rojane
-

Kampanyaya Rawestandina Kuştinên Namûsê: Bê azadiya jinan pêşerojeke demokratîk nabe
Bi boneya 4’emîn salvegera şoreşa "Jin, Jiyan, Azadî", Kampanyayê hişyarî da ku di nava şer û krîzan de komkujiyên jinan tên zêdekirin û got: "Li ser axa ku azadiya jinan tê tunekirin, tu carî pêşerojeke demokratîk nayê avakirin."
-

Li sînorê Raperîn 10 jin hatin girtin
Li îdareya Raperîn a girêdayî bajarê Silêmaniye yê 10 jin ku di nav de berpirs û karmendên sazî û dezgehên hikûmetê jî hene hatine girtin. Têkildarî bûyerê heta niha hêzên ewlehiyê tu agahiyek belav nekiriye.
-

Gelê Qamişloyê bang kir: Ew helwest li dijî Peymana 29’ê Çileyê ye
Însiyatîfa Gel li Qamişloyê li dijî biryara hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ku dibêje dersa Zimanê Kurdî heftiyê tenê sê saet bê dayîn, hişyariya “Ew helwest li dijî Peymana 29’ê Çileyê ye” kir.
-

Ji destpêka 2026'an ve li Sûriyeyê hezar û 503 sivîl hatine kuştin
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê di navbera destpêka vê salê û dawiya Tebaxê de li deverên cuda yên Sûriyeyê 2 hezar û 240 mirin tomar kiriye. Çavdêriyê zelal kir ku ev hejmar hezar û 503 sivîlan dihewîne.
-

KJAR’ê bernameya salvegera Şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ eşkere kir
Komelgeha Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR), bi daxuyaniyek bernameya salvegera çaremîn a Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ parve kir û banga mezinkirina têkoşîna hevpar li hemû jinên azadîxwaz, rêxistin û demokratan kir.
-

Li Girtîgeha Zahedanê çar roj in agahî ji girtiyan tune ye
Li girtîgeha Zahedanê çar roj in ji beşa 8’an tu agahî nayê girtin, qutbûna telefonan fikarên li ser jiyana girtiyan zêdetir dike.
-

Desteka jinên Cezayîrî ya ji bo mexdûrên şewatê: Çenteyê Rûmetê
Înîsiyatîfa "Çenteya Rûmetê" ku ji bo jin û keçên ku ji şewatên li bajarên Cezayîrê Jijel û Bejaia zirar dîtine hatiye destpêkirin, armanc dike ku pêdiviyên wan ên bingehîn ên paqijiyê bicîh bîne.
-

-

Sê jinên Cezayîrî di lîstikên Tarantoyê de 3 madalyayên zêr û zîv girtin
Werzişvanên jin ên Cezayîrî di Lîstikên Deryaya Spî yên Taranto 2026’an de, madalyayên zêr û zîv bi dest xistin û dîroka xwe ya serkeftinê dewlemend kirin.
-

Zarokên Koye bi qursên havînê betlaneya xwe dewlemend dikin
Jin û dayîkên Koye, xwe û zarokên xwe di betlaneya havînê de bi rêya perwerdeyan bipêş dixin.
-

Meclîsa Îştar: Li dijî siyaseta şer û qirkirinê, banga jiyana wekhev û azadiyê
Bi pêşengiya Meclîsa Îştarê li Wargeha Mexmûrê bi meşeke meşaleyî 1’ê Îlonê Roja Aştî ya Cîhanê hat pêşwazîkirin. Di çalakiyê de hemleya nû ya bi dirûşma ‘Dem dema Îştarê ye’ hate ragihandin.
-

Li Şamê pîrozbahiya çandî: Stran û mîrata Kurdî hatin pîrozkirin
Li Paytexta Sûriyeyê Şamê saziya Star ya Pêşveçûnê çalakiyeke çandî a berfireh lidarxist. Di çalakiyê de dewlemendiya folklor, stran û mîrata Kurdî hate nîşandan. Her wiha di çalakiyê de tekezî li ser girîngiya piralîbûna çandî hat kirin.
-

SOHR: Li Sûriyeyê di meha Tebaxê de 52 kes bi çekan hatin kuştin
Li gorî daneyên SOHR'ê, di meha Tebaxê de ji ber belavbûna çekan 49 bûyerên kuştinê pêk hatine ku di encamê de 42 mêr, 5 jin û 5 zarok bûne hedef û mirine.
-

Girtîgeha Îranşehrê jî tevlî kampanyaya "Ji cezayê darvekirinê re na" bû
Girtîgeha Îranşehrê jî tevlî kampanyaya "Ji cezayê darvekirinê re na" bû. Kampanya ku di hefteya 136'an de li 62 girtîgehan belav bûye, ragihand ku di navbera 23-29'ê Tebaxê de 2 jê jin, herî kêm 32 kes hatine darvekirin.
-

Zarok û ciwanên bajarê Hesekê li dijî biryara sînorkirina ziman derketin
Zarok û ciwanên Hesekê li dijî kêmkirina demjimêrên perwerdeya bi zimanê dayîkê derketin, diyar kirin ku zimanê wan nasnameya wan e û gotin: "Me bi Kurdî xwendiye û em ê bi Kurdî xwendina xwe bidomînin.”
-

Xelata BETA ya Hunerên Îranê dê îsal bidin Sîma Bîna
Stranbêj, bestekar û lêkolînera muzîka kevneşopî Sîma Bîna ji bo girtina 16'emîn Xelata Hunerên Îranî ya salane li Zanîngeha Stanfordê, hatiye pejirandin.
-

Li Suweydayê 9’emîn Mîhrîcana Kurtefîlman destpê kir
Bajarê Suweydayê bi tevlêbûna temaşevanên mezin, 9’emîn Mîhrîcana Kurtefîlman da destpêkirin. Armanca mîhrîcanê ew e ku piştgiriyê bide jêhatiyên ciwanan û rola sînemaya serbixwe di çareserkirina pirsgirêkên civakî de xurt bike.
-

NY 19’ê Kanûnê wekî "Roja jinên ku li windayên xwe digerin" îlan kir
Desteya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî bi armanca bal kişandina ser têkoşîn û hewildanên jinên ku li xizmên xwe yên winda digerin, 19’ê Kanûnê wek roja navneteweyî îlan kir.
-

Li Mexribê pirsgirêka newekheviyê di lîsteyên hilbijartinê de
Li gel destpêkirina nîşandana namzedan a ji bo hilbijartinên 23'ê Îlonê, Komeleya Pêşbaziya Wekhevî û Hemwelatîbûnê eşkere kir ku ji 92 navçeyan li 60’an jin di serlîsteyan de nîn in. Komele ji bo misogerkirina wekheviyê bang li partiyên siyasî kir.
-

KJAR: Di dîroka têkoşîna gelê Îranê de ‘Jin Jiyan Azadî’ şoreşek rast e
KJAR’ê got: “Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’, di dîroka têkoşînên gelên Îranê de şoreşeke hizrî, fikrî û nûjeniyek rast e. Jinên tekoşer û azadîxwazên Îranê ev çar sal in bê rawestan têdikoşin û ev têkoşîn berdewam e.”