çand û hûner

  • Li Misrê rê nayê dayîn jin hunera xwe ya stranbêjiyê bi pêş bixin 

    Zanîngeha Ain Shams di lêkolînekê de balê dikşîne ser newekheviya zayendî ya di warê gotina stranan de û hişyarî dide ku divê jin bikarin di hunera stranbêjiyê de xwe bi pêş bixin.

  • Wênesaza Afganî Marî Semadî: Tê xwestin ku hemû reng bibin gewr 

    Talîbanê dema ku di 15’ê Tebaxê de rêveberiya Afganistanê desteser kir, gavên ku jinan ji gelek waran, wekî huner, perwerde û ji jiyana kar dûr dixin avêtin. Jin xwepêşandanên xwe yên li dijî Talîbanê ku hewl dide wan ji jiyanê qut bike, didomînin. Tevî hemû qedexeyan jî ew bi serhişkî hewl didin xwe li jiyanê bigrin. Yek ji van jinan Marî Semadî ye. Marî Semadî ya ku neçar ma atolyaya xwe ya wênesaziyê veguhezîne mala xwe, ji jinan re dibêje ku divê li dijî jiyana ku tenê bi rengê gewr hatiye ferzkirin hemû rengan bi kar bînin.

  • Jin û ciwanên Tûnisê li hemberî şidetê strana hey derxistin 

    Navenda Lêkolîn, Belgekirin û Agahdariyê ya Tûnisê, vîdyoya strana "Hey" ku balkişandineke hunerî ye di warê hişmendiyê de li ser pêşîlêgirtina tundîtûjiyê û rola jin û ciwanan bilind dike, pêşkêş kir.

  • Heftemîn Mehrîcana Hinaran a Helebceyê destpêkir 

    Bi armanca nîşandana berhemên xwemalî yên Helepçe, ev hesft sale Mêhrîcana Peyîzê ya Hinaran tê li darxistin. Bi wê bûneyê Heftemîn Mehrîcana Hinaran a Helebceyê destpêkir.

  • Li Qamişloyê Pirtûkxaneya Rona ya zarokan hat vekirin 

    Li bajarê Qamişlo ji bo zarokan pirtûkxaneyek bi navê Pirtûkxaneya Rona hate vekirin. Pirtûkxaneya ji aliyê zaroka 12 salî Rona Akeed ve hatî vekirin ji aliyê Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Suriyê ve tê çavdarî kirin.

  • Kovara Jineolojiyê xwe ji bo hejmara taybet amade dike 

    Kovara Jineolojiyê ku bi mijara "Krîza Çandî û Lêgerîna Riya Derketina Ji Krîzê" hejmareke nû derxistiye, di vê hejmarê de nîqaşên li ser çandê bi awayekî zanistî cih digre. Rûşen Seydaoglu der barê hejmara nû de nirxandinên girîng kir û got ku pêvajoya pandemiyê herî zêde jinan bi bandor dike û da zanîn ku ew xwe amade dikin hejmera taybetî ya ji bo pandemiyê derxin.

  • Hejmara nû ya rojnameya Newaya Jin derket 

    Hejmara nû ya rojnameya Newaya Jin a mehane tê weşandin bi zêdekirina nîvîskarên nû derket pêş xwendekarên xwe.

  • Sena di pêşangeha pirtûkan a Helepçe de pirtûkan dide nasîn 

    Endama Dezgeha Ronge Sena Elî ya di pêşangeha pirtûkan a Helepçe de pirtûkan dide nasîn da zanîn ku ew ji bo pirtûkhezan bi heskirin karê nasandina pirtûkan dike.

  • Zahra Zerougui: Têkiliya min û hunera ebru têkiliyek heyînî û metafizîkî ye 

    Şêwekar Zahra Zerougui bi salan hunera ebru ya ku hostatiya wê li Tûnisê kêm e hembêz dike, ew yekem car dergûşa xwe ya nûbûyî hembêz dike û li gorî wê tu cudahî di navbera her du tabloyan de nîn e.

  • Saja Hamdan: Min bi xwendinê tama şêwaza edebî girt 

    Sara Hamdan dibêje; "Min dapîr dîtin û berî dagirkeriya Israîlê li ser welat nivîsandin, ji bo ku jiyana wan di şahî û êşan de mayînde bikim her wiha min dayika şehîd û jinên ku bi êrîşa bejahî ya li ser Xezayê re rû bi rû man dîtin, nemaze dapîra ku bi nexweşiya hestî ketibû û ku bi hezaran kîlometre rê meşiya ji bo li neviyê xwe yê di nava tankên şer de bigere. Ew di cesaret, qehremanî û fedakakariyê de ji jinên Filistînî re model e.”

  • Yek ji parêzvanên kofiya Kobanê Salîha ya 70 salî ye 

    Saliha Ebdî Mustefa yek ji dayikên ku çanda kofiyan diparêze û hewl dide ev çand ji nû ve bê zindîkirin wiha dibêje: "Ez bi temenê 70'ê salî hê çanda xwe diparêzim û xwedî lê derdikevim."

  • Li Silêmaniyê şahiya xwendina helbestan 

    Ji bo jinên helbestvanên Silêmaniyê şahiya xwendina helbestan hat amade kirin û di dawiya şahiyê de helbestvan hatin xelatkirin.

  • "Flamenko her tişta têkildarî mirov û jiyanê di nava xwe de dihewîne" 

    Serdestiya mêr ku tim hewl dide li ser me xwe mezin bike, mîna her qadê di qada hunerê de jî xwe nîşan dide. Jin hene bi mêran re heman karî dikin lê heman pereyî nagirin. Jin hene her dem li ser bedena wan tê axaftin û rexnekirin, yan jî bedena wan tê îdealîzekirin, hem ji bo xebatên kesên LGBTIQ hem ji bo xwe û hem jî ji bo hunerê di qadên cuda de dikin tên paşguhkirin…Nedîtina jinan, ne tenê di qada hunerê de ye. Di her warê civakê de wiha ye, em di hemû aliyên jiyanê de bertekên wê dibînin.

  • "Ez bi deqên di bedena xwe de xweşiktirim" 

    Hedle Ebas ya 80`ê salî bi gelek rêbazan çand û hebûna xwe diparêze. Hedleya ku di çavan, çenge, gerden, dest û lingê xwe de xwedî deqe dibêje ku ew bi deqên xwe kêfxweşe û ew bi vî rengî mîrateya dayîk û dapîrên xwe diparêze.

  • Li Şehbayê 3'emîn mehrîcana jinên ciwan 

    Yekîtiya jinên ciwan a herêma Efrînê Li Kampa Serdem a Şehbayê 3’emîn mehrîcana jinên ciwan bi çalakiyên hunerî despê kir.

  • Mehrîcana hunerî ya Koma Jinên Destrengin ên Şarezûrê 

    Jinên Şarezûrê yên di Koma Jinên Destrengîn ên Şarezûrê de cihê xwe digrin mehrîcana hunerê jinan lidarxistin. Jbi êvara yekem ya roja destpêka werza peyîzê re li parqa Nalî kom bûn û dest bi nîşandana xebatên xwe yên hunerî kirin. Di mehrîcanê de 18 jinan berhemên xwe yên dest nîşan dan.

  • Du jinên dengxweş Ferîde û Zêrîn di mehrecana Hawarê de biser ketin 

    3’emîn mehrecana Hawar a dengbêjiyê ku 6’ê Îlonê li Şehbayê despêkirî bi dayîna xelatên stranbêjên serketî dawî bû. Du jinên dengxweş Ferîde û Zêrîn di hemrecanê de hatin xelatkirin.

  • Hine di çanda gelên Rojhilata Navîn de hebûna xwe diparêze 

    Zahîda Kenan der barê çanda hineyê dibêje ku hine mîrateyeke hêja ye û feydeyên wê ji bo tendirustiyê hene û got ku ev çand bi destên jinan hatiye parastin û hêvî kir ku jinên ciwan boyaxên kîmyewî bi kar neynin.

  • Bi ta û rengan tabloyan dixemilîne 

    Mûdan Îbrahîm a 25 salî, bi keda destên xwe tabloyan bi qumaş û rengan dixemilîne. Mûdan da zanîn ku tabloyên ku bi ta û rengan çêdike karekî taybet e.

  • Festîvala jinên ciwan ên Kobanê dawî bû 

    Festîvala jinên ciwanên Kobanê ya çandî bi xelatdayînê dawî bû. Jinên tevlî festîvalê bûn destnîşan kirin ku wê çanda resen ya jin bi riya jinên ciwan were geş kirin û parastin.