Li Hesekê şahiya 4’ê Nîsanê

Meclîsa Jinê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), bi mebesta nêzîkbûna rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, şahiyek lidar xist.

Li Hesekê şahiya 4’ê Nîsanê

Hesekê – Bi mebesta nêzîkbûna Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ku 4’ê Nîsanê ye, Meclîsa Jinan a Partiya Yekîtiya Demokratîk( PYD) şahiyek li taxa Kebaba ya bajarê Hesekê organîze kir. Di şahiyê de hevserokên jin ên saziyên civakî yên sivîl, Kongra Star û partiyên siyasî amade bûn. Piştî deqeyek rêzgirtin, Rêveberiya Meclîsa Jinan a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Hemdiya Şemdîn axivî.

‘Tenê Rêber Apo dikare vê krîzê çareser bike’

Hemdiya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan li tevahî jinan pîroz kir û wiha got: “Rojbûna Rêbertiya me rojbûna hemû gelê azadîxwaz e. Di serî de em li dayîka wî pîroz dikin û ji bo tevahî gelê Kurd roja vejîn û azadiyê pênase dikin.” Hemdiya da zanîn ku Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan rêberek xelasiya mirovahiyê ya ji bindestî û zilimdariyê ye û wiha got: “Pêvajoya ku Sûriye tê de derbas dibe, pêvajoyek pir hesas e. Ev pêvajo û krîza ku derdikeve holê, tenê Rêber Apo dikare çareser bike. Ji bo wê, di vê pêvajoyê de ji jinan tê xwestin ku xwe bêtir xwebirêxistin bikin û xwedî li banga dîrokî derkevin da ku em bibin bersiv ji vê pêvajoyê re.”

Şahî piştî axaftinê bi gerandina govendan berdewam kir.

Bêtir vîdeo temaşe bikeHemû vîdeoyên nûçeyên me li cihekî.