2 rojnamegerên hatibûn binçavkirin hatin girtin
Rojnameger Bîlge Aksu û Mehmet Uçar ku di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Eskîşehîrê de hatibûn binçavkirin hatin girtin.
![](https://jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2024/11/20241129-20241129-690x390cc-eskisehir-gazeteciler-tutuklandi-jpgf59e18-image-jpgbb3349-image.jpg)
Navenda Nûçeyan - Îfadeyên ên rojnamegerên ku di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Eskîşehîrê de li gelek bajaran di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin û anîn Eskîşehîrê temam bûn.
Ji rojnamegerên bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin Bîlge Aksu û Mehmet Uçar hatin girtin, Serap Guneş, Erdogan Alayumat û Tugçe Yilmaz jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
Rojnameger Bîlal Seçkin, Suzan Demîr û Havîn Derya ku bi daxwaza kontrola edlî sewqî edliyeyê hatin kirin, bi biryara kontrola edlî ji edliyeyê hatin berdan.