Krîza li Îranê îhtîmala şer û têkoşîna jinan
Lêkolîner û çalakvana siyasî Hermîne Hurdad nîqaşên li ser îhtîmala şerekî nêzîk ê li dijî Îranê, bandora aloziyên herêmî li ser civakê û bi taybetî li ser jinan nirxand. Hurdad bal kişand ser senaryoyên muhtemel ên li ser Îranê.
ŞEHLA MUHAMMEDÎ
Navenda Nûçeyan – Gefên dawî yên li dijî Îranê ji aliyê Serokê Emerîkayê û Serokwezîrê Îsraîlê ve nîşan didin ku dibe di demek nêzîk de şerek çêbibe. Lêkolîner, femînîst û çalakvana siyasî Hermîne Hurdad jî di heman awayî difikire. Em ê bandora şerekî muhtemel li ser civakê, bi taybetî li ser jinan û çi li benda jinan e ger şer çênebe nîqaş bikin.
Wekî ku tê zanîn, van gefan bêewlehiya heyî zêtir kiriye. Ji aliyekî din ve, di du rojên dawî de qutbûna înternetê û kêmbûna leza girîng hatiye jiyîn, nûçeyên zêdebûna xercên înternetê jî derketine holê. Hûn van mercan çawa dinirxînin? Li gorî we hikûmet dê çawa vê krîzê birêve bibe û senaryoyên çawa li benda Îranê ne?
Komara Îslamî ya Îranê rejîmek e ku bi qeyranan xwe diparêze. Ew hewl dide bi afirandina qeyranên nû ji bo veşartina kêmasiyên xwe, civaka xwe di bin nezelalî û zordariyê de bihêle. Di bin şert û mercên heyî de, bi îhtîmala şerekî nêzîk, welat bi sê senaryoyên muhtemel re rû bi rû ye.
Pêşî, polîtîkayên ewlehiyê tên tundkirin û gihîştina înternetê bi hinceta şert û mercên şer tê sînordarkirin. Ev yek, digel dahata ji firotina VPN-ê tê bidestxistin, xizmeta zêdekirina kontrola li ser civakê dike.
Ya duyemîn, îhtîmala şerekî berfireh heye. Di rewşeke wiha de, berxwedana sivîl dê were rawestandin, zehmetiyên aborî dê zêde bibin û dibe ku hinek beşên civakê ji ber êrîşa derve neçar bimînin xwe bi hikûmetê re bikin yek.
Faktora sêyem têkdana hevsengiya hêzê di nav hikûmetê de û hewldana hinek beşên rêveberiyê ye ku bikaranîna nerazîbûna giştî desthilatdariyê bi dest bixin.
Lê belê ezmûnên berê nîşan didin ku di demên krîtîk ku hebûna desthilatdariyê tehdît dikin de, beşên cuda yên rêveberiyê wekî yekpare tevdigerin û nakokiyên xwe yên navxweyî didin aliyekî. Ev helwest mirovan ji mekanîzmayên desthilatdariyê dûr dixe, wan vediguherîne amûrek ku ji bo pêşvebirina armancên rêveberiyê tê bikaranîn.

Ji bilî dorpêçên hewayî, em dibînin ku welatên wekî Iraq û Pakistanê sînorên xwe digrin. Helwesta van welatên cîran ku berê li gorî Komara Îslamî ya Îranê tevdigeriyan, balkêş e. Her çendî hikûmet vê yekê bi "pirsgirêkên teknîkî" rave bike jî eşkere ye ku Komara Îslamî ya Îranê li herêmê îzole dibe. Encamên vê îzolekirinê dê ji bo gel û hikûmetê çi bin?
Pêwîst e bandorên vê rewşê li ser gel û li ser hikûmetê ji hev werin veqetandin.
Debara jiyana barkêş û bazirganên piçûk ên ku li herêmên sînor ên wekî Kurdistan, Belûcistan, Xuzistan û Azerbaycana Rojava dijîn, bi bazirganiya sînor ve girêdayî ye. Girtina sînoran û bombebarana berdewam a deverên sînor zexteke aborî û ewlehiyê ya berfireh li ser gel û kesên ku li herêmê dixebitin çêdike. Hikûmetek ku nikare debara gel bike û kar çêbike, nikare vê zextê demek dirêj bidomîne, ji ber ku ew ê tenê nerazîbûnê di nava civakê de kûrtir bike.
Li ser asta herêmî, tu yek ji welatên cîran ne aramiya ku ji ber polîtîkayên Komara Îslamî ya Îranê çêdibe naxwaze. Pakistan hewl dide bi navbeynkariya di navbera Tehran û Washingtonê de aramiya herêmî misoger bike. Iraq ku bi welatên Ereb û DYA’yê re têkiliyên wê yên nêz hene, nikare bi Tehranê re hevkariyek nêziktir bişopîne ji ber ku Pasdarên Şoreşê di nava lîsteyên terorîst ên welatên Rojavayî de ne. Welatên Kendavê û Qeter ku girîngiyê didin aramiya aborî, ji însiyatîfên dîplomatîk ên bêencam westiyane.
Ji ber vê yekê, ev rewş hem ji hêla şert û mercên navxweyî yên aborî û civakî ve hem jî ji hêla têkiliyên navneteweyî ve nayê domandin.
Hikûmeta Îranê ya ku îdia dike li Herêma Başûrê Kurdistanê balafirên bêpîlot ên Ukranyayê hene, mînakek din e ku Komara Îslamî ya Îranê li herêmê aloziyê diafirîne. Di hundirê welat de, bi biryarên dijwar ên wekî qutkirina înternetê. Her wiha piştrastkirina cezayê darvekirinê yê li dijî Werîşe Muradî, kîjan kom û çalakvanên sivîl dê di vê pêla nû ya tepeserkirinê de herî zêde bibin hedef?
We behsa xaleke pir girîng a der barê bandora cîhanî û serhildana "Jin Jiyan Azadî" de kir. Heta jinên di tîmên werzîşê yên Efganistanê de jî li ser kursiya şampiyoniyê dirûşmên li dijî cezayê darvekirinê û "Jin Jiyan Azadî" qîr kirin.
Di rewşeke wiha de, zordestiya hikûmetê ne tenê bi komeke taybetî ve sînordar e, hemû şêweyên tevgera civakî dibin hedef. Ji komên pîşeyî yên ku li dijî şert û mercên jiyanê xwepêşandanê dikin bigre heta parêzvanên mafên jinan ku her gaveke wan a ber bi wekheviyê ve wekî sûc tê hesibandin, gelek ji wan bi zordariyê re rûbirû dimînin.
Li herêmên sînor ên wekî Kurdistan, Xuzistan û Belûcistanê, daxwazên sivîl rasterast pergala siyasî hedef digrin û xeta di navbera têkoşîna sivîl û siyasî de teng dibe. Ji aliyekî din ve, mînakên wekî xwepêşandanên xwebexş ên li Zahîdanê piştî nimêja înê di serdema Mewlewî Ebdulhemîd de û bûyerên Îna bi Xwîn nîşan didin ku rejîmê tevgerên gelêrî yên neplankirî jî bi hovane tepeser kiriye.
Bi rastî, heta avakirina komên herî biçûk ên ji çend kesan jî bi destwerdana hêzên ewlehiyê re rûbirû dimîne. Hikûmetê ji ber bêkêrhatiya xwe ya zêde, civakê bi awayekî pratîkî rehîn girtiye. Bi salan qedexeyên seferê ferz dike û welat veguherandiye zindaneke mezin. Di bin van şert û mercan de, her şêweyên tevgera civakî bi tepeseriyê re rûbirû dimînin û tê payîn ku ev tepeserî di pêşerojê de zêdetir bibe.
Çalakiyên jinan di nav tevgerên sivîl ên herî berbiçav ên Îranê de ne. Lê belê hikûmetê bi berdewamî van çalakiyan bi girtina wan wekî mijarek siyasî tepeser kiriye. Di krîza heyî de, pirsa ku jin dê çi rol bilîzin û ew ê çawa beşdarî ji nû ve teşedana pêşeroja Îranê bibin, pir girîng e. Asta rêxistin û çalakbûna di nav jinan de li Îranê bi taybetî di asta herêmî de girîng e. Nêrînên we li ser vê yekê çi ne?
Tevgera jinan li Îranê dînamîk û domdar e. Bi salan e qet nesekiniye û li seranserê welat û herêmê toreke ji komên piçûk ava kiriye. Ev kom di demên krîtîk de tên cem hev û piştgiriyê didin hev.
Bi taybetî piştî serhildana "Jin Jiyan Azadî" têkoşîna jinan di hemû waran de bêhtir xuya bû. Gelek mînak vê yekê nîşan didin, ji jineke ku li kolanê stranan dibêje û piştgiriya gel digre bigre heta hevgirtina di navbera jinên ku di saziyên giştî de dixebitin.
Ev tevgera bihêz û bi biryar tevî zext û dorpêça hikûmetê jî berdewam dike. Di heman demê de, hewldanên hikûmetê yên ji bo bikaranîna tevgera jinan ji bo berjewendiyên xwe û bêbandorkirina wê bi jestên sembolîk êdî bi ser nakevin.