Li Îspanyayê kelehek nêzî 5 hezar salî hat dîtin
Li başûrê rojavayê Spanyayê keleheke dîrokî ku tê texmînkirin derdora 5000 salî ye, hat dîtin. Tê gotin ku ev keleh wek goreke leşkerên Romayê hatiye bikaranîn.
![](https://jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2025/02/20250211-1406921-bqaya-qlt-mrha-5000-am-fy-asbanya-webpabc789-image.jpg)
Navenda Nûçeyan – Keleha ku şiklê wê pêncalî ye, bi sîstemek sûra sêqatîn, 25 birc û sê xendekan dihat parastin. Arkeologan li vir serê tîran, tivir, amûrên keviran hûr dikin, dîzik û bermayiyên tevnan dîtin. Şopên depoyek avê û stargehek, nîşan dide ku li vir demeke dirêj mirov mane.
Tê texmînkirin ku avahî ji bo armancên leşkerî hatiye bikaranîn û bûye qada pevçûnên tund. Ev keşif, derbarê pergalên parastinê yên serdema zû yên li Nîvgirava Îberê de agahiyên girîng dide.
Deriyên şewitandî di dîwar de hatine veşartin
Ev keşif di malpera bi navê ‘Archaeology’ de hat nîşandan. Li gor lêkolînvanan ev keleha yekem car li ser girek ku bilindahiya wê 314 metre ye hatiye avakirin e. Di awayê wê yê orjînal de dîwarên kerpîç ên 1,3 - 1,5 metre qalind in. Deriyê wê yê daketinê jî wek pençika kêvjalê ye. Lêkolînvanan dan zanîn ku navê vê kelehê Cortijo Lobato ye û tiştê herî balkêş ê di vê kelehê de lê rast hatine, deriyên di nav dîwarên kerpîç de hatine veşartin in. Lêkolînvan dibêjin ku ev derî şewitî ne, lê tiştê balkêş, keleh gelek dûrî cîhê ku tiştên bibin sedema şewatê lê ne ye. Ev jî nîşan dide ku şewat bi xwe derneketiye, di encama êrîşek li hember kelehê de derketiye.
Cesedê mêrek bi xencer hat dîtin
Di encama xebatên kolandinê de, li nêzî xendekên parastinê cesedê mêrek hat dîtin. Arkeolog dibêjin bi îhtîmalek mezin ev leşkerek Romayê ye. Cesed, serdevokî û li pişta wî jî xencerek çikilandî ye. Bi tevî vê xencera ku wek Pugio tê binavkirin hatiye definkirin. Ev xencer jî têkildarî dawiya sedsala 1’emîn a Beriya Zayînê tê dîtin. Li gor César Pérez ev kes dibe ku leşker be, ji ber ku Pugio, xencerek standart a ji aliyê lejyonerên Romayê ve hatiye bikaranîn bû.