Jin û zarok di navenda krîza mirovî ya Efganistanê de ne
Di navbera xizanî, bêparbûn û qedexeyên berfireh de, UNICEF’ê ragihand ku ew hewl didin herî kêm xizmetên perwerde û tenduristiyê ji bo jin û zarokên Efganistanê biparêzin.
Navenda Nûçeyan – Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) ragihand ku tevî berdewamiya qedexeyên li ser jin û keçên li Efganistanê, bi deh hezaran zarok ji bernameyên perwerdê û xizmetên piştgiriyê sûd wergirtine. Rêxistinê got ku lê krîza mirovî, xizanî û bêparbûna berfireh hîn jî bi milyonan zarok û jinan di bin rîskê de dihêle.
‘Perwerde di bin siya qedexeyê de ye’
UNICEF’ê di raporta xwe ya rewşa mirovî ya Efganistanê de ji bo heyama 1 heta 31’ê Gulana 2026’an ragihand ku di vê mehê de nêzîkî 43 hezar zarok li Efganistanê ji bernameyên perwerdehiya civakî sûd wergirtine û ji sedî 60’ê wan keç in.
Ev bername di şert û mercên weha de tên meşandin ku keçên Efganistanê hîn jî piştî pola 6’an ji berdewamkirina xwendina xwe bêpar in û qedexeyên ku ji aliyê Talîbanê ve li ser perwerde û karê jinan hatine sepandin, gihîştina wan a bi derfetên bingehîn ên jiyanê, bi giranî sînordar kiriye.
UNICEF’ê tekez kir ku perwerdehiya li ser bingeha civakê ji bo gelek zarokan, bi taybetî ji bo keçan, bûye yek ji kêm rêyên mayî yên gihîştina perwerdê û wiha got: “Rêyeke ku di nav krîza berfireh a mafên jinan û girtina gelek derfetên perwerdehiya fermî de berdewam dike.”
Bi sed hezaran kes di bin sîwana piştgiriyên civakî û derûnî de ne
Li gorî vê raporê, UNICEF’ê ligel şirîkên xwe di Gulana 2026’an de pêşkeşkirina xizmetên piştgiriya zarokan û rûbirûbûna tundiya li ser bingeha zayendî ji bo 229 hezar û 53 kesan peyda kiriye.
Ev xizmet, piştgiriyên derûnî û civakî, birêvebirina dozên kesên zirar dîtine û hewlên ji bo jinûve yekkirina endamên malbatan li xwe digre. Zêdebûna birînên derûnî, tundî û bêparbûna jin û zarokan wek encamên berdewamiya krîza mirovî li Efganistanê hatine binavkirin.
Bi hezaran zarok li benda derman in
UNICEFê her wiha ragihand ku zêdetirî 3 hezar û 500 navendên pêşkêşkirina xizmetên xwarinê li Efganistanê çalak bûne û 25 hezar û 738 zarokên ku bi kêmasiya xwarinê ya giran û navîn dinalin, ji bo dermankirinê di van navendan de hatine qebûlkirin.
Kêmasiya xwarinê ya zarokan li Efganistanê hîn jî wek yek ji metirsiyên sereke yên saziyên alîkariyê yên navdewletî dimîne. Krîzek ku bi zêdebûna xizaniyê, kêmbûna şiyana aborî ya malbatan û neewlehiya xwarinê hîn girantir bûye.
Alîkariya diravî ji bo malbatên kesên zirardîtî
Di beşa alîkariyên diravî de, UNICEF’ê ragihand ku 20 hezar û 821 malbatan li çar parêzgehên Efganistanê alîkariya darayî stendine. Bi giştî 132 hezar û 103 kesan ji van bernameyan sûd girtine ku di nav wan de 84 hezar û 988 zarok û hezar û 114 kesên astengdar hene.
Ev alîkarî bi armanca kêmkirina zextên aborî yên li ser malbatên xizan û peydakirina hewcedariyên wan ên seretayî hatine pêşkêşkirin. Lê saziyên alîkariyê hişyariyê didin ku qebareya hewcedariyan li Efganistanê pir ji çavkaniyên heyî zêdetir e.
Xizmetên tenduristiyê ji bo milyonan kesan
UNICEF’ê diyar kir ku di meha Gulanê de, piştgiriya pêşkêşkirina xizmetên tenduristiyê yên bingehîn li her 34 parêzgehên Efganistanê kiriye. Ev xizmet bi rêya 2 hezar û 393 navendên tenduristiyê yên sabît û 16 navendên gerok hatine pêşkêşkirin û zemîna gihîştina zêdetirî 6.5 milyon kesan bi xizmetên dermankirinê peyda kiriye.
Tevî vê yekê jî, Neteweyên Yekbûyî ragihand ku krîza mirovî ya Efganistanê hîn jî yek ji mezintirîn krîzên cîhanê tê hesibandin. Li gorî bernameya alîkariyên mirovî ya Neteweyên Yekbûyî ya ji bo sala 2026’an, nêzîkî 22.9 milyon kes li Efganistanê hewceyî alîkariya lezgîn in ku nêzîkî 12 milyon ji wan zarok in.
‘Jin û zarok di navenda krîza mirovî ya Efganistanê de ne’
Neteweyên Yekbûyî hişyarî da ku li Efganistanê krîza aborî, neewlehiya xwarinê, kêmasiya xwarinê û qedexeyên berfireh ên civakî, bi taybetî li ser jin û zarokan, ji sedemên sereke yên zêdebûna hewcedariyên mirovî ne.
Di şert û mercên ku jin ji gelek qadên perwerdehiyê û kar hatine dûrxistin û keç ji mafê berdewamkirina xwendinê bêpar mane de, alîkariyên mirovî yên UNICEF’ê û saziyên din ên navdewletî tenê beşek ji valahiyên ku ji ber krîza kûr a mirovî li wî welatî derketine holê dinixumînin. Krîzek ku paşeroja milyonan zarokan, bi taybetî ya keçan, bi rîskên cidî re rûbirû kiriye.