rojane
-

Rejîma Îranê li cihên cûda çar jin girtin
Hêzên Îstixbarata Îranê, li gundê Kesnezan ê ser bi bajarê Seqizê ve jinek Kurd binçav kir. Li Esfehanê jî li sê xwepêşanderên jin cezayên girtîgeh û darvekirinê hate birîn.
-

Zanîngeha Exeter dê qursa Kurdî ya serhêl bide
Zanîngeha Exeter a Îngilîstanê, dê ji bo kesên ku dixwazin Kurdî fêr bibin, qursek serhêl a 10 hefteyî pêşkêş bike.
-

UNICEF: Ji pênc ciwanan yek rastî tacîza dîjîtal tê
Li gorî lêkolîna UNICEF’ê, di qada dîjîtal de tacîza zayendî li dijî zarok û ciwanan her diçe belavtir dibe û gelek caran kiryar kesên herî nêz in.
-

Krîza xwarinê ya li Yemenê kûrtir dibe: Gefa birçîbûnê heta 2027’an didome
FEWS NET diyar kir ku şerê li Yemenê û êrîşên li ser benderan binesaziyê wêran dikin, bi hezaran karkeran bêpar dihêlin û bajarên wekî Hudeyde û Taîzê dixin nava krîzeke awarte ya birçîbûnê.
-

Hezar û 477 Efganî ji Îran û Pakistanê hatin dersînorkirin
Komîsyona Karûbarên Penaberan a Talîbanê ragihand ku di demjimêrên dawî de hezar û 477 Efganî ji Îran û Pakistanê hatine dersînorkirin. Kesên ku vedigerin, bi şert û mercên jiyanê yên dijwar û nebûna xizmetên bingehîn ên li welêt re rûbirû ne.
-

Zext û gefên li ser parêzerên li Îranê zêde dibin: 20 doz hatine vekirin
Li Îranê parêzerên ku di dozên siyasî û xwepêşandanan de cih digrin, rastî zext, gef û êrîşan tên. Saziya Baroya Farsê ragihand ku li 20 parêzeran doz hatine vekirin.
-

Li Sûriyeyê di 8 mehan de 249 kes bi bermahiyên şer mirin
Li gorî daneyên SOHR’ê, ji destpêka salê heya Îlonê li Sûriyeyê ji ber teqemenî û mayînên şer 249 kesan jiyana xwe ji dest dane û 388 kes jî birîndar bûne ku piraniya wan zarok û mêr in.
-

Rapora DFG’ê ya Tebaxê: Mafê ragihandina azad hat binpêkirin
DFG rapora meha Tebaxê ya binpêkirina mafan a li dijî rojnamevanan weşand. DFG di raporê de diyar kir ku di meha Tebaxê de jî mafên rojnamevan û ragihandina azad hatiye binpêkirin.
-

Xelatgirên Nobelê û Cîhanî: Ji bo Aştiyê Azadiya Abdullah Ocalan Şert e
Hejmarek xelatgirên Nobelê û kesayetên navneteweyî destnîşan kirin ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo pêvajoya aştiyê xaleke diyarker e û banga gavavêtinê li Tirkiyeyê kirin.
-

Li Yemenê dayîka pitikek sê mehî hat kuştin
Li navçeya Heyfan a Taizê xortekî hevjîna xwe ya dayîka pitikek keçik a sê mehî kuşt. Piştî bûyerê zilam reviya û hat ragihandin ku têkildarî bûyerê hêzên ewlehiyê ji bo girtina kujer lêgerînê didomînin
-

Rêxistinên mafên jinan û mirovan: Serhildana“Jin Jiyan Azadî”xala werçerxê ye
Bi nêzîkbûna salvegera 4’emîn a serhildana “Jin Jiyan Azadî” re, gelek rêxistin û saziyên mafên jinan û mirovan bi daxuyaniyeke hevpar diyar kirin ku tevgerê tabûyên demdirêj şikandine û tekezî li ser girîngiya hevgirtina jinan kirin.
-

Bêgerd Mihemed: Li Başûrê Kurdistanê zêdetir jin ji krîzan bandor dibin
Herêma Federal a Kurdistanê, di nava krîza siyasî, aborî û civakî de ye. Çalakvana mafên jinan Bêgerd Mihemed got ku krîz bandorê li jinan dike ger çareser nebe dê ji bo perwerde û malbatan bibe sedema pirsgirêkan.
-

Çalakgerên Mexmûrê: Em bi felsefeya Rêber Apo mezin bûne
Li ser çalakiya nobetê ya ku li Wargeha Penaberan a Mexmûrê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, 1141 roj derbas bûn. Koma nû ya 219’an nobet dewr girt.
-

Wê li Stenbolê "Konferansa Keda Jinê" were lidarxistin
Di konferansa ku dê di 17-18’ê Cotmehê de li Stenbolê bê lidarxistin de, dê keda jinan a bê mûçe, karê malê û polîtîkayên nû yên tevgera femînîst ji aliyê pêkhateyên cûda ve bên nîqaşkirin.
-

Werzîşvanên Mexrîbê li pey hev serdikevin
Werzişvana kareteyê Şeyma El Haytî, di pêşbirka li Îtalyayê de ji Mexribê re madalyayek zêr da qezenç kirin. Ev serkeftinên li pey hev, bilindbûna werzîşên Mexribê nîşan dide û moralê dide tîma Mexribî.
-

Li Kongoyê bîlançoya Ebolayê giran dibe: Mirî ji 3 hezarî derbas bûn
Li Komara Demokratîk a Kongoyê hejmara kesên ku ji ber şewba Ebolayê mirin ji 3 hezarî derbas bû û hejmara bûyerên piştrastkirî gihişt 6 hezar û 186 kesan. Rêjeya mirinê jî derket ji sedî 48,6.
-

Li Îranê qeyrana avê didome: Li 58 bajaran stresa ava vexwarinê tê jiyîn
Tevî nîşanên başbûnê yên di rewşa çavkaniyên avê de jî, li hin herêmên Îranê qeyrana kêmbûna avê berdewam dike û zextên li ser çavkaniyên dabînkirina avê zêde dibin.
-

Hejmara miriyan li Xezayê derket 73 hezar û 470 kesan
Hejmara kesên ku di şerê Xezayê de mirin, gihîşt 73 hezar û 470’yan. NY’ê hişyarî da ku ji ber nêzbûna demsala baranê, xirabûna pergala kanalîzasyonê û qedexeyên li ser gihandina kelûpelên bijîşkî û alîkariyên mirovî, xeteriyên tenduristiyê dê zêde bibin
-

Li Efganistanê hemû awayên xwepêşandanan hatin qedexekirin
Berdevkê Talîbanê, diyar kir organîzekirina xwepêşandanan “bi sîstema Îslamî re nelihevhatî ye” û ragihand ku li Efganistanê her cure xwepêşandan qedexe ne. Ev daxuyanî, piştî pejirandina qanûna nû ya "Şûrta" hat dayîn.
-

Rapora NY’ê: Germbûna kurewî dikare di nava çend salan de pileya 1.5 derbas bike
Li gorî raporek nû ya Bernameya Jîngehê ya NY’ê, cîhan dikare di çend salên pêşiya me de sînorê germbûna 1.5°C derbas bike. Rêxistinên avhewayê, tekez dikin ku ev ji bo Tirkiyeyê ku dê mazûvaniya COP31’ê bike, hişyariyek taybet e.