Navenda Nûçeyan – Rojnamegera Îtalî Cecilia Sala ku di rojnameya Il Foglio û platforma podkasta Chora Media de dixebitî û ji bo çêkirina nûçeyan çûbû Îranê, roja 19’ê Kanûnê li Tehranê hatibû girtin û wê biribûn Girtîgeha Êvînê ya ku girtiyên siyasî tê de ne.
Ofîsa Serokwezîrê Îtalyayê Giorgia Meloni ragihand ku rojnamegera Îtalî Cecilia Sala ku li Girtîgeha Evîn a paytexta Îranê Tehranê girtîbû, hatiye berdan.




