'Tevgera jinê ya Filistînê ji bo pêşerojeke wekhev bi biryar e ku li ber xwe bide'
Aktîvîsta mafên jinan a Fîlîstînî Rîma Nezal bal kişand ser îradeya jinên Fîlîstînî ya di berxwedanê de û destnîşan kir ku tevgera jinên Filistînî di vî warî de serkeftinên girîng bi dest xistine.
NEXEM KERACE
Xeza – Jinên Xezayê tevî şert û mercên dijwar li dijî êrîşên ku Îsraîlê ev salek û nîv zêdetir e dimeşîne, têdikoşin. Li hemberî bêdengiya dewletên navneteweyî û welatên ereb, aktîvîstên mafên jinan ên Filistînî têkoşîna xwe ya ji bo mafan duqat dikin.
Aktîvîsta mafên jinan a Fîlîstînî Rîma Nezal diyar kir ku tevgera jinê ya Filistînê ji ber şerê ku diqewime bi zehmetiyên mezin re rû bi rû ye û got: “Ji ber êrîşên Îsraîlê yên li ser Zîvala Xezayê mal, nexweşxane, dibistan, îbadetxane, navendên çandê û binesaziyê bi temamî hilweşiyan. Di êrîşan de hemû beşên civakê dibin hedef. Êrîş ji Zîvala Xezayê heta Şerîa Rojava jî didomin. Îsraîla ku li Zîvala Xezayê polîtîkaya qirkirinê dimeşîne, gel koçber dike.”
‘Tevgerên jinê yên Filistînê berxwedana xwe bi israr berdewam dike’
Rîma Nezal anî ziman ku di demên berê de doza sereke û navendî ya welatên Erebî Filistîn bû û wiha berdewam kir: "Piştgiriya welatên Ereb dibe ku gelek faktoran bi xwe re bîne. Tevî hemû zehmetiyan jî tevgerên jinên Filistînê berxwedana xwe bi israr dewam dike û çalakvanên jin dikarîbûn gelek destkeftiyan bidest bixin. Me gelek daxuyaniyên balê dikşînin ser azarên jinên Filistînê dane. Armanca me belavkirina hişyariyê ye. Me di xebatên xwe de balkişand kiryarên li dijî jinên Filistinî, her wiha ji bo piştgiriyê banga komkirina îmzayan da destpêkirin. Me gelek konferans û çalakiyan lidarxist. Her wiha me çalakvanên jin beşdarî konferansên navneteweyî û welatên Ereb kirin daku rastiyên li ser rûyê erdê derxin û bandorên dagirkerî û şer li ser jinên Filistînê zelal bikin."
‘Baweriya jinan têkoşîna ji bo mafên xwe xurt dike’
Rîma Nezal di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku ew di Adara 2023’an de tevlî cîvîna komîteya jin ya Netewên Yekbûyî bûye û di vê cîvînê de şerê qirkirinê ku li ser gelê Filistinê tê kirin aniye ser ziman her wiha balkişandiye bandora şer ya li ser jin û zarokan. Di heman wextê de beşdarî civîna dadgeha cîhanî jî bûye, di vir de jî ji balkişandiye şerê li Xezayê û qetilkirina sîvîlan.
Rima Nezal diyar kir ku piştgiriya navneteweyî di heman demê de girêdana jinan xurt dike û iha pê de çû: “Ev girêdan hêviya me ya jiyaneke xweş xurt dike. Ev bawerî îradeya jinan a berdewamkirina têkoşîn û xebata ji bo mafên xwe xurt dike. Tevgera jinan a Filistînê di wê baweriyê de ye ku dê guhertin çêbibin. Em hêvî dikin ku hevgirtina Ereb û navneteweyî ji bo piştgirîkirina doza Filistînê bi hêztir be. Têkoşîna jinên Filistînî ne tenê bi daxwaza mafên xwe ve sînordar e, di heman demê de beşeke ji têkoşînek mezin a ji bo bidestxistina azadî û wekheviyê ji bo hemû gelê Filistînê ye. Aktîvîstên jin ên Fîlîstînî îradeya xwe didomînin. Jinên Filistînî di berxwedana xwe de bi biryarin û hêviya pêşerojeke wekhev ji bo hemûyan pêk tînin."