Li Mexmûrê perwerdeya wênesaziya havînê bi merasîmekê dawî bû

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê, dewreya perwerdeya wênesaziyê ya ku sê mehan bi beşdariya zêdetirî 70 zarokan dom kir, bi merasîmeke rengîn û coş bi dawî bû.

Mexmûr – Ji bo zarokan huner û xêzkirin ne tenê lîstik e; ew amûreke derbirînê ye. Zarokên ku di bin şert û mercên zehmet de dijîn, bi rêya wênesaziyê hest, tirs û hêviyên xwe yên hundirîn derdixin holê. Ev yek trawmayên derûnî kêm dike û baweriya wan bi xwe tîne.

Zêdetirî 70 zarok beşdar bûn

Di vê çarçoveyê de; li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr), dewreya perwerdeya wênexêziya havînê ku ji aliyê Atolyeya Şehîd Delîla ve hatibû organîzekirin, bi merasîmeke coş û geş bi dawî bû. Perwerdeya ku sê mehan dom kir û zêdetirî 70 zarok beşdar bûn, di roja dawî de bi bernameyeke dewlemend pêk hat.

Merasîmê bi deqeyek rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdên azadiya Kurdistanê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê, li ser navê atolyeyê Ayten Sure axaftinek kir.

‘Em kêfxweş in ku zarok beşdarî atolyaya havînê bûn’

Ayten Sure bal kişand ser girîngiya pêşxistina hunera zarokan û wiha got: “Di werzê havînê de atolyeya me derfetê dide hemû zarokên wargehê ku hunera xwe pêş bixin. Her wiha em gelek kêfxweş in ku ewqas zarok beşdarî perwerdeya atolyayê bûn. Em spasiya hemû mamoste û malbatan dikin ku di vê pêvajoyê de kedeke mezin dan.”

Piştî axaftinê, sînevîzyona ku ji dîmenên pêvajoya perwerdeya zarokan pêk dihat, hat nîşandan. Bername bi stranên ku ji aliyê komên Çand û Hunera Mexmûr û Stêra Zêrîn ve hatin pêşkêşkirin, bi dawî bû.