Parzemîn bi parzemîn têkoşîna jinan a ji berê heta îro - DOSYA (2)

Ji şoreşê ber bi femînîzmê ve welatê Sîmon ve Olympe: Fransa Beriya şoreşa 1789’an a bi dirûşma “Wekhevî, azadî û edalet dest pê kir; li Fransaya ku yek ji cihên yekem ê tevgera femînîzmê ye, têkoşîna jinan a ji bo jiyan û mirina wekhev dûr û dirêj bû. Gotinên dawî yên Olympe de Gouges a ji ber “Belavoka Mafên Hemwelatî û Jinan” amade kiribû hat bidarvekirin ev bûn: “Bilerizin tîranên modern! Cesareta min dibe sedem ku hûn hovtir bibin.” Sîmone de Bauvaîr a qalibên zayendiya civakî lêpirsîn dikir bi tesbîta “Jin nayê cîhanê dûre dibe jin” rê vekir û teoriya femînêzmê bi pêş xist. Li Fransayê ku li dijî pergala nêr têkoşîn didomiya, rojeva jinan şîdeta zayendî û newekhevî bû. Rojê hema bêje 27 jin rastî tecawizê dihatin û ji nîvî zêdetirê wan koçber bûn.

Ji şoreşê ber bi femînîzmê ve welatê Sîmon ve Olympe: Fransa  
Beriya şoreşa 1789’an a bi dirûşma “Wekhevî, azadî û edalet dest pê kir; li Fransaya ku yek ji cihên yekem ê tevgera femînîzmê ye, têkoşîna jinan a ji bo jiyan û mirina wekhev dûr û dirêj bû. Gotinên dawî yên Olympe de Gouges a ji ber “Belavoka Mafên Hemwelatî û Jinan” amade kiribû hat bidarvekirin ev bûn: “Bilerizin tîranên modern! Cesareta min dibe sedem ku hûn hovtir bibin.” Sîmone de Bauvaîr a qalibên zayendiya civakî lêpirsîn dikir bi tesbîta “Jin nayê cîhanê dûre dibe jin” rê vekir û teoriya femînêzmê bi pêş xist. Li Fransayê ku li dijî pergala nêr têkoşîn didomiya, rojeva jinan şîdeta zayendî û newekhevî bû. Rojê hema bêje 27 jin rastî tecawizê dihatin û ji nîvî zêdetirê wan koçber bûn.
Navenda Nûçeyan - Ji welatên Ewropayê Fransa, cihê ku agirê têkoşîna azadiyê lê vêketiye tê zanîn û di bingeya vê şoreşê de jî her dem jin hebûn. Jinên ku di dîroka ji aliyê mêr ve hatiye nivîsandin de nehatine dîtin, dema ber bi giyotînê ve çûn wan xistin cihê ‘însan’ lê di rûpelên dîrokê de cihê ku heq kirin negirtin. Bi Şoreşa Mezin a Fransayê re jinên ji çînên cuda, ji malên xwe derketin, bûn milîtanên şoreşê û şer kirin. Tevgera femînîst a di pêşengiya jinên ronakbîr ên bûrjûva de bi pêş diket, bi vê yekê bi sînor nema. Femînîstan, ji mîrasa serdema ronesansê sûd wergirtin vê yekê li gorî tekoşîna “Wekheviya jinan” bi teşe kirin û bi ronahî û enerjiya ji şoreşê afirîbû, pêşveçûneke dîrokî pêk anîn. Ronakbîriya jinan a wê demê, bi tevlibûnên komî ya şoreşê aj da, bi avabûna komele û kulûban zêdetir bû. Bi hezaran jinên pêşeng ên di têkoşîna wekheviyê de bi pêş ketin û hem di şoreşa Fransayê ya 1789’an de hem jî piştî wê bûn mînak hene. Ji van jinan Olympe de Gouge û Sîmonê de Beauvaîr tenê du mînak in.  
Şoreşa Fransayê û dengê bi hezaran jinan 
Olympe dema ku di Şoreşa Fransayê de ber bi darvekirinê ve diçû wiha digot: “Bilerizin tîranên modern! Dê dengê min ji kûrahiya gora min were bihîstin. Ji ber cesareta min, hûn hovtir dibin.” Olympe ku wê demê bûbû sembola famînîstan, 2 sal piştî “Belavoka Mafên Hemwelatî û Mirovan” di “Belavoka Mafên Jinan û Hemwelatiyan” de wiha gotibû. Ev tesbîta ku xwedî pêşbîniyek dûr bû, nîşan dida ku Olympe bi “Belavoka Mafên Hemwelatî û Jinan, pir vekirî şoreşa jinan nîqaş dike. Dizanibû ku bi “Belavoka Mafên Hemwelatiyan” jin ji derve tên hiştin û bi gotina ‘însan’ a di belavokê de tenê behsa mêran tê kirin, li dijî eniya desthilatdariya mêr a jinan ji nedîtî ve tê helwest nîşan dida.  
Çalakgera çeleng a şoreşê Olympe de Gouges kî ye?
Olympe de Gouges, di dema şoreşa Fransayê de pir çalak bû. Bi nivîsên xwe yên femînîzmî navdar bû. Di 1791’ê de xwest jinên fransî bi mêrên fransiz re wekhev bin û xwedî heman mafan bin. Li dijî Belavoka Mafên Hemwelatî û Mêran a meclisê amade kiribû, Belavoka Mafên Hemwelatî û Jinan amade kir û weşand. Olympe, di 1748’an de li başûrê Fransayê Montaubanê hatiye dinyayê, bavê wê qesab bû dayika wê jî karên cil û bergan dikir. Malbata Olympe a ji burjuvayên biçûk bû navê Marîe Gouze lê danîbûn. Di 1765’an de bi Louîs Aubry re zewicî lê piştî demek kurt ku hê temenê wê 18 salî bû dev jê berda, li Parîsê bi cih bû û navê Olympe de Gouges li xwe danî. Olypme ya feminist, çalakgera siyasî û nivîskara lîstikan di 3 mijdara 1793’an de ji aliyê Dadgeha Şoreşê ve bi giyotînê hat darvekirin.    
Felsefeya femînîst û Sîmone de Beauvoîr 
Ya ku mîrasa çalakgeriya Olympe dewr girt Sîmone de Beauvor bû. Sîmone yek ji jinên ku di pêla duyem de bingeha femînîzmê avêt. Sîmone ya nivîskar û felsefezan bi vê gotina xwe ya li ser rolên zayendiya civakî tê nasîn: “Em wek jin nayên dinê em paşê bi rola hatî dayîn dibin jin.”  Sîmone Lucîe Ernestîne Marîe Bertrand de Beauvoîr (Sîmone de Beavoîr) li Parîsê di 9’ê çileya 1908’an tê dine. Navê bavê wê Georges Bertrand, navê dayika wê Françoîse (Brasseur de Beauvoîr e. Sîmone dibêje ku ew di malbatek baviksalar de mezin bûye, kesayetiya wê dijberî dayika wê ya pir hişk katolîk bû û bavê wê yê nedihat zanîn çawa ye teşe girtiye. Li Enstîtuya Katolîk perwerdeya matematîkê û li Enstîtuya MArîe Saînte nivîsa bi zimanên biyanî hîn bû. Dûre Li Sorbonnê perwerdeya felsefeyê girt. Di 19 29’an de qeyda wê li Ecole Normale Superîeure hat çêkirin, wê demê Jean Paul Sartre yê li Sorbonnê perwerde didît nas kir. Di 1929’an de bû xwendekara herî ciwan a di felsefeyê de Agregatîonê de serkeftî bû, di xelaskirina dibistanê de bû kesa duyemîn. Her kes dizanibû ku Sîmone di felsefeyê de ya herî baş e yekemînbûnê heq dike lê ji ber ku Jean-Poul Sartre mêr bû ew bûbû yekemîn. Piştî Şerê Cîhanê yê 2’yemîn, di rojnameya Demên Modern a siyasî de xebitî û heta dawiya temenê xwe di wê rojnameyê de edîtorî kir. Sîmone di 14’ê nîsana 1986’an de jiyana xwe ji dest da.
Bû pêşenga pêla duyem 
Piştî Pêla Yekem a Femînîzmê, tevgera feminist têkoşîneke cuda bi pêş xist. Sîmone jî tam di wê demê de bi ragihandinên xwe yên ramanî, li ser pirsgirêkên çandî, civakî û aborî yên di encama şerên yekemîn û duyemîn ên cîhanê de derketibûn sekinî. Sîmone bû yek ji pêşengên femînîstan û rê vekir ku tevgera femînîst li ser bingeha cudahiyan dest bi têkoşînek bikin. Cudahî vê carê bi nêrîna jinan û bi awayek ku qet neketibûn rojevê hatin nîqaşkirin; pênaseya cudakariyê hat kirin û nîqaşên pêla duyem a femînîzmê dest pê kirin. Di wê serdema nû ya ku têgeha wekheviyê ya razber û giştî ya lîberalîzmê dihat nîqaşkirin de, li cihê bi mêran re daxwaza heman mafan, bi giranî li ser nîqaşên cudahiyên zayendî hatiye rawestîn. Hewldana jinan a ji bo guherandina rewşa ne adîl a civakî, bi lêpirsîna rolên zayendî yên kevneperest gihîşt merheleyeke nû. Di wêje, huner, zanist, siyaset,  perwerde û her qada jiyanê de cudakariya zayendî lêhûrbûn çêbû. Femînîstên pêla duyem ji nîqaşên femînîstên pêla yekem derbas bûn û rê li pêşiya nîqaşkirina polîtîkayên cudabûna têkoşîna wekhevî û zayendiya civakî vekirin.
Li hemberî mêtinkariyê derket 
Sîmoneya ku gelek tişt li teoriya feminist zêde kir, di dema şerê serxwebûna Cezayîrê de li dijî pêkanînên mêtinkariya welatê xwe derket. Sîmone de Beauvoîr, ji bo kirinên Fransa yên li Cezayîrê got: “Tu cudahiya vê yekê ji kirinên Naziyan ên li ser netewên din tune ye” û bi vê yekê berteka xwe ya li dijî welatê xwe anî ziman. sîmone, bi navê “Manîfest 121 li dijî şerê mêtinkar, bi awayek çalak têkoşiya, di rêxistinkirinê de cihê xwe girt.  
Berhemên Sîmone de Beauvoir 
Bi romana xwe ya yekem Lînvîtêe (Keça mêvan) 1943, û di berhemên xwe de tezên felsefeya heyînê, pîvan û îdiayên wê bi şîrove û mijarên têkildar piştrast kir. Sîmone di warê ramanî de gelek berhem nivîsîn. Ji wan berheman “Jin çi ye” “Dema xamatiya keçikan” “Dema zewacê, ber bi serxwebûnê ve” “Zayenda duyem” “Hêza temen” “Zordariya nesneyan” hene. 
Di 1970'an de nîqaşên li ser teoriya femînîzmê 
Li Fransayê, bi rêya ku Sîmone vekiribû di 1970’yan de felsefeya feminist pir bi pêş ket. Beşa ku bi navê Teoriyên femînstên Fransayê dihat binavkirin, hem ji ramanên postmodern bi bandor bû hem jî li ser pêşveçûna van ramanan bi bandor bû. Bi awayek din feminism bû sedem ku di nava xwe de astek teorîk pêk bîne û di arîşeyên femînîzmê de guherînan çêbike. Teorîsyenên feminist ên fransî Julîa Krîsteva, Luce Irîgaray û Helene Cîxous, femînîzmê bi ziman sîmgekirin û gotinî de ji nû ve nirxandin û cîhana mêrane ji nûve lêpirsîn kirin. Mijarên bingehîn ên dihatin nîqaşkirin jî ziman, avakirina kirdebûnê, mekanîzmayên zayendî û azwerûyê bûn.  
Her sal 220 jin ji hevjînên xwe şîdetê dibînin 
Li Fransaya ku nîqaşên li ser feminizma akademîk û felsefîk zêde ne pirsgirêkên jinan ên ji ber zîhniyeta mêr her diçe zêde dibin. Di rojeva tevgera jinan a Fransayê de têkoşîna bi şîdetê zagonên mêr re heye. Li Fransayê di encama hewldanên femînîstan de gelek pênaseyên zayendperest ji zagonan hatin derxistin. Li gorî hejmarên dawî yên Saziya Îstatîstîk a Fransayê INSE’yê li Fransayê di salên 2010 û 2014’an de bi giştî milyonek û 200 hezar jin rastî şîdetê hatine. Her sal 220 hezar jin di nava malbatê de şîdetê dibînin lê ji vana tenê ji sedî sisê serî li polîsan didin. Li gorî xebata wezareta karên hundir, di 2012’an de 148 jinan ji ber şîdeta nava malbatê jiyana xwe ji dest dane. Ev jî nîşan dide ku ji sê rojê carek jinek ji aliyê hevjînê xwe ve hatiye kuştin.  
Her sal 10 hezar jin bi îdiaya tecawizê serlêdan dikin 
Jinên koçber zêdetir di xeterê de ne  
Li Fransaya xwedî sermayeya herî mezin a Evropayê, şîdeta li dijî jinan her diçe zêde dibe. Li gorî hikumeta Fransayê, jin di mijarên tecawiz û şîdetê de hê jî bêdeng in, her sal 10 hezar jin (her roj 27 tecawiz) bi îdiaya tecawizê serî li wan dixin lê ev hejmar ne rast e pir kêm e. Li gorî lêkolînên tên kirin, ji nîvî zêdetirê van jinan koçber in. Jinên koçber ên li Fransayê dijîn bi polîtîkayên zayendperest, biçûkdîtin û netewperest pir bi bandor dibin. Li gorî daneyan; li Fransayê jinên afrîkî û misilman ji jinên fransî du qat zêdetir bi xetera şîdet û tecawizê re rûbirû ne. Li fransayê di meha çileyê de piştî ku di êrîşa li dijî kovara Charlîe Hebdo de 12 kesan jiyana xwe ji dest dabûn îslamofobî zêdetir bûye û ji ber vê yekê jinên misilman zêdetir dibin xeterê de ne.