rojane
-

Li Xezayê hejmara miriyan gihişt 73 hezar û 438'an
Li Xezayê hejmara kesên ku di encama êrîşên Îsraîlê de mirin roj bi roj zêdetir dibe. Wezareta Tenduristiyê piştrast kir ku hê cenazeyên di bin kavilan de ne û tîmên rizgarkirinê di gihîştina deverên hilweşiyayî de zehmetiyan dikşînin.
-

Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Zelalkirina dosyeya Rojîn deynê hikûmetê ye
Meclîsa Jinan a DEM Partiyê derbarê mirina gumanbar a Rojîn Kabaiş de daxuyaniyek da. Daxuyaniyê destnîşan kir ku saziyên dewletê hewl didin kuştina jinan veşêrin û daxwaz kirin ku bersiva pirsên di rapora Saziya Tiba Edlî de bên dayîn.
-

Tora Bijîşkên Sûdanê: Di êrîşên li ser Kordofana başûr de 27 kes hatin kuştin
Tora Bijîşkên Sûdanê hişyarî li ser zêdebûna pevçûnan kir û bang kir ku sivîl nebin hedef. Di êrîşên hêzên Tevgera Rizgariya Gelê Sûdanê, li Kordofana Başûr de 27 kesên ku di navbera wan de zarok jî hebûn mirin.
-

Hişyariya zanyarên Îranî: Têkiliya me ya bi cîhana derve re tê sînorkirin
Komek ji navdarên cîhana zanistî û rojnamegeriyê ya Îranî diyar kir ku kontrolkirina çalakiyên akademîk ji aliyê Wezareta Îstîxbaratê ve dê saziyên zanistî zêdetir bike bin zext û kontrola siyasî.
-

Rêjeya sûcan li Sûriyeyê zêde dibin: 362 kuştî û 334 sûc pêk hatine
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê di heşt mehên pêşîn ên vê salê de 334 sûc û kuştinê belge kir ku di encamê de 362 kes mirin. Ev nîşaneyek e ku berfirehbûna sûc û zêdebûna pirsgirêkên ewlehiyê li gorî sala borî nîşan dide.
-

-

Di şewata li nexweşxaneyeke Pakistanê de 14 pitik mirin
Li nexweşxaneyeke bajarê Îslamabadê ji ber teqîna klîmayê şewat derket. Di encama şewatê de herî kêm 14 pitikên di yekîneya lênêrîna giran de mirin.
-

Nora Omer: Hebûna aboriya jinan rê li ber azadiyê vedike
Nora Omer diyar kir ku saziya Xizmetên Civakî û Pêşxistina Jinan dê ji bo jinan xizmetên civakî, derûnî û hiqûqî pêşkêş bike û ji bo bidestxistina serxwebûna aborî piştgiriyê bide wan.
-

TAJÊ bi kesên ku ji destê DAÎŞ’ê rizgarbûne civînek li dar xist
TAJÊ di çarçoveya pêngava ‘Ji bo edalet û azadî tu jî bibe dengê dîlgirtiyên fermanê’ li Şengalê bi kesên ku ji destê DAÎŞ’ê hatine rizgar kirin civiya. TAJÊ bal kişand ser pêwîstiya xurtkirina rêxistinbûn û îradeya wan ji bo hesabpirsîna ji jenosîdê.
-

Abdullah Ocalan: Ev hewlên wan komplo ye û li dijî min in
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan der barê îdia û tawanbariyên derheqê xwe de peyamek belav kir û got: “Gotin û îdiayên ku derbarê min de li ser çapemenî û medya dîjîtal tên belavkirin ne rast in. Ev parvekirin tevgerên provokatîf ên dijberên pêvajoyê ne.
-

UNICEF: Li Efganistanê milyonek zarok bi kêmxwariniyê re rûbirû ne
UNICEF’ê, hişyarî da ku li Efganistanê milyonek zarok ji ber kêmxwariniya giran a akût bi xetera mirinê re rûbirû ne. Kêmkirina fonên alîkariyê û qeyrana xurekê ya kûrtir, gihandina alîkariya ji bo zarokan dijwar dike.
-

Rewşa 20 aktîvîstên li Îranê hatin binçavkirin ne diyar e
Di nav bûyerên ku di demên dawî de li Îranê hatine ragihandin de; cezayê qamçiyê yê li du jinên Kurd hatiye birîn, girtina bi dehan welatiyan, nezelaliya rewşa wan, bêparhiştina ji xizmetên tenduristiyê û cezayên darvekirinê cih digrin.
-

NY: Bandorên pevçûna berdewam a li Sûdanê dê bi salan bidomin
Pevçûna li Sûdanê ku zêde dibe, krîza mirovî girantir dike. Bi milyonan kes koç dikin û êrîşên bi dronan berdewam dikin. Neteweyên Yekbûyî piştrast dike ku du ji sêya nifûsê, hewceyî piştgiriyek lezgîn in û hewlên navneteweyî hê jî têr nakin.
-

Kampanyaya Sêşema ji Darvekirinan re Na: Ji serê sala 2026’an ve 378 kes hatine darvekirin
Kampanyaya Sêşema ji darvekirinan re na bal kişand ser dirûşma kampanyayê di xwepêşandanên teqawîbûyiyan de û wiha hat gotin: “Banga mamosteyan a ‘Ji darvekirinê re na’ divê ji hêla hêzên din ên civakê ve destek bibîne.”
-

Kêmkirina garantiya cezayî ya mehrê li Îranê bêewlehiya jinan zêde dike
Li Îranê kêmkirina sînorê mehrê yê ku bi girtinê ve girêdayî ye, fikarên li ser ewlehiya aborî û yasayî ya jinan derxistiye holê. Pispor hişyar dikin ku ev guhertin, bê afirandina tedbîrên alternatîf a ji bo parastina jinan hatiye kirin.
-

Mîhrîcan jêhatiyên jinên başûrê Kurdistanê nîşan didin
Jinên ku beşdarî mîhrîcanên li Başûrê Kurdistanê dibin, jêhatiyên xwe yên di çand û hunerê de nîşan didin, di heman demê de bêtir beşdarî jiyana civakî dibin. Ew girîngiya mîhrîcanan di parastina mîrata çandî de tekez dikin.
-

Rejîma Îranê 26 sal cezayê girtîgehê da 12 welatiyên Baheyî
Şaxa Yekem a Dadgeha Şoreşê ya Sarî ya Îranê, 12 welatiyên Baheyî bi 26 sal û 165 roj cezayê girtîgehê û 76 sal bêparkirina ji mafên civakî ceza kir.
-

NY: Li Xezayê birçîbûn û kêmxurî ji bo zarokan gefeke cidî ye
UNICEF û OCHA’yê ragihand ku ji ber şer û kêmbûna alîkariyan, li Xezayê kêmxuriya kronîk û nîşaneyên birçîbûnê di nava zarokan de giran dibe û ji bo gihandina alîkariyan banga lezgîn hat kirin.
-

Lijneya Qanûna Çarçove cara ewil civiya:4 komîsyonên jêrîn dê bên avakirin
Civîna ewil a Lijneya Çavdêrî û Nirxandinê ya di çarçoveya "qanûna çarçove" de li Koşka Serokkomariyê pêk hat, 3 saet û nîvan dom kir. Di civînê de ji bo xurtkirina pêvajoyê biryara damezrandina 4 komîsyonên jêrîn hatin dayîn.
-

Hêzên Îranê li Dîwandereyê malbatek Kurd girtin
Hêzên ewlehiyê yên Îranê li gundekî Dîwandereyê dayik, bav û zaroka wan a 16 salî bêyî biryara dadgehê desteser kirin; zarok piştî çend rojan hat berdan, lê dayik û bav hê jî di hucreya yekkesî de têne ragirtin.