Ji berê heta îro parzemîn bi parzemîn têkoşîna jinan- DOSYA (5)

Mîrasa Gabrîela û dema tu li Filîpînan jin bî Li Filîpîna ku dewletek giravê ya li Asyaya Dûr e, têkoşîan jinan bi polîtîkayên mêr ên neolîberal re bi dijwarî dimeşe. Li welatê ku bi hezaran gerîlayên jin ên Maoîst têkoşîna wekheviyê dimeşînin, Partiya Jinan a Gabrîela ku nêzî 200 hezar endamên wê yên çalak hene, ji bo wekheviya zayendî û azadiya jinan, bi pratîka têkoşîneke pir girîng dibe mînak. Gabrîela navê xwe ji mîrasa jina yekem a li welat şerê azadiyê dimeşîne general Gabrîela Sîlang digre. Li welatê ku di her 26 saniyeyan de jinek rastî şîdetê tê, hejmara jinên ku ji ber xizaniyê koçî welaten din dikin ji 4 milyonan zêdetir e. Li welat ji bo dewlemendên rojavayî ‘bazara karkerên zayendî yên zarok’ hatiye avakirin û tê xwestin bi vî yekî ev der ji bo rojhilatê dûr dibe navendek girîng lewre jî fihûş li wê derê pirsgirêka herî mezin e.

Mîrasa Gabrîela û dema tu li Filîpînan jin bî  
Li Filîpîna ku dewletek giravê ya li Asyaya Dûr e, têkoşîan jinan bi polîtîkayên mêr ên neolîberal re bi dijwarî dimeşe. Li welatê ku bi hezaran gerîlayên jin ên Maoîst têkoşîna wekheviyê dimeşînin, Partiya Jinan a Gabrîela ku nêzî 200 hezar endamên wê yên çalak hene, ji bo wekheviya zayendî û azadiya jinan, bi pratîka têkoşîneke pir girîng dibe mînak. Gabrîela navê xwe ji mîrasa jina yekem a li welat şerê azadiyê dimeşîne general Gabrîela Sîlang digre. Li welatê ku di her 26 saniyeyan de jinek rastî şîdetê tê, hejmara jinên ku ji ber xizaniyê koçî welaten din dikin ji 4 milyonan zêdetir e. Li welat ji bo dewlemendên rojavayî ‘bazara karkerên zayendî yên zarok’ hatiye avakirin û tê xwestin bi vî yekî ev der ji bo rojhilatê dûr dibe navendek girîng lewre jî fihûş li wê derê pirsgirêka herî mezin e.
 
Navenda Nûçeyan - Filîpîn ji çend dewlatên giravan pêk tê. Şêniya wê 100 milyon e û ji sedî 90 şêniyên wê Malay in, ji sedî 5 jî ji ber serdema kolonî û nêzîkbûna erdnîgarî pêşiyên wan ji Îspanya, Çîn û Amerîkayê ne. Filîpîn ku wekî welatê afatan tê zanîn, dîroka wê ya siyasî bi rêveberiyên awarte û aloz derbas bûye. Sembola şerê serxwebûnê yê bi salan berdewam kiriye jî jinek e. Marîa Josefa Ca Gabrîela Sîlang di 1731’ê de hatiye dine. Bavê wî koçberê Îspanyayê, dayika wê keça jineke filîpînî ye. 
Mîrasa ku Gabrîela Sîlang hişt 
Gabrîela ku di temenek ciwan de zewicî, hevjînê di şerê li dijî îspanyoliyan de jiyana xwe ji dest da. Gabrîela piştî mirina hevjînê xwe tevli şerê azadiyê dibe û ji ber serkeftinên xwe di demek kurt de bi  gotina ‘general’ tê binavkirin. Gabrîela di 10’ê îlona 1763’yan de, tevli dorpêça Vîganê bû lê dîl ket destên îspanyoliyan û di 20’ê îlona 1763’yan de hat bidarvekirin. Qehramniya Gabrîela ji wê rojê ve ji bo kesên di refên pêş ên şerê azadiyê de cih digrin bû destan û hat vegotin. Piştî şerê cîhanê yê 2’emîn welat azad bû. Generala jin a yekem Gabrîela Sîlang, di nîvê sedsala 18’emîn de li dijî mêtinkariya îspanyol, pêşengiya serhildanê kir ji ber we jî ji jinên filîpînî re mîrasek pir girîng hişt.
 Têkoşîna jinên filîpînî 100 sal in didome
Têkoşîna jinan a li Filîpînan xwedî dîroka 100 salan e. Lê têkoşîna jinan a nîşaneya girîng a dîrokî ye; di 1905’an bi deklerekirina Rêxistina Femînîstên Filîpînê dest pê kir. Jinên girêdayî çîna serdest û navîn vê rêxistinê ava kirin û zêdetir ji bo daxwaza mafên civakî xebat meşandin. Hê di wan salan de û piştre di berxwedana dij emperyalîst de jinên li herêmên gundewar jî roleke diyarker girtin. Di 1971’ê de bi meşa ku ji aliyê Makîbaka (Tevgera Jinên Azad  a Nû ) ya di xeta komunîst de hatibû birêxistinkirin ve, 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê cara yekem hat pîrozkririn.   
Gerîlayên jin 
Li Filîpînan, hêza gerîla ya bi hezaran jinan heye û ev jin di nava NDFP’ê de bi awayê xweser xwe bi rêxistin dikin. Di 1972’yan de bi îlankirina rêveberiya awarte re, ji ber ku rêxistinên girseyî hatin qedexekirin Makîbaka xwe vekişand bin erdê û bû yek ji rêxistinên beşdarî Eniya Demokratîk a Neteweyî (NDFP) ya bi pêşengiya Artêşa Gel a Nû ya Partiya Komunîst a Filîpînan li dijî dîktatoriya Marcos berxwedanê bi rêxistin dike.  
Ji Gabrîela ber bi Partiya Jinan Gabriela ve 
Di 1984’an de, dema li dijî dîktatoriya Marcos berxwedan pir bi pêş ketibû, li welatê giravan ji hemû beşên jiyanê jin li paytext Manîlayê meşeke bi beşdariya 10 hezar kesan li dar xistin. Piştî wê meşa mezin 200 saziyên jinan li hev kom bûn, komîsyona jinan a neteweyî ava kirin û vê komîsyonê, ji bo bîranîna generala jin a yekem Gabrîela Sîlang a li dijî mêtinkariyê pêşengî kir; navê Partiya Jinan a Gabrîela li xwe kir. Sîlang di dîroka serxwebûna Filîpînan de xwedî ciheke girîng e. Îro li gelek qadên Filîpînan peykerên vê jinan şervan hene. Partiya Jinan A Gabrîela jî di şopa Gabrîela de bi gelek rêxistinên jinan ên mezin ên herêmî re li Filîpînan bi sedhezaran jinan re dimeşe. 
 Welatê ku herî zêde karkerên koçber ên jin daye cîhanê 
Li Filîpînan ku di warê polîtîk de rêxistinbûnên muxalif lê pir bi hêz in, ji ber peymanên ku hikumetan bi ÎMF’ê re kirine, welat neçarî xizaniyek pir zêde bûye. Ji ber xizaniyê 7 milyon Filîpînî, ji neçarî ji bo karkeriyê diçin gelek welatên cîhanê. Hejmara zêde ya karkarên koçber jî jin in. Li welatê ku sedî 80’yî gel di sînorê xizaniyê de, ji sedî 40 jî di sînorê birçîbûnê de dijîn, rewşa jinan wekî welatên din ji hejmarên fermî pir zêdetir e.
Di her 26 saniyeyê de jinek şîdetê dibîne 
Xizaniya ji ber pirsgirêkên aborî çêbûye, bêkarî û nebûna perspektîfeke ji bo pêşerojê, bi taybetî li ser herêmên derveyî bandor çêdike. Li Filîpînan ku heta niha du jinan serokomarî kirine, her çiqas di navbera welaten Asyayê de pêşketî were dîtin jî tu nikarî behsa wekheviya navbera zayendan bikî. Li gorî daneyên Partiya Jinan a Gabrîela ku xwedî rêxistineke mezin e û 200 hezar endamên wê yên çalak hene; di her 26 saniyeyê de jinek şîdet dibîne. Bi taybetî li malbatên xizan mirina jin û zarokan ji sedî 20 e. Li welatê Filîpînan jî wekî gelek derên cîhanê bûyerên kuştina jinan zêde ye. 
'Hedefa sektora fihûşê ya navdewletî jinên xizan ên filîpînî ne'
Li Filîpînan qada ku jin herî zêde lê blindest in rewşa jinên koçber û bazirganiya fihûşê ya navdewletî ye. Filîpînî di warê kar de serî dikşînin. Li tevahiya cîhanê li 100 welatan ji 7 milyonî zêdetir filîpînî hemşîre, xizmetkar, deryavan yan jî wekî hunerzan dixebitin. Filîpîniyên li derveyî welatê xwe dixebitin, pere ji xizmên xwe re dişînin û di heman demêde bi milyar dolaran piştgiriya wan ji aboriya welat re çêdibe. Gelek ji wan ji bo mercên nebaş ên li welatê xwe rizgar bibin, çûne welatên din lê yên perwerdeyeke baş nedîtine, bi taybetî ji bo jinan ev çûyîn û lêgerîn bi dafikan dagirtiye.   
Zarok ber bi fihûşê ve diçin  
Jinên ciwan ên filîpînî, bi navbeynkariya ajansan, bi navê ‘hunermendên dika aliyê derveyî’ ji bo ximeta sektora kêf û zewqê dişînin derveyî welat bi taybetî Japonyayê. Ew jin li bar û kulûbên Japonyayê, yan dibin reqas an jî stranbêj lê ev di bazirganiya mirovan de tenê nîn e. Zarokên keçik ên filîpînî yên reşîd bûne li wan deran difroşin muşteriyan û neçarî fihûşê dimînin. Di salê de 80 hezar jinên filîpînî, wekî ‘hunermendên dika aliyê derveyî’ vîze digrin. Ji vana nayê zanîn çend ji wan hunermendiya dikê, çend ji wan jî fihûşê dikin. Gelek ji wan hê reşîd jî nîn in, bi nasnameyên sexte temenê wan mezin tê nîşandan. Jinên filîpînî hê nîvê mehaneya mêran pere digrin û malbatên xizan ji bo xwendina zarokên kur, zarokên keçik feda dikin wan nadin xwendin. Ji ber wê jî zarokên nexwendine nikarin ji xwe re kar bibînin, gelek ji wan ji derveyî firotina bedena xwe tu rêyeke din nabînin. 
 Bandora Dêra Katolîk li ser jiyanê zêde ye  
Dubendiya jin û zarokên neçarî fihûşê mane tenê yek nîn e. Filîpîn ji ber ku Katolîk û hişk e, fihûş lê qedexe ye ji ber wê jî ji tirsa malbatên xwe û civakê veşarî dikin. Lê aliyê din jî yên wan teşwîqê fihûşê dikin malbatên wan bi xwe ne. Ji bo gelek jinên filîpînî rêya ber bi fihûşê ve dibe eynî ye. Gelek ji wan li herêmên derve û xizan hatine dinyayê, bi xwişk û birayên xwe re bi bav mezin bûne, dibistan nexwendine û ji bo di mercên baştir de bijîn di temenê biçûk de reviyane bajaran. Destpêkê bi diziyê çend tiştên bi dest xistine firotine lê dema dîtine têrî nake dest bi fihûşê kirine. Fihûş bi taybetî li derveyî welat bûye endustriyek bi qezenc. Wan jinên ciwan û zarokên keçik ên li bar û kulûban wekî reqas û stranbêj dixebitin, dişînin Japonyayê, di demên dawî de jî dişînin Kore û Malezyayê