JUAN KERAMÎ
Kirmanşah- Lîstoka şano ya bi navê ‘Astvar Nader Wazifeshanas’ ku derhêneriya wê ji aliyê Mahnoush Mohammadî ve hatî kirin, wê di dîrokên 1-9’ê Tîrmehê de derkeve ser dikê. Di kadroya lîstoka wê Atolya Şano ya Kirmanşah maluvaniya wê bike, Maryam Timurî, Sheena Eshaghî û Elaha Mohammadî cih digrin.
Ji ronîkirina lîstok, dizayna kostum, heta mekyajê û li pişt dikê herî zêde jin cih digrin. Di lîstoka ku derbarê jinek rastî destdirêjiyê hatiye û beriya êrişê û piştre çi jiyan kiriye, balê dikşîne ser polîtakayên mêr ên li dijî jinan. Lîstoka ku bi felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ ve hatiye girêdan, weke berhemek ya jinê tê dîtin.















