Gelê Qamişloyê ji bo dîlgirtiyan meşek li darxistin

Bi pêşengtiya Platforma çalakiyên hevbeş û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li Qamişlo di derheqê rewş, jiyan, ewlehî û tenduristiya dîlgirtiyan de meşek li darxistin.

Qamişlo – Di 6`ê Çileya îsal de hêzên Hikumeta demkî êrîşî taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê kirin. Armanca wan ji van êrîşan qirkirin û tune kirina Gelê Kurd bû. Her wiha HTŞ’ê pêla êrîşên xwe li ser heremê berfirehtir kir. Li Bramberî van pêlên êrîşê yên dijwar gelê herêmê bi Şervan, zarok û jinên Kurd berxwedaniyekî bêhempa ji bo mîsogerkirina hebûna Kurdan dan meşandin.

Berxwedan û tekoşîna gelê herêmê rê li pêşiya qirkirina gelê Kurd girt. Di nava vî şerî giran de gelek şervan û ciwan dîl hatin girtin. Zêdetirî hezar û 70 kes dîlgirtî ne.

Meş ji stadyuma 12’ê Adarê dest pêkir heya pêşiya avahiya netewên Yekbûyî. Meş bi tevlîbûna sedan şêniyên bajarê Qamişlo, malbatên dîlgirtiyan, saziyên Rêveberiya Xweser, sazî û tevgerên jinan beşdarî meşê bûn. Di meşê de dawxaza malbatên dîlgirityan ew bû ku çarenûsa zarokên xwe bizanbin û di demeke nêz de tevahî dîlgirtî bên berdan.

‘Daxwaza me daxwazeke mirovî ye’

Li ser navê malbatên dîlgirtiyan Amed Hesen axivî û got: “Wekî malbatên dîlgirtiyan ev du meh in bi tu awayî peywendiya me bi zarokên me re nîne. Daxwaza me ew e ku di demeke nêz de zarokên me yên girtî bên berdan, ji ber ku ev girtin bandoreke rasterast li ser deruniya malbatan dike. Daxwaza me daxwazeke mirovî ye. Em bang dikin ku ev pirsgirêk li gorî qanûnên navnetewî yên ku mafên girtiyan mîsoger dike û ewlehiya wan diparêze bê çareserkirin.”