Amed- Xizmên Windayan û ÎHD’a Amedê di hefteya 822’yemîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşûyolû li dar xistin. Gelek kes tev li çalakiyê bûn û wêneyên windayan hatin hildan. Vê hefteyê li aqûbeta Alî Tekdag ê di 13’ê mijdara 1994’an de li Qada Deriyê Çiyê ya Amedê hat binçavkirin û carek din agahî jê nehat girtin, hat pirsîn.
Serokê ÎHD’a Amedê Ercan Yilmaz ewilî di çalakiyê de axivî û bal kişand ser neçareserkirina pirsgirêka kurd û got: “Ji ber ku meseleya kurd nayê çareserkirin bedelên pirr zêde hatin dayîn. Yek ji van bedelan jî windakirina di binçavan de û cînayetên faî ne diyar bûn. Çend roj berê dîsa em tayînkirina qeyûman ji xewê şiyar bûn. Îradeya gelê kurd tune tê hesibandin. Xelk qeyûman protesto dike lê bi awayek hişk û tund mudaxile li welatiyan tê kirin. Em wek ÎHD û xizmên windayan li dijî pêkanîna qeyûman in û dibêjin qeyûman bi paş ve bikişînin.”
Xwişka Alî Tekdag, Îffet Mutaş da zanîn ku birayê wê gelek caran hatiye îşkencekirin û herî dawî wî windakirin û got: “Ez heqê xwe li dewletê helal nakim. Em cenazeyên xwe dixwazin. Dayik û bavê min bi hesreta dîtina birayê min koç kirin. Em ê van kirinan ji bîr nekin. Heta ez sax bim wê destê min di stûyê dewletê de be. Alî û şehîdên din çi ji we kiribûn. Ew şehîdên me ne.”
Endama Komîsyona Windayan a ÎHD’a Amedê parêzer Berfîn Elçî serpêhatiya windakirina Alî Tekdag xwend.
Piştî daxuyaniyê ji bo Tekdag û hemû windayan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.




