Dosyayên sûcên dewleta Tirk pêşkêşî saziyên navneteweyî kirin

Nûnerê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê yê Ewropayê Ebdulkerîm Umer, da zanîn ku wan dosyayên der barê êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê de pêşkêşî saziyên navneteweyî kirine.

Dosyayên sûcên dewleta Tirk pêşkêşî saziyên navneteweyî kirin

Navenda Nûçeyan - Nûnerê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yê Ewropayê Ebdulkerîm Umer, da zanîn ku wan dosyayên der barê êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê, hedefgirtina sivîlan û sûcên wan ên din pêşkêşî saziyên navneteweyî kirine.

Ebdulkerîm Umer têkildarî mijarê agahî da ANHA’yê diyar kir ku wan belge û agahiyên der barê êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Suriyeyê, komkujiyên wan ên li dijî sivîlan, hedefgirtina binesazî û saziyên xizmetguzariyê de kom kirine û hemû belge weke dosya amade kirine, pêşkêşî Parlamentoya Ewropayê, saziyên din ên Yekitiya Ewropayê, Neteweyên Yekbûyî (NY), wezaretên karên derve yên welatên Ewropayê û rêxistinên mafên mirovan kirine. Ebdulkerîm Umer anî ziman ku ew bi taybetî êrişên dagirkeran ên li ser Bendava Tişrînê û qetilkirina sivîlan rojane weke dosya pêşkêşî van saziyan hemûyan dikin.

Ebdulkerîm Umer anî ziman ku saziyên pêwendîdar dosyayan digrin lê heta niha helwestek cîdî derneketiye holê û bêdengiyek heye. Ev bêdengî dibe sedem ku zêdetir sûc werin kirin.