Navenda Nûçeyan- Dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” ku li ser dîwarê jinan ji bo bîranîna jinên li ODTU hatin qetilkirin nivîsandî hat reşkirin. Xwendekaran dirûşm ji nû ve nivîsandin û gotin: "Ev dirûşma parastina jin, jiyan û azadiyê çiqasî hewl tê dayîn bê veşartin jî wê bibe yek ji dirûşmeyên girîng ên bilindkirina têkoşîna jinan a li tevahiya cîhanê."
Di daxuyaniya xwendekaran de hat wiha gotin: "Şeva borî li ser vî dîwarî ji aliyê gelek kesan ve dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' hate xêzkirin, em daxwaza aştiyê ya jinan bilind dikin û têkoşîna jinan a navneteweyî dimeşînin. Ji dema ku em hatin ber vî dîwarî heta niha jinek din hat qetilkirin, îro jî Rojîn hat qetilkirin." Ev dirûşma ku jin, jiyan û azadiyê diparêze, her çendî hewl tê dayîn bê veşartin jî wê bibe yek ji dirûşmeyên girîng ên bilindkirina têkoşîna jinan a li hemû cîhanê."




