî komkujiyên jinan ên bajarên Kurdistan û li bajarên Tirkiyeyê. Di beşa yekem de, em ê tiştê ku qewimîne bi kurtasî binivîsin û di beşa duyemîn û paşîn de, em ê berfirehiya binpêkirinên mafên jiyanê ji bo jinan li bajarên wekî Amed, Mêrdîn û Batmanê vebêjin.

  • Ji berê heta îro parzemîn bi parzemîn têkoşîna jinan (12) 

    Li Lubnanê ku yek ji welatên Rojhilata Navîn ê di bin siya şerê navxweyî yê parçebûna siyasî û baweriyên herî laîk de ji bo jinan ‘azadî’ bi qasî tunehesibandinê serwer e. Zagona zewaca zarokan, tacîz û tecawizê meşrû dike, mêtîngeriya kedê û tundiya bedewiyê jî di nav de jinên lubnanî ji bo bidestxistina mafên xwe yên bi zagonê tune tên hesibandin têdikoşin, di siyasetê de ji sedî 0,2 nûneriya wan heye.

  • Ji berê heta îro parzemîn bi parzemîn têkoşîna jinan (11) 

    Li Misirê ji Nefertîtî heta Tehrîrê jinbûn Misira ku ji çanda şaristaniya dayiksalariyê tê, jinan çanda berxwedaneke kevn mîras girt. Yek ji vana Nefertîtî ye, wê çarenûsa welatê xwe guherand û karên wisa girîng û pêşîvekirî kir ku piştî bi hezaran salan jî dê were bibîranîn. Di destpêka sedsala 20’an de jinên misrî çand û kevneşopiya wê ji xwe re mînak girtin û li Misirê li dijî sineta jinan, şîdeta li ser jinan û şîdeta dewletê îmze avêtin bin gelek gavên nû. Welatê ku bihara Ereb lê dest pê kir, ji roja pêşîn ve ji bo bibe parçeyek guherînê, jin derketin kolanan lê di pêvajoyên dawiyê de ji derve hatin hiştin. Jin li dijî ji dervehiştinê îro ji bo mafên xwe biparêzin û bi pêş bixin têkoşîna xwe didomînin.

  • Jinên Enfal ê yên winda 33 salin li ku ne? (6) 

    Taban Germiyan: Em hîna li peyî gorên komî û hestiyên windaya ne Endama Serkirdeya YNK’ê Taban Germiyanî ku di enfalê de 7 xuşk û birayê xwe winda kiriye û li ser bandoriya enfalê ya li ser jinan dosya amadekiriye dide zanîn ku Enfal herî zêde bandor li ser jinan kiriye û êşa herî mazin bi jinan daye jiyîn got: “5 xwişk û 2 birayên min li gel du zarokên xwişka min a zewicî dema ji ber êrîşan ber bi bajêr ve direviyan hatin girtin û ew birin kampên mirinê. Carekdin me agahî ji wan negirt…”

  • Jinên Enfal ê yên winda 33 salin li ku ne? (5) 

    ‘Cemedaniya stuyan kirin kelepçeya destan’ Sebriye Ehmed Kerîm a bi du zarokên xwe ve ji nava qafileyên mirinê yên Enfal ê maye got: “Hevjînê min û 9 xizmên me birin û carekdin me ji wan agahî negirt. Her kes dibirin, tenê em jinên xwedî zarok mabûn. Me jî xwe bi ser zarokên xwe de digirt ji bo em bikarin wan biparêzin.”

  • Sersala Êzîdiyan Çarşema Sor 

    Li gorî baweriya Êzidiyan Çarşema Sor ango cejna despêka buharê afirandina zindiyan û jiyanê ye.