Bi hunerê re li hemberî astengiyên xwe têkoşiya

Hunermenda jin a ciwan, radestî êşa ku konê xwe li ser jiyana wê vegirt nebû. Tiştên ku mirovên saxlem bi du destên xwe nikarin bikin, ew bi destek xwe çêdike û niha ber bi riya hunermendiyê ve gavên girîng davêje.

NESRÎN KELEŞ

Qamişlo - Hunermend Fatima Mihemed a 36 salî, ya li gundê Tel Mansour ê Hesekê hat cîhanê, ji ber şertên jiyanê neçar ma li Qamişloyê bijî. Ji bo Fatima Mihemed ku ji çêbûna xwe ve nexweş bû huner bû riya vegotinê. Ji bo wê reng, xêzkirin û tuwal amûrên têkoşîna jiyanê ne. Yên li derdorê ji bo Fatima Mihemed dibêjin “Tiliyên wê yên bi sêhr hene”, wêneyên ku li ser hemû tuwalan çêdike, tevî astengdariya wê ya fizîkî pir tên ecibandin. Fatima Mihemed a ku ji hêla mirovan ve tê pejirandin, bi heyecana xwe bi çar destan karê xwe hembêz dike.

Valahiya ku tê de bû qabiliyeta wê ya ji bo xêzkirina wêneyan derxist holê

Fatima Mihemed got ku ji biçûkbûna xwe ve eleqeya wê ji bo xêzkirin, wêne û rengan re hebûye, dema di pola 2’emîn de destên wê şewitîn ew neçar dimîne dest ji dibistanê berde û demên xwe li malê derbas bike. Fatima Mihemed, ji ber ku nikaribû destên xwe bi kar bîne 5 salan di nava malê de jiyana xwe derbas kir, valahiya ku jiya bû sedem ku qabiliyeta wê ya çêkirina wêneyan derbikeve holê.

Min di xala werçerxê ya jiyana xwe de, xwe kifş kir”

Fatima Mihemed destnîşan kir ku ji her tiştên ku êşê dide wê hînê têkoşînê dibe, ji ber ku nikare destên xwe bi kar bîne, zêdetir xêzkirinê hembez dike û wiha got: "Bi rastî êşa ku min jiyaye, bû sedem ku ez ji xwe re riyek bibînim. Pêwîst bû ez ji qelebalixa di nava serê xwe de rizgar bibûma û ew riya yekane bû. Min di qazeya xala werçerxê ya jiyana xwe de, xwe kifş kir.”

Ji bo pêşangeha wê ya destpêke pişgirî hat dayîn

Fatima Mihemed da zanîn ku xweza û hemû tiştên ku dibîne îlhamê didin wê û diyar kir ku tiştên xêz dike ji kaxezan, derbasî qumaş, dîwar û camên pencereyan dike. Fatima Mihemed diyar kir ku niha wêneyên ku xêz kiriye, di organîzasyona ji hêla Yekitiya Rewşenbîrên Rojava ve hatine girtin li dar xistin de bi kesên huner û wênehezan re anî cem hev, destnîşan kir ku ew pir kêfxweş e derfet didin wê. Fatima Mihemed bi bîr dixe ku ew di pêşangeha xwe ya yekemîn de ji hêla Yekitiya Rewşenbîrên Rojava ve hatiye piştgirîkirin.

“Ji xwe bawer bin û hilberînin”

Fatima Mihemed, ji nava xêzên xwe yên rengûreng li kesên ku guh didin wiha xîtap dike: "Îradeyek bi hêz û awzeriyek serkeftî ji bo pêkanîna hemû tiştan bes e. Ger hûn astergdar bin ew nayê wê wateyê ku hûn nekarin hilberînin. Pêwîstiya kesên astengdar jî bi hilberînê heye û ev mafê wan ê herî xwezayî ye. Ji ber vê yekê ji xwe bawer bin û hilberînin."