rojane
-

Zanîngeha Rojava yekem pêşengeha zanistî lidar xist
Li bajarê Qamişloya Rojavayê Kurdistanê Zanîngeha Rojava 1’emîn Pêşengeha Zanistî lidar xist.
-

Bahoza tozê li Sîstan û Belûcistanê jiyan rawestand
Ji ber bahoza tozê ya dijwar û kêmbûna dîtinê, li gelek navçeyên parêzgeha Sîstan û Belûcistanê saziyên giştî û banka hatin girtin. Ajansa Meteorolojiyê hişyarî da ku ev krîza avhewayê dê heta dawiya heftê berdewam bike.
-

Piştî 6 mehan îfadeya midûrê polîsan ê berê hat girtin
Li navçeya Hezexê ya Şirnexê derket holê ku jinek ji aliyê midûrê polîsan ê navçeyê yê wê demê D.G. û Serkomîser C.A. ve rastî destdirêjî û gefan hatiye. Ligel ku parvekirina agahiyan ji ev şeş meh in dihat astengkirin.
-

Ebola bi Kongoyê re sînordar nîne
Li Komara Demokratîk a Kongoyê bûyerên Ebolayê zêde dibin, rayedarên tenduristiyê ragihandin ku hezar û 274 kes bi vîrûsê ketine û 360 kesan can daye. Belavbûna vîrûsê li herêmên rojhilat berfireh dibe û li Ugandayê sînordar e.
-

Li Suriyeyê bermahiyên şer jiyanê dikujin
Çavdêriya Sûriyeyê ya Mafên Mirovan ragihand ku di 24 saetên borî de ji ber bermahiyên şer 4 sivîlan jiyana xwe ji dest dane û 6 kes jî birîndar bûne.
-

Suzan Heme Seîd: Pêwîst e jin xwe rast perwerde bikin
Li Koyê, ji ber zihniyeta baviksalarî jin serlêdana dadgeh û saziyên ewlehiyê wekî “şerm” dibînin û ji qanûnê dûr dikevin. Seroka Yekîneya Karûbarên Yasayî Suzan Heme Seîd bal kişand ser kêmasiya hişmendiya hiqûqî û bê perwerdehiyê.
-

Zeynep Kinaci li Mexmûrê hate bîranîn
Bi pêşengtiya Tevgera Jinên Ciwan a wargeha penaberan a Mexmûrê têkoşer û fedaiya gelê xwe Zeynep Kinaci bi navê xwe yê din Zîlan Kinaci di salvegera xwe ya 30’emîn de hat bîranîn.
-

Di encama konferansê de 17 biryarên dîrokî hatin girtin
Konferansa ku Saziyên Zimanê Kurdî di bin dirûşma “Ji statuyê heta perwerdehiyê, ji bo muzakereyê çarçoveyeke nû” li Amedê hat lidarxistin bi biryara avakirina “Konfederasyona/Komuna Saziyên Zimanê Kurdî (KSZK)” bi dawî bû.
-

Çîgdem Kiliçgun Uçar: Ev wêne wêneya aştî û azadiya Birêz Ocalan e
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar di Mîtînga Azadiyê ya li Amed de diyar kir ku ji bo rê li ber azadiya Abdullah Ocalan vebe, divê rêziknameyên qanûnî neyên paşxistin û wiha got: “Ev wêne wêneyek aştî û azadiya Birêz Ocalan e”.
-

Konferansa Ziman: Divê rêveberiyên herêmî pêşengiya ziman bike
Di konferansa ziman de hat diyar kirin ku ji bo di nava civakê de hestiyariya ziman zêdetir bibe divê rêveberiyên herêmî navendên bîrê yên ziman, lêkolîn û parastina pir zimanî ava bikin.
-

Xwepêşanderên jin ên Efganî: YE binpêkirinên mafên mirovan rewa dike
Di 27’ê Hezîranê de tevgera ‘Jinên Xwepêşandar ên Bakur’ li deverek girtî li Kunduzê kom bun û pêşwazîkirina şandeyek Talîbanê li Brukselê ji aliyê Yekîtiya Ewropayê ve şermezar kirin. Vê yekê li dijî mafên mirovan û edaletê pênase kirin.
-

Platforma dîjîtal a nû ‘SosyoDîrok’ dest bi weşanê kir
Platforma “SosyoDîrok” ku dîrok, sosyolojî û felsefeyê tîne ba hev, bi rêya malpera sosyotarih.com’ê dest bi weşana xwe kir. Platform armanc dike ku li dijî vegotina dîroka fermî, perspektîfeke alternatîf û bîra civakî bixe navenda dîroknasiyê.
-

40 xwendekar bi tohmetên giran re rûbirû ne
Li Zanîngeha Tehranê pêleke nû ya zextên disiplînê û ewlehiyê li dijî xwendekaran dest pê kir. Li gorî raporan, herî kêm 40 xwendekar bi rêyên neqanûnî hatine gazîkirin û bi tohmetên giran re rûbirû mane.
-

Hejmara 174’an a Kovara Jinê cih da rêveberiyên herêmî
Hejmara 174’emîn a Kovara Jinê bi berga “Ji herêmî ber bi jiyana azad ve: Nexşerêya serdema nû ya jinan” derket pêşberî xwendevanên xwe.
-

Gwatir: Bêparbûna ji mafê herî bingehîn ê jiyanê
Krîza kêmbûna avê li bajarokê Gwatir yê li navçeya Daştiyarî didome. Ji ber nebaşiya dabînkirina ava vexwarinê, niştecih neçar in ava ne tendurist a çeşmeyê bikar bînin. Ev yek tenduristiya mirovan dixe xetereyê.
-

YRJ: Ragihandina jinên azad bingeha avakirina civakeke demokratîk e
Yekîtiya Ragihandina Jin (YRJ) bi boneya 6’emîn salvegera damezirandina xwe daxuyaniyeke nivîskî parvekir. YRJ’ê diyar kir ku jinên rojnamevan xwedî hêza avakirina civakek edalet û demokratîkin.
-

Mûnîre Ebûbekir: Sinetkirin êrîşek dijî rûmeta jinan e
Lêkolîner Mûnîre Mihemed ragihand ku di sala 2016’an de, du milyon jin hatine sinnetkirin, salane 400 hezar heta 500 hezar jin li çar aliyê cîhanê tên sinetkirin û got “Ev diyarde piştî hatina Îslamê li Herêma Kurdistanê derketiye holê.
-

Kovara ‘Afaq Al-Mara’ dengê jinên Kurd û Ereb dighîne hev
Kovara ‘Afaq Al-Mara’ ku bi zimanê Erebî weşanê dike, bala jinên welatên wek Mexrib, Tûnis, Lubnan, Misir û Yemenê kişandiye. Kovar xwe amade dike ku li Rojava, Sûriye û seranserî Rojhilata Navîn bighîje ber destê xwendevanên xwe.
-

Fermandar Klara Kobanê: Qebûlnekirina YPJ’ê qebûlnekirina îradeya jinan e
Fermandara Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) Klara Kobanê tekez kir ku qebûlnekirina YPJ’ê di pêvajoya entegrasyona demokratîk de tê wateya qebûlnekirina îradeya jinan û nîvcohiştina pêvajoya avakirina Sûriyeyeke demokratîk.
-

Ji Senatoya Fransayê hişyarî: Baviksalarî "projeyeke siyasî” û "gefeke ewlekariyê" ye
Senatoya Fransayê di raporekê de ragihand ku mêrsalariya tundrew êdî ne tenê meyleke civakî ye, lê belê wekî “projeyeke siyasî” û gefeke nû li ser ewlehiya neteweyî derketiye pêş; ku bi rêya torên civakî ciwanan armanc digire.