Kokên Astarteyê li Mezopotamyayê ye (1)

‘Xwedawenda gelan’ Astarte Qada ku çanda neolotîk lê serwer bûye, roja me ya îro li ser axa Kurdistan, Sûriye, Misir, Lubnan û Filistînê pergalên baweriyan her tim li ser hev bandor kirine. Ev bandora wan her dem berdewam kiriye û navên xwedawendên wan jî li gorî zimanên cuda şêwe girtine û hatine binavkirin.

‘Xwedawenda gelan’ Astarte
Qada ku çanda neolotîk lê serwer bûye, roja me ya îro li ser axa Kurdistan, Sûriye, Misir, Lubnan û Filistînê pergalên baweriyan her tim li ser hev bandor kirine. Ev bandora wan her dem berdewam kiriye û navên xwedawendên wan jî li gorî zimanên cuda şêwe girtine û hatine binavkirin.
Navenda Nûçeyan - Xwedawenda Çiyayên Zagrosan Nînhursag, li Mezopotamyaya jêrîn xwedawenda bereketê Îştar jî li quntarên Torosan xwe gihandine şaristaniyên Behra Spî wekî dayika xwedawend Astarte li ser vê erdnîgariyê çanda jinan a belavbûyî temsîl dike.
Gelo em dizanibûn ku di navbera sedsala 4 û 20’an de xwedawend Astarte, bi çanda Neolotîkê ji Mezopotamya Jêrîn heta Misrê, ji Behra Spî heta Yunanistanê ji wir jî heta Îtalyayê mîna îkonekê veguherî ye?
Dîrokzanan ew wekî ‘xwedawenda sereke ya gelan’ bi nav kiriye. Xwedawend Astarte ya koka xwe Hurî, di kurdi de ‘Star-Stera’ di Yunanî de ‘Afrodît’, bi zimanê Akad ‘athtart’, Aramî ‘Athîrat’, bi zimanê Fenîkî ‘Ashtart’ bi Îbranî ‘Ashtoret’ Etrûskî kevalên Pyrgî de jî weke ‘Ûnî-Astre derbas dibe.
Ji xwedawend Astarte re di ziman û çandên cuda de ji bo zayîn, bereket, eşq û şer were qezenckirin dua tên kirin.
Ew xwedawenda stêrkan e û di peyker û teswîrkirinê de taybetmendiya herî pêşve carna li ser serê wê wekî du stireh tên dayîn carna jî bi stêrkekê ve tên nîşandan. Dîsa di destên wê de şûr, li aliyekê wê ve şêr li aliyê din hespek û li ser milên wê bi kevokekê tê teswîrkirin.
Kokên Astarteyê li Mezopotamyayê ye lê bi dema Helenîstîk ve derbasî rojava dibe û heta şopên wê li Sûriye û Lubnanê were peydakirin jî weke xwedawenda Kibrisê dihat nasîn û binavkirin.
Ji sedsala 19’an pê ve nêzî bajarê Idlib ê Sûriyeyê bajarê kevnare Tell Mardîkh (ebla) bi saya peykerên ku derketin holê vegeriya mala xwe ya rastîn.
B.Z di navbera 1800-1650’an de ev şaristaniya ku hukum kir pergala baweriya wan xwedawend Astarte ye. Kevalên ku behsa hebûna Astarte jî dikin hê jî hene.
Çanda xwedawend Astarte li ber keviyên Behra Spî heta Şaristaniya Misrê ji wir jî roja me ya îro Tûnisê heta Kartacayê dikaribûye xwe bigihîne.
Di Misira kevn de dema xanedaniya 18’emîn Fîrewnê sêyemîn Thutmose B.Z 1500 de dema ji Astarteyê re îbadet dike ji kevirê kirecê kevireke şipyayî ya wê demê li muzeya arkeolojîk a Misrê ye.
B.Z. 814’an de Melîke ya Kartacayê Dîdo, ji bo pîrozdîtina baweriya xwedawendiyê, perestgeh daye avakirin.
Peykerên Xwedawenda şaristaniya Fenîkiya Astarteyê roja me ya îro li Muzeya Neteweyî ya Îspanyayê ye.
Dîsa li Filistîn û Israîlê li ber qeraxên Behra Spî, li hin cihên ku hatine kolandin, du peykerên xwedawend ên bi stireh hatine peydakirin.
Xwedawend Astarte çanda dayika xwedawend gihand gelek şaristaniyan piştî sazbûna pergala baviksalarî weke gelek xwedawendên nûnerên çanda dayika jin di efsaneyan de veguherîne yên xirab.
Stêrka li ser taca wê ku honandina dorvegeriya stêrk û cîhanê sembolîze dikir, piştî baviksalariyê bi demê re ew stêrk veguherandin stireh û di dema olên yekxwedayî de jî weke remza xerabiyê hat teswîrkirin.
Wekî hemû xwedawendên din ji aliyê çanda xwedawendên din ve, çanda olên yekxwedayî ya zilamê zordest hewl dide Astarte jî ji bîra civakê bibe.