rojane
-

Cezayê 2 salan ê girtîgehê li Perniyan Haşimpor hat birîn
Cezayê 2 salan ê girtîgehê li Perniyan Haşimpor hat birîn. Çalakvanên mafên mirovan vê biryarê wekî tepeserkirina xwepêşandanên sivîl digre dest û vê biryarê rexne dikin.
-

Sabahat Tuncel: Dê gel deriyên Îmraliyê veke
Mitînga Azadiyê ya bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêber Gelê Kurd bi dirûşma “Bi Rêbertiyê Azad re ber bi Civaka Demokratîk” li Qada Newrozê ya li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê hat lidarxistin.
-

Doza Rojnamevanan: Dozgeriyê biryara beraetê îtîraz kir
Serdozgeriya Giştî ya Stenbolê li dijî biryara beraeta nûçegihanên MA’yê Mehmet Aslan û Esra Solîn Dal îtîraz kir û daxwaz kir ku cezayê rojnamevan Erdogan Alayumat jî were girankirin.
-

Li Bexdayê jin li dijî guhertina Qanûna Rewşa Kesane rabûn ser piyan
Li paytexta Iraqê Bexdayê, bi dehan jinan li dijî guhertina ‘Qanûna Rewşa Kesane’ ya hejmar 188’an ku mafê xwedîkirina zarokan ji dayîkan distîne, xwepêşandaneke girseyî lidar xistin.
-

Li Qamîşloyê pêşangeha "Destên Afirîner" destpêkir
Meclîsa Jinên Sûrî û Koma Projeyên Biçûk li Qamişloyê pêşangeheke du rojan a ji bo destkarî û pîşeyên jinan vekir. Jinan di vekirinê de peyama "Em şirîkên sereke yên avakirina civakê ne" dan.
-

Li Tehranê serhildana xwendekaran: Em vê neheqiyê qebûl nakin
Komek ji xwendekarên amadeyî û zanîngehê li Tehranê li dijî guhertinên di pergala azmûnan de xwepêşandanek li dar xistin û daxwaza paşvekişandina biryarên dawî kirin.
-

Dayîkên Şemiyê: Îbrahîm Kartay ev 32 sal in li ku ye?
Dayîkên Şemiyê di çalakiya xwe ya heftane de aqûbeta li Îbrahîm Kartay, ê ku di sala 1994’an de piştî şewitandina gundê wî ji aliyê leşkeran ve hatibû binçavkirin û windakirin, pirsîn. Malbatê ragihand ku 32 sal in tu agahî ji wî nayê girtin.
-

Hişyariyên der barê vîrûsa Ebolayê de zêde dibin
Vîrûsa Ebolayê ji kontrolê derketiye. Li parzemîna Efrîkayê hejmara miriyan zêde dibe û fînanseya ji bo rûbirûbûna şewbê gihîşt 1.4 milyar dolarî. DYE ji bo rewşê ket nava liv û tevgerê de.
-

TJA ji bo kiryarên li navenda şîfayê bang kir: Bibin dengê heqîqetê
Piştî rakirina biryara veşartî ya li ser dosyaya Navenda Rehabîlîtasyona Şîfayê ya Êlihê, hovîtiya li hemberî astengdar, kal û pîran eşkere bû. TJA’yê bi daxuyaniyekê diyar kir ku ew ê li her taxê atolyeyan çêbikin û li meclisê jî hesab bipirsin.
-

Rapora Îşkenceyê ya 2026’an: Li Îranê binpêkirinên mafan didome
Rêxistina Cîhanî ya dijî Îşkenceyê di rapora xwe ya dawî de diyar kir ku Îran di xetera herî bilind a îşkenceyê de ye. Rapor balê dikişîne ser berdewamiya îşkenceyê, îtîrafên bi zorê û nebûna hesabpirsîna li ser binpêkirinên mafên mirovan.
-

Li Êlihê dîmenên nû yên îşkenceya tazî û hovîtiyê derketin holê
Di dosyaya lêpirsîna navenda lênerînê ya li Êlihê de ku zêdetirî 80 kes hatibûn binçavkirin, dîmenên nû yên îşkenceyê derketin holê. Xebatkaran nexweş di odeyan de mifte kirine û îşkenceya fîzîkî li wan kirine.
-

NY: Ji bo parastina jin û keçan divê mekanîzmayên taybet bên avakirin
NY di 26’ê Hezîranê de hişyarî da dewletan û got, li girtîgeh, kamp û herêmên pevçûnê jin û keç bi îşkenceyên zayendî re rû bi rû ne; ji bo lêpirsîneke bi bandor divê mekanîzmayên lezgîn bên avakirin.
-

Li girtîgeha Saweyê girtiyên siyasî dest bi greva birçîbûnê kirin
Li parêzgeha Navendî ya Îranê, girtiyên siyasî yên ku di xwepêşandanên meha Çileyê de hatibûn girtin, li dijî cezayên giran, îşkence û binpêkirina pîvanên darizandina adil, li girtîgeha Navendî ya Saweyê dest bi greva birçîbûnê ya komî kirin.
-

Sepîdeh Qalyan: Li girtîgeha Sepîdarê ya Ahvazê îşkenceya sîstematîk tê kirin
Çalakvana sivîl Sepîdeh Qalyan bal kişand ser rewşa giran a girtîgeha Sepîdarê ya Ahvazê û diyar kir ku girtiyên siyasî û zarokên keç di bin şert û mercên nemirovî de tên ragirtin û ev yek wekî “îşkenceya sîstematîk” tê meşandin.
-

Li Tirkiyeyê pergala perwerdehî alarmê dide
Komeleya Dêûbavên Xwendekaran (VELÎ-DER) rapora xwe ya dawiya sala xwendinê ya 2025-2026’an weşand. Di raporê de hat destnîşankirin ku ji ber krîza aborî û polîtîkayên îdeolojîk perwerdehiya giştî ber bi hilweşînê ve diçe.
-

Rêxistina Mafên Mirovan: Îran di warê îşkenceyê de di rêza herî metirsîdar de ye
Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê, bi boneya Roja Cîhanî ya Piştgiriya Qurbaniyên Îşkenceyê, derbarê rewşa girtiyan û diyardeya îşkenceyê de raporek weşand. Rêxistinê diyar kir ku Îran di nav 39 welatan de pergala îşkenceyê bikartîne.
-

Karesata avê li Şîrabadê: Rayedar hîn jî bêxem in!
Li Şîrabadê sedan malbat di germahiya havînê de bê av man. Çalakvan hişyariyê didin ku eger tedbîrên lezgîn neyên girtin, nebûna ava paqij dê bibe sedema karesateke mezin a tenduristiyê.
-

Derb li mafê penaberiyê: Biryara nû ya dadgeha bilind a DYE yê
Dadgeha Bilind a Emerîkayê rê da hikûmetê ku koçberan li ser sînorê Meksîkayê bi fîzîkî asteng bike û mafê serlêdanê ji wan bistîne.
-

Li Kongo: Zêdetirî hezar bûyerên piştrastkirî yên Ebolayê hatin tomarkirin
Li Efrîkayê belavbûna vîrûsa Ebolayê di asteke metirsîdar de zêde dibe. Di nav fikarên derbarê veguhastina nediyar û derketina nexweşiyê li derveyî herêmên belavbûnê de, rêxistinên navneteweyî hişyariyê didin parastinê didin.
-

Dayîkên Yemenê: Bila zarokên me bê şert bên berdan
Di çarçoveya kampanyaya “Ji îşkenceyê re na” de, Komeleya Dayîkên Revandiyan şahidiyên bi êş ên rizgarbûyên ji girtîgehan anîn ziman û daxwaza berdana bêşert û merc a hemû girtiyan kir.