Dewlemendên Îranê sûdê ji têkoşîna xizan û kedkaran werdigirin

Li Kirmaşanê du cîhanên cuda hene; li aliyekî dewlemendî û luks, li aliyê din jî birçîbûn û xizanî. Ev dîmen ne tenê cudahiya aborî, rastiya pergala ku çavkaniyên welat di destê hindikahiyekê de kom kiriye, eşkere dike.

Dewlemendên Îranê sûdê ji têkoşîna xizan û kedkaran werdigirin

SARA PÛRXEZARÎ

Kirmaşan – Binê çavên wê reş e û li ser rûye wê nexşên ku dişibin xwîn û birîn heye. Bi porê xwe ya tevlihev û cilûbergên kevin ên hema bejê qetiyayî li kolanên navenda bajêr dimeşe, dikene û bi razîbûn li dora xwe dinêre. Heman dîmen li deverên din ên bajêr jî tê xuya dike. Li vir jî zarok bi çavên xwe yên şîn û cilûbergên xwe qetiyayî û kevin li jiyanê dinihêrin. Şi şûna kenek kêfxweş, xemgîniyek mezin heye. Ew di kabûsek rojane ya ji kundirên Cejna Pîrebok tirsnaktir de dijîn.

Yek bajar û du dîmenên cuda

Dîmena ewil, keçek ciwan ku hewl dide bi boneya Cejna Pîrebok heyecanek demkî li jiyana xwe zêde bike, heye. Dîmena duyemîn jî rastiya civakî ya ku ji ber xizanî, kêmbûna xurek, birçîbûn û gelek faktorên din li ser rûyê zarokan hatiye nexşandin nîşan dide.

Kesê aliyê ewil a çîrokê, dixwaze bi hewildana ku xwe wekî xeyalek ku çend demjimêran di hawîrdorek tirsnak de digere, hinek heyecan li jiyana xwe zêde bike. Lê tirsên li beşa din a çîrokê hêj zêdetir rasttir in. Ji ber ku mirovên hewcedar neçar in ku ji bo perçeyek nan bibînin û ji birçîbûnê birevin, li heman taxên dewlemend û di nav qutîyên çopê de xwarinê bigerin.

Dibe ku pirtûkên dersê an jî baweriyên me yên rojane ji me re bibêjin ku civak ji çînên civakî yên cûda pêk tê. Lêbelê di salên dawî de û bi taybetî bi zêdebûna enflasyonê re, civak bûye du aliyên bi tevahî newekhev; li aliyekî beşek mezin di xizanî û birçîbûnê ya mutleq de dijî û li aliyê din jî hindikahiyek biçûk di malên luks û refaha mutleq de dijîn.

Di rastiyê de civak êdî ji çînên civakî yên cûda pêk nayê. Rêjeyek pir kêm a nifûsê, di asta herî bilind a dewlemendiyê de dijî û yên mayî jî tenê ji bo jiyankirinê têdikoşe. Ji bo fêmkirina vê rewşê, ne hewce ye ku hûn lêkolînek kûr bikin an jî di nav çavkaniyên bêhejmar de bigerin. Meşeke saetekê ya di nav taxên cûda yên Kirmaşanê de bes e.

Li taxên dewlemend, xanîyên luks, otomobîlên biha, rûyên xweşik û cilûbergên sêwiraner balkêş in. Mirovên ku bi hêsanî ji menuyên dirêj ên xwaringeh û kafeyan çi bixwazin hilbijêrin, hene. Lêbelê li beşek din a bajêr û ne tenê li derdora bajêr, dîmenek bi tevahî cûda serwer e. Li vir xanîyên luks tune ne. Avahî pir xirab in. Li kolanên teng û bêrê, xanî ku tenê bi malzemeyên vezîvirandî hinekî hatine xurt kirin, hene.

Li vir êdî otomobîlên luks tune ne. Tenê mirovên ku bi erebeyên teker di nav çopê de digerin û hewil didin tiştekî ku jê re bibêjin xwarin, hene. Hilbijartina tiştê ku bixwin, nepêkan e.

Gelo ev dabeşbûna kûr a civakî çawa derket holê û faktorên ku civakê bi tevahî dike du parçe nîne?

Di rastiyê de civak di bin siya pergala rêveberiyê ya bi navê plutokrasî (desthilatdariya dewlemendan) de ye. Ev tê vê wateyê ku çavkanî, li welat dewlemendî û amûrên pêwîst ji bo misogerkirina refaha giştî heye, lê hemû di destên hindikahiyek dewlemend de ne ku beşek biçûk a civakê pêk tînin.

Xeta xizaniyê ya welat

Vê komê karîbû hemû rehetî û pêşîniyên jiyanê bi kalîteya herî bilind ji bo bikarbîne. Yek ji sedemên sereke yên vê yekê xwedîtiya wan a milkên nekêşbar, erd, maden û hebûnên sabît ên wekhev e. Her ku enflasyon zêde dibe, nirxa van hebûnan ​​zêde dibe û kêmbûna nirxa diravê neteweyî, riyal, çîna karker û karmendên sivîl hêj zêdetir e û zêdetir dixe bin xeta xizaniyê.

Îro beşek mezin ji civakê di dabînkirina pêdiviyên xwarinê yên rojane, dayîna lêçûnên veguhastinê û dabînkirina lêçûnên kirê û cil û bergan de bi kêmasiyeke cidî re rûbirû ye. Berevajî vê yekê beşek biçûk a dewlemenda civakê bûye xwediyê mutleq ê beşek mezin a ji van çavkaniyan. Lêbelê laşê sereke yê hikûmetê ne bi tena serê xwe hemû amûrên zilmê di xizankirina gel de digre. Komên girêdayî hikûmetê û çînên dewlemend jî di hilberandin û belavkirina xizaniyê de roleke hişmendî dilîzin. Ji ber ku ew beşek mezin a aboriyê kontrol dikin û bi şêwaza xwe ya keyfî ya rêveberiyê, gerandina çavkaniyên darayî yên civakê kirine aydê xwe.

Di hawîrdoreke ku hema bejê kes ji derveyî derdorên hikûmetê xwedî dewlemendiyeke mezin nîne de, heta dewlemendên ku rasterast bi hikûmetê re ne girêdayî ne jî bi bêdengiya li hember pirsgirêkên cûrbecûr piştgiriyê didin rêveberiyê. Ji ber ku ew neçar in ji bo parastina dewlemendiya xwe xizmeta hikûmetê bikin.

Mirovên asayî ji bo vê komê ne pir bi qîmet in. Lêbelê dema ku ew dixwazin di nav gel de îmajek populer biafirînin û bi navûdengê dewlemendiya xwe bêtir bi dest bixin, ew hewl didin ku nêzî gel xuya bikin. Ji bo fêmkirina vê rewşê, bes e ku mirov li navdar û mirovên navdar ên di beşa herî dewlemend a civakê de binêre. Bedelê têkoşînê ji hêla feqîran ve tê dayîn, lê sûdwergirtina ji destkeftiyan jî li peravên bêdeng “Nirxandinek rexnegir li ser navên ku wekî "alîgirê gel" û dabeşbûna çînî xuya dikin.

Yên ku rastî her curê binpêkirin û zextê tên, mirovên xizan in

Di salên dawî de û bi taybetî di çend salên dawî de, gelek xwepêşandanên gelêrî pêkhatine ku di civakê de bûne sedema guhertinên kûr û girîng. Bi saya têkoşîna beşa asayî ya civakê, gelek prensîb û qaîdeyên damezrandî guherîne û gelek têgeh ji nû ve hatin pênasekirin.

Bi rastî jî ji hundirê vê civakê ku rastî zextên herî giran hatiye, tevgerên mezin ên gel derketine holê ku di lawazkirina hikûmetê de bi ser ketine. Gelek ji xwepêşandan û şoreşên dawî yên li Îranê û bi taybetî jî serhildana şoreşgerî ya “Jin, Jiyan, Azadî” ji aliyê mirovên asayî ve pêşengiya wê hate kirin ku jiyana xwe xistin xetereyê ku li dijî rejîmê şer bikin.

Lêbelê kesên dewlemend û navdar di vê têkoşînê de xwe veşartin û piştî ku gefa li ser jiyan û milkê wan derbas bû, derketin holê. Bi vî rengî wan hewl dan ku xwedî li şoreşê derkevin û îmaja xwe derxin pêş. Her wiha bêyî lêkolînek kûr bi zelalî tê dîtin ku di lîsteya kesên ku hatine kuştin, kesên ku ji bo demek dirêj hatine girtin û kesên hatine darvekirin de ji bilî mirovên asayî navên kesên dewlemend û navdar nayên dîtin.

Kesên dewlemend û navdar deyndarê têkoşîna mirovên asayî ne

Ev rewş nîşan dide ku kesên dewlemend û navdar ên li Îranê, gelek azadiyên ku wan bi dest xistine deyndarê têkoşîna mirovên asayî ne. Lêbelê ev kom heta ku ew nikaribin ji şoreş anjî têkoşînê sûd werbigirin veşartî dimînin û piştre ji bo ku ji destkeftiyên şoreşê sûd werbigirin, derdikevin holê. Nimûneya herî hêsan a vê yekê rakirina hîcabe ye ku sembola zilm û tepeserkirinê ye. Têkoşîna li dijî vê yekê bi beşên herî xizan û bêhêz ên civakê, bi bihayê xwîn û jiyanê dest pê kir. Piştî ku van kesan bedelên giran dan, dewlemendan bi hêsanî bêyî ku bedelek biçûk bidin, ji vê destkeftiyê sûd werdigirin û dikarin bi porê xwe yê vekirî li kolanên taxên xwe yên luks bigerin.

Her wiha wan vê rastiya ku her şitlek di axê de dest pê dike û di dawiyê de dibe darek xurt û berhemdar paşguh kirin. Li ber çavan negirt ku divê çavkaniya kokan neyên jibîrkirin. Ev pirsgirêk nîşan dide ku du nîvên newekhev ên civakê ku em îro dibînin, encamek rasterast a Komara Îslamî û pratîkên kesên ku di mînakên jorîn de hatine behs kirin e.

Lewma divê em di nav van kesên ku nêzî desthilatdariyê ne û xwe bi rûyên cûda pêşkêş dikin, keseke ku dê civakê rizgar bike an jî piştgirî negerîn. Ji ber ku wan bi xwe bi awayekî nerasterast di avakirina şert û mercên heyî yên civakê de rolek lîstine. Xuyabûna heyî ya civakê ku ji du perspektîfên cûda tê dîtin; ji aliyekî yên pir dewlemend û ji aliyê din ve jî yên pir xizan, tam karê van kesan e. Ev mirovan, li aliyekî hewl didin bi rûyên xwe yên xweşik û xemilandî maskeyek ji hestên derewîn ên alîgirê gel bikarbînin û li aliyê din jî bêyî fikara jiyana mirovên asayî li ser rêyên zêrîn dimeşin, ji jiyana xwe ya luks kêfê digrin.

Ew cudahiya çînî ya berbiçav û awarte ya di civakê de paşguh dikin. Lê ev newekhevî ewqas eşkere ye ku di hişê her kesê ku difikire de vê pirsê derxe holê:

Gelo çima li welatekî ewqas dewlemend, dema ji kesekî re sed cûr tişt têne pêşkêş, ji kesekî din re nanê ceh ê bi xwînê şilbûye tê hiştin?

Bêtir vîdeo temaşe bikeHemû vîdeoyên nûçeyên me li cihekî.