Di Şoreşa Kubayê de pêşengiya jinê 1

“Ji şoreşê re belê, ji îhtilalê re nexêr!” Hemû amadekariyên şoreşê li gorî 1’ê çileyê habitûn kirin, berbangê di demjimêr 9’an de daxuyaniya şoreşê di radyoya Artêşa Raperîna Kubayê ya Rebelê de hate xwendin. Daxuyaniyê bi gotina, “Ji şoreşê re belê, ji îhtilalê re nexêr!” dest pê kir û piştî daxuyaniyê jî banga peywirên şoreşgerî li hemû şoreşgeran hat kirin.

“Ji şoreşê re belê, ji îhtilalê re nexêr!”
Hemû amadekariyên şoreşê li gorî 1’ê çileyê habitûn kirin, berbangê di demjimêr 9’an de daxuyaniya şoreşê di radyoya Artêşa Raperîna Kubayê ya Rebelê de hate xwendin. Daxuyaniyê bi gotina, “Ji şoreşê re belê, ji îhtilalê re nexêr!” dest pê kir û piştî daxuyaniyê jî banga peywirên şoreşgerî li hemû şoreşgeran hat kirin.
Navenda Nûçeyan - Şoreşa Kubayê di nav şoreşên sedsala bîstî de şoreşeke rengîn û xwedan xeteke xweser e. Şoreşgerên pêşengiya Şoreşa Kubayê kirine û bi kedê, navê xwe li dîroka gelan hiştine, Haydêe Santamarîa Cuadrado, Celia Sanchez, Vilma Espîn, Melba, Aleida March, Lydia, Clodomira, Tete Pueblo, Nirma Carton, Tanya Tamara Bunke Bider... Gelek navên din hene. Ev kesayetên ku bûne malê civakan di afirandina şoreşa ciwanan a 1968'an de jî xwedan bandoreke mezin bûne. Bandora van şoreşgeran kir ku tevî belavbûna sosyalîzma real jî Şoreşa Kubayê heta niha li ser lingan bimîne. Bi taybetî jî feraseta wan a lêgerîn û dîtina pirsgirêkan li hemberî wê jî bûyîna hêza çareseriyê di serî de li Emerîkaya Latîn û tevahiya cîhanê rê li ber geşbûna şoreşan vekir. Şoreşgeriya wan bi giyan, moral, cesaret û fedakarî bû, ji ber wê jî ew heybeta şoreşgerî ya li cem wan, di serî de ciwan û tevahiya beşên civakê digirt bin bandora xwe. Nêzîkatiya wan a humanîst dibû sedem ku dijberên wan jî di bin bandora xebata wan a pak de bimînin. Ji ber vê ye ku li ser geşedanên şoreşgerî yên di nîvê sedsala bîstî de di asta herî jor de bi bandor bûn. Şoreşgeriya Kubayê li hemberî nêzîkahiyên siyasî yên teng ên sosyalîzma real tim û tim hewla parastina rêgezên sosyalîzmê bû, xwest nûnertiya wê bike. Dîsa israr û keda wan a di pêşxistina gerîlatiyê de gelek girîng bû. Ji ber wê ye di pêşketina tevgerên ciwanan ên sala 1968'an û lêgerîna sosyalîzma nû de keda wan di rêza yekê de ye. Serkeftina Şoreşa Kubayê, cesaret û fedakariya kesayetên pêşeng di giyanê gel de da avakirin. Her wiha israra wan a di gerîlatiyê de, bi taybetî jî lêgerîna wan a di sosyalîzma bi prensîb de ji bo şoreşgeran tim çavkaniya feyz û îlhamê bûye. 
Mirov nikare beriya Şoreşa Kubayê behsa pêşengiya jinan bike. Di hemû dîmenên jinên Kubayê de jin, Club, restaurant ango cihên ku dans dikin de wênêyên van hene. Mirov nikare jinan li cihekî ku pêşengiya civakê dikin bibîne. Wekî amûrekê mêran tên nîşandan. Lê dema ku rêxistinbûyîna civakê ya azadî û yeksaniyê dest pê dike, jin jî rêya nîqaşa azadiyê dibînin. Beriya şoreşê rêxistina jinan tunebû. Jinan yek bi yek di nava çalakiyan de cihê xwe digirtin. Jinên Kubayê jinên şoreşger ên Kubayê hem beriya şoreşê hem jî piştî şoreşê dewreke girîng û giranbuha girtin ser milên xwe û li ser civaka Kubayê bandorek erênî ava kirin. Rêya ku van şoreşgeran diyar kiribû di normên civakî de guhertin çêkiribû. Di xebata xwe de bi ser ketin, bi taybetî di nêrîna li ser jinan de guhertineke erênî ava kirin. Jin beşdarî qada parastina civakê bûn, di xebatên civakî, siyaset û di her cure pîşeyan de cihê xwe girtin. Têkoşîna jinên Kubayê ne bi tenê li ser civaka Kubayê bandorek erênî kiriye, di heman demê de ji bo jinên cîhanê bûne îdol. 
Zordestiya hikumeta heyî bû sedema rabûna gel (Çima gel rabû ango şoreş çebû? Ev pirs ez bawer im di vê beşê de rabûna gel û çêbûna şoreşê hîn agahî didin. Bêkarî, qetîlkirina 20 hezar kesî û nakokiyên aborî û asta êrîşên rejîma Batîsta).
Beriya sala 1958’an serjimêriya Kubayê 6,5 milyon bû. Ji çaran yek welatiyên wê bê kar bûn, xurekên bingehîn bi buhayên pir zedê ji derve dihatin û nakokiyên dahatuya civakê gelek kûr bûn. Li ser gelê Kubayê aliyê siyasî, aborî, fikrî zext hebûn. Li Kubayê zexteke pir mezin hebû û sansur di asta herî bilind de bû. Her ku serîrakirin çêdibû rastî êrîşên tund ên Batîstan dihatin. Di salên 1950’yan de bi qasî 20 hezar mirov ji aliyê rejîma Batîstan ve hatin qetilkirin. Çend caran hikumeta Kubayê ji ber vê helwesta xwe, li hemberî welatiyan, hatibû desteserkirin. Lê nedibû çareserî û guherînek hîn zêdetir bingehîn dihat xwestin. 
Sala 1958’an hikumeta Kubayê di destên Batîsta de bû. Li welat, amadekariyên pîrozbahiya sersalê dihatin kirin. Arteşa Kubayê ji 150 hezar leşkeran pêk dihat, ji ber wê yekê jî hikumeta Batîstayê pişta xwe bi vê arteşê germ kiribû. Bi taybetî li Santa Clarayê di du eniyan de şereke dijwar diqewimî. Parastina paytaxtê û stasyona şîmendîferan a Santa Clarayê dihate kirin. Baweriya Batîstayê gelek bi arteşa xwe û hêzên ku piştgiriya wan dikirin hebû. Di heman demê de amadekariya rêwiyên wê jî hebû.
1’ê çileyê di radyoyê de banga şoreşê
Sibeha 1’ê çileyê radyoya Kubayê behsa civîna generalên arteşa Kubayê dikir. Civîn dê li baregeha leşkerî ya Kolombiyayê çêbûbûya. Dîsa radyoyekê jî behsa hin guhertinên serleşkerên arteşa Kubayê dikir. Heman kêliyê jî di nûçeyek xwe de behsa guhertina serokê dewletê jî dikir. Diyar bû ku di nava hikumetê de hîn alozî û guhertin hene. Di biryargeha Raperîna Kubayê li Central Amerikayê de Fîdel Castro ji 19’ê Kanûnê ve rewşa Kubayê dişopîne. Dibîne ku tam wexta êrîşbirina ser artêşa Kubayê ye û yekser fermana êrîşa Santîagoyê dide. Dê Fermandar Che Gîevara û Camîlo jî ber bi Havanayê ve bimeşiyana.
“Ji şoreşê re belê…”
Fîdel Castro û Celîa Sanchez di nava deh deqîqayen de daxuyaniya Şoreşa Kubayê nivîsîn. Berbanga 1’ê çileyê demjimêr 9’an daxuyaniya şoreşê di radyoya Arteşa Raperîna Kubayê ya Rebelê de hate xwendin. Daxuyaniyê bi gotina, “Ji şoreşê re belê, ji îhtilalê re nexêr!” dest pê kir û bi van hevokan domiya:
“Wa diyar e ku li peytaxtê, îhtilalek çebûye. Arteşa Raperîna Kubayê rewşa îhtilalê li ber çavan nagire û divê hemû hêza me balder bin. Bi tu awayî, tu kes agirbest nake. Diyar e ku Batîst û tawanbarên ditîr dixwazin ji welat birevin û biçin ciheke din. Ji ber wê yekê jî îhtilal tenê dê bi kêrî wan bê. Heta biryargehên navendî fermanek din bide, êrîşa me dê bênavber berdewam bike. Ji bo şoreşê berdêlên ewqas mezin hatine dayîn, evqas xwîn rijiyaye. Gel û Arteşa Raperînê nahêle ku ev kedên mezin li tewşê biçin. Ji ber wê yekê jî ji her demê zêdetir em ê bi biryar û yekgirtî bin.” 
Banga peywirên şoreşgerî hat kirin
Piştî xwendina daxuyaniyê, li ser heman radyoyê banga peywirên şoreşgerî kirin. Hejmara artêşa raperînê kêm zêde 3 hezar bû. Ji artêşa rapêrînê re fermana pêşveçûyînê û şer hate dayîn. Pêşengê Federasyona Xwendekaran Juan Nuiry jî banga beşdarbûyîna artêşa raperînê li ciwanan kir. 
Di heman demjimêran de Raul Castro û yekîneya wî ber bi Santiago ve dimeşiyan. Pênc sal beriya vê kêliya bi kelecan dîsa êrîşî vê biryargeha Moncoda kiribûn lê bi ser neketibûn. Êdî vê carê amadekarî baş bûn û cara dawiyê bû… 
Sibê: Serkeftinên şoreşê û avakirina Tugaya Jinan a Mariana Grajales