Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi çand û zimanê xwe nûjen dibe (1)

Siyaseta perwerdehiya Hikumeta Sûriyê Li Sûriyê ji bilî cudabûna zaravayan li gorî herêmê 15 zimanên ku pê têne axaftin hene. Lê rejîma Baas zimanê hemû netewan di bin yek al, yek ziman û yek rengî de çewisandiye.

Siyaseta perwerdehiya Hikumeta Sûriyê
Li Sûriyê ji bilî cudabûna zaravayan li gorî herêmê 15 zimanên ku pê têne axaftin hene. Lê rejîma Baas zimanê hemû netewan di bin yek al, yek ziman û yek rengî de çewisandiye.
NECAH MEÎŞ
Hesekê - Hikumeta Sûriyê siyaseta xwe ya deshilatdariyê di qada perwerdeyê de dida der. Destpêka çûyîna zarokan a dibistanê bi tirs e. Mamosteyên rejîmê wekî mekîneya bişaftin û hilandinê li gorî rêzikên Partiya Baas reng didan zarokan. Diviyabû her xwendekar di gotina wan de be, sên ji sepandinên wan re bigotana na jî rûbirûyê cezayên tund dihatin. Helbet dibistan cihê perwerdekirinê ye, lê rejîma Sûriyê ji bo domandina deshilatdariya xwe ev yek bikar dianî. Ji bilî zimanê Erebî mamosteyan riya pişaftina hemû zimanan hilbijartibûn. 
Li Sûriyê ji bilî cudabûna zaravayan li gorî herêmê 15 zimanên ku pê têne axaftin hene. Kurdî, Erebî, Çerkezî, Tirkumanî, Suriyanî, Aramî, Aşûriya nû, Azariya başûr(Tirkumaniya niha), Domerî, Qibirdî, Lomabirîn, Milhiso(Ji dema wefata İbrahîm Henna sala 1998'an ve qir bûye), Torî yan Toranî û Aramiya nû ya bakur. Tevî ewqas cudabûna zimanan, hikumeta Sûriyê zimanê hemû netewan di bin yek al, yek ziman û yek rengî de fetisandibû. 
Ji bilî zimanê erebî, hemû zimanên dîtir qedexe bûn
Hemû zarok li ser sirûda niştimanî ya Baas hatibûn rêxistinkirin, her wiha waneya 'Qewmiyê' jî dihat dayîn. Ev wane qala pergala Baas dikir û zarok li ser wê hişmendiyê mezin û rêxistin dikirin. Dibistan weke cihê berdewamiya desthilatdariya xwe didîtin û nedihiştin ku zarok ji wê çarçoveya teng derkeve. Tenê zimanê erebî li ser hemû xwendekaran ferizkiribûn û yên herî zêde zehmetî dikişînin xwendekarên polên 1 û 2 ne. Ji ber ku zarok bi zimanekî dîtir nikare xwe îfade bike û tevbigere.
Bixwîne û ji ber bike
Bi dehê salan, di bin sîwana serweriya vê hikumetê de, ala partiya Baas, wêneyên Esad û peykerên wan li hemû dezgeh, qad û saziyên dewletê heta yên taybet jî, diyar bûn. Ji xwe para mezin ku hikumetê xwe lê dida der saziyên perwerdeyê bûn. Dibistan, zanîngeh û saziyên xwendekaran bi nîşaneyên partiya desthilatdar ên weke al, wêne û peykeran, mohrkirî bûn.  Pirtûkên dibistanan, belgeyên fermî û lênûsên zarokan bi wêneyê Esad û ala Baas hatibû diyarkirin. Diviyabû her xwendekar van bixwîne, bizane û ji ber bike.
Gelê kurd wêje, dîrok û zimanê xwe ji qirkirinê parast
Yên ku herî zêde rûbirûyê zilm û zordariya rejîma Baas hatiye, gelê kurd e. Bi hemû rêbazên qirêj xwest ziman û wêjeya gelê kurd tune bikin û wan di qirkirinê re derbas bikin. Hewildidan hemû zarokên Kurd ku di dibistanên wan de cih digirtin zimanê xwe ji bîr bikin. Zarokekê ku şaş biba û bi Kurdî biaxiviya rûbirûyê lêdanê dihat. Heger zarokê Kurd di hemû qonaxên xwendinê de biserketiba, bi bawernameya wan itîraf nedikirin û ji kar bêpar diman. Kêm Kurd dibûn mamoste yan bijîşk. Heya roja me ya îro jî gelek kes ji ber vê helwestê êşê dikşînin.  
Tevî hemû hewildanên çewisandina ziman, gelê Kurd wêje, dîrok û zimanê xwe ji qirkirina dijmin parast. Bi dizî xwe fêrî tîp û xwendina kurdî dikir. Ji xwe ew jî bi keda helbestvan, nivîskar û rewşenbîrên Kurd bû. Bi nivîs û helbestên xwe zimanê kurdî bi giyan kirin û her kes sûd jê werdigirt.
Sibê: Bi şoreşa 19'ê Tîrmehê re geşedan û pêşketina zimanê Kurdî