rojane
-

Newaya Jin bi sernavê ‘Azadî dê di riya ku wan li dû xwe hiştiye de bijî’ derket
Kovara Newaya Jinê di hejmara xwe ya Îlonê de bi sernaveke bi bandor derket pêşberî xwendevanên xwe. Kovara ku di vê hejmara xwe de cihekî berfireh dide têkoşîna azadiya jinan, pêvajoya aştî, civaka demokratîk, jineolojî, ekolojî û polîtîkayên şerê taybet
-

KJK: Divê jin li ziman û paşeroja xwe xwedî derkevin
Li dijî sînorkirina zimanê Kurdî ya di perwerdehiyê de, Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) bang li gelê Rojava û bi taybetî li jinan kir ku destkeftiyên Şoreşa Rojava biparêzin û destûrê nedin tu ferzkirinên asîmîlasyonê.
-

Mikurhatinên Talîbanê careke din rûyê rast ê pergala wan da xuyakirin
Daxuyaniyên waliyê berê yê Bamyanê Abdullah Serhadî ku bi hilweşandina peykerên Bûda serbilind e û li jinan heqaretê dike, careke din rûyê rast ê Talîbanê da xuyakirin. Çalakvanên mafên jinan destnîşan kirin ku ev zihniyet nîşaneya nefret û nezaniyê ye.
-

Li gundewarê Dêrazorê di encamê teqîna mayînê de 3 zarok jiyana xwe ji dest da
Mayînên li herêmên cuda yên Sûriyeyê, dibe sedema mirina sivîlan. Herî dawî di teqîna mayînekî ya li gundewarê Dêrazorê de 3 zarok û jinek di nav de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan.
-

Newroz Ehmed ji Nûjinhayê re axivî: Têkildarî hevdîtinên Şam-Rojava û YPJ’ê nirxandinên girîng
Endama Fermandariya YPJ’ê Newroz Ehmed, bersiv da pirsên edîtora me Avrîn Navdar û hevdîtina li Şamê û rojeva entegrasyona YPJ’ê nirxand. Hevpeyvîn wê sibê were weşandin.
-

Li Kongoyê şewba Ebolayê: Zêdetirî 2 hezar û 900 kesan jiyana xwe ji dest da
Belavbûna Ebolayê ya li Komara Demokratîk a Kongoyê veguherî şewba herî mezin û giran a dîroka welat. Bi gihiştina 6 hezar û 41 bûyerên piştrastkirî re, hejmara miriyan derket 2 hezar û 911’an.
-

Di lêpirsîna Gulistan Doku de polîsek hat girtin û 2 kes hatin berdan
Ji deh kesên ku di operasyona dawî ya lêpirsîna Gulistan Doku de hatin binçavkirin, polîsê binavger Gurkan Gurdal ê sewqî dadgehê hatibû kirin, hate girtin. Her wiha du polîsên binavger jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
-

Li Cezayîrê agir kêm dibe lê di encamê şewatê de 73 kes jiyana xwe ji dest da
Li 5 parêzgehên Cezayîrê bi dehan hezar hektar zevî û daristan bûn xwelî; 123 şewat derketin û 73 kesan jiyana xwe ji dest dan. Dema ku xebatên kontrolkirinê bi dawî dibin, pirsên li ser sedemên "gumanbar" ên şewatan hêj bersivê dixwazin.
-

Rejîma Îranê cezayê darvekirinê da 10 çalakvanan: Binpêkirin û bêdelîlî tê nîqaş kirin
Li gel biryara cezayê darvekirinê ya li dijî 10 çalakvanan, raporên mafên mirovan balê dikişînin ser binpêkirinên giran ên di pêvajoya darizandinê de. Her wiha di dosyayê de sînorkirinên li ser parêzeran û îdiayên îşkenceyê hene.
-

Li dijî biryara wezaretê xwendekar û mamosteyên Zanîngeha Rojava daxuyaniyek dan
Li dijî biryara hikumeta demkî ku li dibistanan hefteyê sê caran dersa bi zimanê Kurdî were dayîn, wendekar û mamosteyên Zanîngeha Rojava daxuyaniyek dan.
-

Pêşangeha "Firçeya Aştiyê" berxwedan û hêviya jinên Filistînî radixe ber çavan
Komeleya Mezûnên Filistînî bi beşdariya 22 hunermendên jin pêşangeheke hunerî bi navê "Firçeya Aştiyê" li dar xist. Di pêşangehê de 30 tablo hatin pêşandan ku tê de serpêhatî, hest û perspektîfên xwe yên derbarê jiyanê de bi rêya hunerê parve kirin.
-

DYE’yê êrîşî Îranê kir: Îranê ragihand ku dê bersiv bidin
Li gel êrîşên hewayî yên DYE’yê li dijî Îranê, li gelek welatên Rojhilata Navîn ji nû ve êrîşan dest pê kir. Fermandariya Navendî ya DYE’yê ragihand ku du amûrên fuzeyan ên Îranê li Girava Larak li Tengava Hurmuzê hedef girtine.
-

UN Women: Li Nepalê 157 hezar jin û keç bi pêşerojeke ne diyar re rûbirû ne
Lehiyên wêranker ên li Nepalê bandoreke giran li ser 157 hezarî zêdetir jin û keçan kir. Neteweyên Yekbûyî hişyarî da ku xetereya tundî û îstismarê li kampan zêde bûye û banga alîkariya lezgîn kir.
-

Kongra Star: Siyaseta darvekirinê ya Îranê nîşaneya bêçaretiya rejîmê ye
Kongra Star bi daxuyaniyek darvekirinên li girtîgehên Îranê şermezar kir û diyar kir ku zêdebûna dervekirinê ne nîşaneya hêzê, berovajî wê nîşaneya bêçaretiya rejîmê ye.
-

Komeleya Demokratîk a Jinên Mexribê: Divê hilbijartin bi awayekî adil bê meşandin
Komeleya Demokratîk a Jinên Mexribê rexne li pratîkên têkildarî birêvebirina namzedên ji bo hilbijartinên meclîsê kir û li ser bandora pere, wekheviya derfetan, temsîliyeta jinan û yekparçeyiya beşdariya siyasî hişyarî kir.
-

-

Aştî ne tenê nebûna şer e hebûna edaletê ye
Nakokiyên siyasî û nebûna baweriyê li Rojhilata Navîn her dem li pêşiya avakirina aştiyeke mayînde bûne astengiyên sereke. Lê belê gelê Kurd li herêmê, tevî xweparastina ji şer, her tim ji bo aştiyê hewl daye û daxwaza wê kiriye.
-

‘Sûriyeya nû divê bi pêkanîna perwerda bi zimanê dayîkê bê avakirin’
Mamoste û xebatkarên qada perwerdehiyê yên li Hesekê, gotin ku “Sûriyeya nû divê ne bi sînorkirina zimanên gelan, bi garantîkirina mafên wan û pêkanîna perwerdehiya bi zimanê dayîkê bê avakirin.”
-

Li Mexmûrê perwerdeya wênesaziya havînê bi merasîmekê dawî bû
Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê, dewreya perwerdeya wênesaziyê ya ku sê mehan bi beşdariya zêdetirî 70 zarokan dom kir, bi merasîmeke rengîn û coş bi dawî bû.
-

Meryem Seîdpûr bi rêze wêneyên şer xelata navneteweyî wergirt
Wênekêşa Îranî Meryem Seîdpûr, bi rêze wêneyên xwe ya "Hembêzkirinek bi êş" ku di dema şer de li Tehranê kişand re, di Xelatên Wênekêşiyê yên Navneteweyî yên 2026’an de wekî "Wênekêşa Hunerên Bedew a Salê" hate hilbijartin.