Sê jinên Têkoşer û parêzvanên bîrdoziya azadiya jinan (3)

Endama Koordînasyona Kongreya Star Mizgîn Xelîl doza dayik, hevriyên xwe Zehra Berkel û Hebûn Mele Xelîl dişopîne. Mizgînê teqez kir ku hedefgirtina pêşenga jiyana wê û hevalên wê yên rêveberiyê vîna wê lawaz nekiriye, bawerî, hêz, têkoşîn, israr, berxwedanî û keda wê xurt kiriye.

Mizgîn Xelîl li ser şopa dayik û hevalên xwe têdikoşe
BERÇEM CÛDÎ
Kobanê- Komkujiya 23`ê Hezîranê ku di encama bombebarana dewleta tirk de li gundê Helincê yê Kantona Kobanê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de pêk hat, di encamê de xwediya malê jina welatparêz Emîne Weysî, Endama Koordînasyona Kongreya Star Zehra Berkel û Endama Rêveberiya Kongreya Star Hebûn Mele Xelîl jiyana xwe ji dest dan. Komkujî salvegera xwe ya yekemîn wê derbas bike, ev komkujî li mala endama Koordînasyona Kongreya Star Mizgîn Xelîl de pêk hat. Mizgînê şahidiya bûyerê kir û dayika xwe ku weke pêşenga jiyana xwe bi nav dike û rêhevalên xwe yên koordînasyonê winda kir.
Dayika şervan û rêwiyên azadiyê: Emîne Weysî 
Emîne Weysî ya 56 salî, bi eslê xwe ji gundê Helincê yê girêdayî Kobanê ye. Dayika 2 keçik û 4 kuran e. Dayika Emîne bi dilnizmî, zanebûn, mêvanperwerî, hezkirina xwe ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiya Kurdistanê re dihat naskirin. Weke jineke Kurd a welatparêz beriya şoreşa Rojavayê Kurdistanê mala xwe ji şervanên Tevgera Azadiyê re vekiribû her wiha di dema şoreşa 19`ê Tîrmehê de bi rengekî çalak beşdar bû. Dayika Emîne zarokên xwe jî li ser vê bingehê mezin kirin, hezkirina ax û welat di hundirê wan de çand. Ji ber vê ew pêşenga zarokên xwe bû û di her kêliyê de destek dida wan. Dayika Emîne Heta kêliya dawî ya jiyana xwe jî deriyên mala xwe ji bo rêxistina jinan vekiribû û piştgiriya bi zarokên xwe re dikir. Ji ber vê Emîne Weysî ne tenê dayika zarokên xwe bû lê belê ji tevahî şervan û rêwiyên azadiyê re bûbû dayik.
Keça dayika Emîne ku Endama Koordînasyona Kongreya Star e, Mizgîn Xelîl behsa rola dayika xwe di xeta têkoşîna xwe de dike.
Mizgîn Xelîl kî ye?
Mizgîn Mistefa Xelîl di 1990`î de li gundê Helincê hatiye dinê. Malbata Mizgînê ji 4 bira û du xwîşkan pêk tê. Dibistana seretayî, navîn û amedehî li Kobanê dixwîne, piştre du salan beşa ekolojiyê li zanîngeha Helebê dixwîne. Di dema ezmûnên wê yên sala duyemîn de, aloziya Sûriyeyê dest pê dike, ji ber vê Mizgîn xwendina xwe radiwestîne û vedigere Kobanê. Dema şoreşa Rojavayê Kurdstanê bi rê dikeve, Mizgîn beşdar dibe û ji ber hezkirina xwe ya ji zimanê zikmakî re cihê xwe di Yekitiya Mamosteyan de digre. Mizgîn di destpêkê de asta yekemîn, duyemîn û sêyemîn dixwîne, piştre bi dilxwaziyeke mezin weke mamosteya fêrkirnia zaravayê Kurmacî dixebite, her wiha rewşa mamoste û xwendekaran jî dişopand. Mizgîn di 2014`an de cara yekemîn derbasî perwerdeya bîrdozî dibe û di nav de jî perwerdeya rêziman, wêjeya Kurdî û ziman jî dibîne. Bi destpêkirina şerê Kobanê, Mizgîn li gel malbata xwe derbasî Bakurê Kurdistanê dibe lê ew dest ji xebatên xwe bernade. Mizgîn û mamosteyên pê re xwe birêxistin dikin û waneyên zimanê Kurdî di hundirê kampan de didin. Bi rizgarkirina Kobanê re, Mizgîn vedigere Kobanê û xebatên xwe didomîne. Bi vî rengî jî Mizgîn xebatên akademiya şehîd Viyan Amara, saziya Zimanê Kurdî û lêkolînên der barê ziman de dike. Her wiha beşdarî gelek perwerdeyên bîrdozî jî dibe. Mizgîn li gel têkoşer Zehra Berkel di 8’emîn konferansa Kongreya Star a Herêma Firatê de, weke endamên koordînansyonê tên hilbijartin. 
Bi saya dayikê li ser koka xwe şîn bûn
Mizgîn wiha behsa jiyan û bandora dayika xwe Emîne Weysî dike: "Malbata min vekirî ye,  zext û desthilatdarî li ser zarokên xwe nedikirin. Pêşenga jiyan û malbata me jî dayika me bû. Em wisa perwerde kirin ku em pêwîstiya xwe bi kesê neynin, bi xwe derfetan ava bikin û bikaribin hêz û vîna xwe bi kar bînin. Bavê me jî ji bo pêwîstiyên malê bi cih bîne her tim li bajaran kar dikir, ji ber vê herî zêde dayika min bi me re mijûl dibû û li malê dinêrî û zarokên xwe xwedî dikir. Rast e di destpêkê de me jiyana xwe bi xwendinê derbas kir lê em weke malbat û gundê Helincê jî li ser bingeheke welatparêz û bi zanebûna çand û nasnameya xwe mezin bûn, deriyên malên me ji Tevgera Azadiyê re vekirî bûn. Bi saya dayika min ku hezkirineke xwe ya li hember Rêber Apo, Tevgera Azadiyê, ax, welat û çandê hebû, em li ser bingeheke welatparêz mezin bûn." 
Şoreşa Rojava ji nakokiyên wê re bû bersiv
Rejîma Baasê bi hişmendiya xwe ya desthilatdar li ser tevahî neteweyên li Sûriyeyê planên qirkirinê didan meşandin, ev yek jî bi riya xwendina li dibistan û zanîngehan pêk dianî. Mizgîn di pêvajoya dibistan û zanîngehê de di nav gelek nakokiyan de dijî. Mizgîn bal kişand ser bandora şoreşa Rojavayê Kurdistanê di zelalkirina nakokiyên ku jiyane de û wiha got: "Min di nava pergal û materyalên rejîma Baasê de her tim nakokî didît. Lê piştî şoreşa Rojavayê Kurdistanê ew nakokî zelal bûn û ez ketim zanebûna hişmendiya rejîma Baasê ya ku planên qirkirinê dida meşandin. Min salên dirêj di xwendinê de derbas kirin lê çand û zimanê Kurdî di hundirê mala me de zindî bû, ev yek jî bi saya dayika min bû. Ji ber vê me nakokiyên cur be cur jiyan, em neçar diman ku zimanê Erebî biaxivin, çand û dîroka Ereban nas bikin. Me gelek astengî didîtin ji ber ku me di hundirê xwe de ev tişt nedipejirandin lê mixabin em neçar bûn. Me bi hesreta xwendin û nivîsandina bi zimanê xwe yê zikmakî, dibistan û zanîngeh xwend. Ji ber vê şoreş weke teqîna volkanek bû, me xwe bi riya vê şoreşê îfade kir. "
Lêgerînên wê yên azadiyê di Kongreya Star de dest pê kirin
Kongreya Star di 2004`an de xwe weke Yekitiya Star birêxstin kir û di 2016`an de xwe bi navê Kongreya Star ragihand. Ev rêxstin li ser bingeha avakirina civakeke demokratîk, azad, polîtîk û ji bo sererastkirina heqîqeta ku ji aliyê hişmendiya zayendperest û netew-dewlet a mêrê serdest ve hatiye berovajîkirin, têdikoşe. Mizgîn piştî 7 salan ji xebatên di qada perwerde, mamoste û dibistanan de di sala 2018`an de weke endama Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Firatê tê hilbijartin. Mizgîn di domandina axaftina xwe de wiha dibêje: "Di 2018`an de ez derbasî qadeke nû bûm, ew jî xebatên Kongreya Star bû. Ji bo min qadeke balkêş bû, di nav de girêdana jinan bi Rêber Apo ve, hevaltî, hezkirina ji zayenda xwe re û lêgerînên ji bo azadiyê bala min kişandin. Ev zêdetirî sê salan e ez cihê xwe di vê xebatê de weke endama koordînasyonê digrim. Min bi riya xebatên Kongreya Star lêkolîn û çavdêriyên xwe pratîze kirin, kesayata xwe ji nû ve ava kir û destpêkirina lêgerînên li azadiyê bû. Ji ber vê ev qad perçeyek ji min e û çavkaniya jiyanê ye. Xebateke bi nirx, girîng û rawestandinê nas nake. Em niha alternatîfa jiyan û heqîqeta ku berovaj bi me hatibû naskirin, gav bi gav jiyanî dikin û projeya Rêber Apo pêk tînin."
"Em dixwazin rastiya jiyan û civakê bigihîjînin wateya wê"
Kongreya Star xwe li tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê birêxstin kiriye her wiha komîte û nûnerên wê di nava Rêveberiya Xweser, Partiyên Siyasî, saziyên civaka sivîl û hwd. de ava kiriye. Mizgînê proje û plansaziyên Kongreya Star wiha anîn ziman: "Kongreya Star ji aliyê civakê ve weke sîwaneke giştî ya jinan, hatiye pejirandin. Komîte û nûnerên me di nava tevahî pergala Rêveberiya Xweser de, saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî û komînan jî hene. Her wiha bersiv û hêza rizgarkirin û çareseriyê ye. Plansaziya me ya vê demê jî wiha ye em bikaribin xwe bigihîjînin jinên ku hîn em nas nekirine ango kesên ku ji ber zext û zordariyê xwe nikarin bighînin me. Mijara din em dixwazin bi riya perwedeyê, serlêdan û bi gelek rêbazên din malbata demokratîk ava bikin. Ji ber vê em ê di dema pêş de perwerdeyên bîrdozî ji bo mêran jî vekin. Heger hişmendî were guhertin, wê rastiya jiyan û civakê jî were sererastkirin.
Êşên bûyera komkujiyê
 
Balafirên bê mirov (SIHA) yên dewleta tirk di 23`ê Hezîrana 2020`an de mala Mizgîn Xelîl a li gundê Helincê bombebaran kir. Mizgînê hem dayika xwe û hem jî hevalên xwe winda kir. Mizgîn di bûyerê de hebû lê ji ber ku ji cihê bombebaranê dûr bû zirar nedît. Mizgîn bûyerê wiha bi lêv dike: "Me weke koordînasyon ku Zehra Berkel berdevka wê bû, xebatên li darxistina konfransê dikir. Ji ber vê me 24 seatên xwe bi hev re derbas dikir her wiha hevaltiyeke me ya xurt jî bi hev re hebû. Di 23`ê Hezîranê de dersa min li akademiya şehîd Şîlan hebû, ji ber wê min tu kes di destpêka rojê de nedît. Zehra Berkel jî ji bo amadekariyên konfransê civîn li gundan li dar dixist. Dema ez vegeriyam malê li Helincê, Zehra telefona min kir û got em tên mala we lê me xwarin nexwariye. Dema ku Zehra û Hebûn gihîştim cem mal, dayika min bi wan re li derve rûnişt û ji xwe re suhbet dikirin û min jî li hundir xwarin çêdikir. Tiştek tunebû, jinên sivîl bûn, kar û xebatên civakî dikirin. Carekê min dengek ji derve bihîst, ji ber ku ez li hundir bûm dengê bombebaranê nizim bû. Ez bi lez derketim derve, çawa ez gihîştim devê derî min dît ku termên dayika min, Zehra û Hebûn li erdê ne. Em yekser ketin tevgerê ka çawa ev bûyer qewimî, di vê navberê de jî hêzên ewlekiyê hatin." 
Komkujiyê xebat û îsrara wê ya serkeftinê li dijî êrîşkaran xurtir kir
Dewleta tirk hewl da ku bi vê komkujiyê vîna jinên Kurd bi giştî û yên Kobanê bi taybet ku pêşengiya şoreşa 19`ê Tîrmehê û têkbirina çeteyên DAIŞ`ê di dema berxwedana Kobanê de kirin, bişkîne. Mizgîn Xelîl di dawiya axaftina xwe de teqez kir ku dewleta tirk nikaribû bi qasî serê derziyekê jî tirsê di hundirê wan de bide avakirin û wiha bi dawî kir: "Ev komkujî di 23`ê Hezîranê de bû, beriya wê bi çend rojan salvegera têkoşer Sema Yuce bû û piştî wê bi çend rojan jî salvegera têkoşer Zîlan e. Ji ber vê ev ji bo me xwedî wateyeke cuda ye her wiha mehek e ku jin bi bedena xwe li dijî dijmin bûn bersiv. Heger tevger û têkoşîna jinan heta vê rojê didome û roj bi roj bi hêz dibe, sedem ev jinên qehereman in. Kongreya Star jî li ser bingeha mîrateya ku van têkoşeran li pey xwe hiştine, xwe birêxstin dike. Dewleta tirk xwest bi qetilkirina Zehra Berkel, Hebûn Mele Xelîl û dayika min Emîne xebatên jinan bide rawestandin û tirsê ava bike. Lê dema ku min termê dayik û hevalên xwe bi wî rengî dît, min soza bilindkirina têkoşîna şopandina xeta wan da. Ji kêliya ku komkujî çêbûye heta niha di hundirê min de tevgera jinan pîroztir bû, baweriya min bi têkoşîna me zêdetir bû û girêdana min a bi armanca xebatên me ve bi hêztir bû. Ji ber vê em ê tu carî lawaziyê nejîn, em ê tola wan bi zanistî, têkoşîn û pêkanîna armancên wan hilînin."  
Qediya…