Li Sûdanê dîroka pêşketina futbol a jinan

Cara yekem li Sûdanê avakirina lîga futbolê ya jinan hat ragihandin ji berxwadana jinên Sûdanê bû. Di Protestoyên vê dawiyê yên ku rê li ber tîmê natewyî yê Sûdanî vedike ku beşdarî şampiyoniyên parzemînan û navneteweyî bibe.

 
Navenda Nûçeyan – Nûçeya ragihandina damezrandina lîga Futbolê ya jinên Sûdanî, weke encama tekoşîna jinan ya bi dehan salan tê, bi taybet jî beşdarbûyina wan di xwepêşandanên vê dawiyê de bû sedem ku jin di hukumeta nû de cih bigrin.
Li welatên Rojhilata Navîn nemaze welatên Ereban, futbol werzîşek mêran tê hesibandin. Lê di van salên dawî de tîmên Futbolê yên jian hatin damezrandin. Her wiha heya neha jî tu kesî pêşgirtî nedaye wan.
Li Sûdanê Lîga Futbolê ya jinan
Di sala 1948'an de welatê Sûdanê beşdarî Federasyona Navneteweyî ya futbolê (El-Fîfa) bû. Derbarê vê yekê de bi Mesir, başûrê Efrîqayê û Esyûbeye re Yekîtiya Efrîqî ya futbolê bi hevre avakirin. El-Fîfa welatên ku lîgên Futbolê yên mêran lê çêdibin, wan mecbûr dike ku lîga jinan jî çêbike.
Ji sala 1948'an ve Futbola jinan li Sûdanê rastî gelek dijwariya hatin, a yekemîn jî redkirina nêrîna civakê ya li ser cîhgirtina jinan di futbolê de bû. Di sala 1983'an de serokê Sûdanê Cafer Mihemed El-Nimêrî sepandina şerîeta îslamî li welat ragihand. Ji ber vê yekê Futbola jinan hate qedexekirin.
 Di sala 1989'an de dema Îxwan EL-Mûslîmîn bi serkêşeya Ûmar Hesan EL-Beşîr hatin ser hukum, tiştek nehat guhertin ji bilî ku dewletê desteka ku ji hêla El-Fîfa ve ji bo piştgirî bide klûbên jinên Sûdanî, bi hinceta ku ew ne li gorî nerix û pêvanên civaka Sûdanî ne, kontrol kir.   
Akademiya islamî ya Fiqhê piştgirî da van rêgezan û fetweyek derxist û demezrandina tîmên jinan ku ji dervayî Sûdanê dilîzin qedexe kir. Lê gelek jinan lîstekvaniya xwe berdewam kirin. 
 Tîmê yekem 
Di sala 1950'î de yekem tecrîbeya Futbolê li bajarê Helebê yê Sûryayê dest pê kir. Dema grûpek ji jinan demzrandina yekemîn nediya Futbolê li Rojhilata Navîn ragihandin.  Di sala 2001'an de yekemîn tîma Futbolê ya jinan li Sûdanê  ku hat avakirin. Her wiha Lîstekvanan li ser hesabê xwe yê kesane qada lîstikê amade kirin. Û heya sala 2011'an jî bê ruxset dilîstin, her wiha piştre ruxset bi dest xistin.
Tevî ku ruxset jî bi dest xistin, lê Yekîtiya Sûdanî qebûl nekirin ku tîm bi awayekî resmî li welat bilîzin heya sala 2014'an. Û di sala 2010'an de beşdarî tûrnûvayekê li Elmanyayê bû. Di sala 2013'an de biştî zextên Yekîtiya nevneteweyî ya Futbolê, Yekîtiya Futbolê ya Sûdanê qebûl kir ku jin bi Futbolê bilîzin, lê bi şert û mercên ku cilên girtî li xwe bikin û divyabe ku zilam li maçên wan hazir nebin.
Ji Sûdanê, jina yekem kevneşopiyên civakên Sûdanî û kevneperest ên rojhilat şikand û bi perwerdekirina tîmek mêran wekî pêşeng li welatê xwe Efrîka û tevahiya Rojhilata Navîn ket nav rectangle kesk.