Raportora Taybet a NY: Hedefa Îsraîlê tunekirina Filistîniyan e

Raportora Taybet a Neteweyên yekbûyî diyar kir ku Îsraîl êrişên xwe yên li ser Zîvala Xezayê bi armanca ‘Tunekirina Filistîniyan’ bi pêvajoyeke ‘qirkirinê’ ya ku daye pêşiya xwe dimeşîne.

Navenda Nûçeyan- Êrişên Îsraîlê yên li ser Zîvala Xezayê ji 7’Cotmehê 2023’an û vir ve bênavber berdewam dikin. Di êrişan de nêzî 17 hezar û 210 zarok, 11 hezar û 742 jin, 43 hezar û 61 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dan.

Raportora Taybet a Neteweyên Yekbûyî (NY) Francesca Albanese, ya ku ji bo şopandina rewşa mafên mirovan ên li herêmên Filistînê wezîfeda re, êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê weke ‘qirkirin’ bi nav kir. Firancesca Albanese, diyar kir ku Îsraîl armanc dike Filistîniyan ‘bi temamî’ ji holê rake û axa wan dagir bike.

‘Siyasetek demdirêj û rêxistinkirî dimeşîne’

Francesca Albanese destnîşan kir ku pêkanînên li diji Filistîniyên ku axa wan ji sala 1967’an ve hatiye dagirkirin, polîtîkayeke demdirêj û plankirîye, êrişa Îsraîlê ya dijî Filistîniyan  weke ‘bi awayê rojane biçukxistin, komkujî, koçberiya bi darê zorê, cudakariya nijadî apartheîd’ pênase kir. Francesca Albanese, diyar kir ku Îsraîl bi pevçûnan hewl dide daxwazên xwe yên siyasî pêk bîne.