Li Tûnisê keştiya koçberan noqî avê bû: 40 kes mirin
Li Tûnisê keştiyek koçberan noqî avê bû û di encamê de zarok jî di nav de herî kêm 40 kes jiyana xwe ji dest dan.
Tûnis – Di 22’ê Cotmehê de li peravên bajarê Mahdiya ya li Tûnisê, keştiyek koçber noqî avê bû û di encamê de zarok jî di nav de herî kêm 40 koçber jiyana xwe ji dest dan.
Hat diyar kirin hemû kesên di keştiya nêzî 70 koçberan hildigirt de, ji welatên Efrîkaya Bin Sahra hatine.
Di qezayê de nêzî 30 kes hatin rizgarkirin û cenazeyên koçberên din jî hatin dîtin. Ekîbên lêgerîn û rizgarkirinê li herêmê xebatên xwe didomînin.
Nêzî 2 hezar koçber jiyana xwe ji dest dan
Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî, di sala 2023’an de zêdetirê 210 hezar kes hewil dane li ser Deryaya Navîn bigihîjin Ewropayê. Ji wan nêzî 60 hezar kes hatin girtin û vegerandin û nêzî 2 hezar kes jî li deryayê jiyana xwe ji dest dan.