Li bajarê Dêrîkê şanoyek ji zarokan re hate pêşandan

Komîna Şano û ya Fîlm li bajarê Dêrikê ji bo ku zarok xwedî li Zimanê Kurdî derkevin û di heman demê de bi zimanê xwe fêr bibin şanoyek li darxistin.

Dêrik – Bi boneya 15’ê Gulanê roja Cejna Zimanê Kurdî  û di bin diruşmeya ‘Zimanê me hunera me ye’ Komîna Şano û ya Fîlm a Rojava li navenda Dîcle a Çand û Huner ê ya bajarê Dêrikê şanoyek li darxistin. Armanc ew e ku zarok xwedî li paqijiya diranên xwe derkevin û her wiha xwedî li Zimanê Kurdî derkevin û di heman demê de bi zimanê xwe hîn bibin û biaxivin. Bi dehan zarok û endamên navenda Çand û Hunerê beşdarî şanoyê bûn.  

Di şano de du çalakî hatin pêşkêş kirin.

Komîna Şano şanoyek bi navê  “Dadgeha Pagijiyê” pêşkêş kirin, di şanoyê de ji zarokan re hat diyar kirin ku çawa diranên xwe paqij bikin û parastina wan bikin.

Her wiha Komîna Fîlm a Zarokan sinevîziyonek di bin navê “Hespê Azad” bi Zimanê Kurdî ji zarokan re pêşkêş kirin.