Jinên bi barîkat, artêş û şoreşa xwe dibêjin 'No pasarán' (3)

Jinên 1916'an ên li Îrlandayê li pişt xendekan li ber xwe didan Li Îrlandayê dema Raperîna Paskalya ya di sala 1916'an de destpê kir jin ji bo mafê deng dayînê û wekhevî têdikoşiyan, li hemberî êrîşên leşkerên Îngilîzan bi pêşengiya Fermandar Constance Markievicz barîkat ava kirin û hêzên parastina cewherî ava kirin. Jinên ku li pişt barîkatan li ber xwe didan û teslîm nebûn, bi navê 'Jinên 1916'an derbazî rûpelên dîrokê bûn.

Jinên 1916'an ên li Îrlandayê li pişt xendekan li ber xwe didan
Li Îrlandayê dema Raperîna Paskalya ya di sala 1916'an de destpê kir jin ji bo mafê deng dayînê û wekhevî têdikoşiyan, li hemberî êrîşên leşkerên Îngilîzan bi pêşengiya Fermandar Constance Markievicz barîkat ava kirin û hêzên parastina cewherî ava kirin. Jinên ku li pişt barîkatan li ber xwe didan û teslîm nebûn, bi navê 'Jinên 1916'an derbazî rûpelên dîrokê bûn.
Navenda Nûçeyan - Zîhniyeta baviksalarî dixwest 'Jinên 1916'an bên ji bîr kirin lê di Raperîna Paskalyayê ya 1916'an de wekî şervanên berxwedêr derbasî dîrokê bûn. Raperîn xwedî taybetmendiya di makeqanûnê de mafê jinan hat qebûlkirine, jinên ku ji bo "Îlan kirina Komara Îrlandayê" bi rojan li pişt barîkatan li ber xwe dan, piştî şoreşê rastî zextên zîhniyeta baviksalarî hatin.
Xezala bi hêrs a Raperîna Paskalyayê
Şer Fermandara bi nav û deng a raperînê Constance Markievicz, bi hevalên xwe yên jin re ji bo cîhanek nû şer kirin. Constance Markievicz û xwişka wê Eva, hevala wê ya zarokatiyê û helbestvana Îrlandayê William Butler Yeats, di helbesta xwe ya bi navê "Ji bo bîranîna Eva Gore-Booth û Con Markievicz" bi navê "Xezal" Costance vedibêje. 
Jinên ku mafê dengdayîna xwestin avahiyên hikûmetê dan ber keviran
Constance Markievicz, ku ji malbatek Îrlandayê ya bi esil bi navê Constance Gore-Booth hat dinê, dema ji bo hunerê bi xwîne çû Londrayê, dikeve nava siyasetê û di têkoşîna jinan a ji bo deng dayîna ya navneteweyî de cihê xwe girt. Xwişka Constance Eva di tevahiya jiyana xwe de têkoşiyaye û wekî têkoşer derbasî dîrokê dibe. Constance dema di sala 1903'an de li Parîsê perwerdeya xwe ya hunerî didomand bi Leç kont û hunermend Casimir Markievicz re zewicî. Dema vegeriya Îrandayê tevgera şoreşger a welatparêz nas kir. Constance ya ku wênesaz bû, di nava tevgerên Çanda Galîk, zimanê dayikê û çandê de ku wekî "Dergûşa Raperîna Paskalyayê" derbasî dîrokê bûn cihê xwe girt. Constance ku di sala 1905'an de tevgerên hunermendan bidin sîwana Kluba Hunermendên Yekbûyî de komkir û avakariya wê kir, ji bo bikaranîna jinan a dengan û bi Maud Gonne ku dinava têkoşîna Îrlandayê de cihê xwe girt re di lîstikên ku li Şanoya Abbey dihatin lîstin û bandorek mezin çêdikir de lîst. Di wan rojan de têkoşîna jinan a ji bo dengdayînê bû milîtanî û jinan bi avêtina keviran zirar dan avahiyên hikûmeta Îngilîzan û ji bo dengdayîna jinan têkoşîn meşandin.
Constance ji bo parastina bi çek rêxistina ciwanan ava kir
Constance, di sala 1901'an de yekîneyên Fianna na hÉirrean ku perwerdeya çekê didin xurt û jinên ciwan avakir. Constance, di sala 1911'an de ji ber axaftinek xwe ya li hemberî qralê Îngilîztanê hat girtin û yekem tecrûbeya xwe ya girtîgehê jiya û di sala 1913'yan de tevlî Artêşa Hemwelatiyên Sosyalîst ên Îrlandayê bû. Constance, di sala 1913'yan de  ji bo mafê 20 hezar karkeran ê sendîkayê bi parêze tevlî rêxistinbûna hat avakirin bû, bi hevalên xwe re di qata zemînê ya Dublînê de ku aşxane ava kiribûn ji bo karkeran xwarin amade kir, cilên artêşê çêkirin û sirûda artêşê nivîsand.
Nîsana 1916'an: Raperîna Paskalyayê destpê kir
Di Nîsana 1916'an de, Biratiya Komara Îrlandayê li bajarê Dublînê ji bo raperîna Paskaylayê destpêbike hemû amadekarî qedandibûn. Pêşengiya Biratiyê ku hêza jinan Cumann nam Ban dikir, rêxistinên wekî Dilxwazên Îrlandayê ku ji zilaman pêk dihat, Artêşa Welatiyên Îrlandayê ku ji yekîneyên karkeran pêk dihat anîn ba hev û Artêşa Komara Îrlandayê hat avakirin. Dema di roja destpêka ya Paskalyayê de rêperîn destpê kir û "Komara Îrlandayê hat îlankirin" bi wê re hat îlankirin ku dê jin û mêr xwedî heman mafan bin û dê jin bibin xwedî mafê deng dayînê.
Jinên ku li pişt barîkatan li ber xwe dan teslîmbûn qebûl nekirin
Artêş, 60 kesên ku ji Cumann nam Ban, 40 ji Artêşa Welatiyên Îrlandayê, nêzî 100 jinan û ji sedî 10 jî şervanan pêk dihat. Ligel şervanên jin ên di çeperan de, yekîneyê tipê a ku pêşengiya wê jina siyasetmedar a şoreşger û doktora tipê Kathleen Lynn dikir hatin avakirin. Jinên Dublînê jî li her cihê bajar ku ji aliyê hêzên Îngilîz ve hatibû dorpêçkirin zanist kom kirin û di barîkatan de nobet girtin. Jinan ji destpêka raperînê heta dawiyê li ber xwe dan. Roja ku raperîn destpê kir şervanên ji bilî yekê di hemû çeperên din de cihê xwe girtin. fermandar Éamon de Valera ku xwedî zîhniyetekî baviksalarî bû nehişt ku di çepera ew tê de jin têbikoşin û balkêş bû ku tenê ew çeper nekarî li ber xwe bide. Di dawiya raperînê de gelek berxwedêr teslîm bûn lê 22 jinên di bin fermandariya jina bi navê Rosemary McNamara de yekemîn yekîne ya ku teslîm bûn redkir bû.
Ji şervanan Margaret Skinnider: Ez ji bo wekheviyê tevlî bûm
Margaret Skinnider (Galca ismiyle Mairéad Ní Scinneadora), bîranînên herî nav û deng ên raperînê nivîsand. Margaret, ku li Îskoçyayê hat dinê û li wir mamostatiya bîrkarî dixwend, bi tora têkoşîna jinan a dengdayînê ya navneteweyî raperîn bihîst, tevlî Cumann nam Ban bû û  ji bo çêkirina bombeyan amûr di rêyên qaçax de anîn Dublînê. Margaret, ku bi bisîkleta xwe ji guleyên sekvanan direviya, di raperînê de peywirên wekî; keşif, ragihandin û sekvantiyê bicih anîn. Margaret, destpêkê di berxwedana li parka Stephen's Green û gelek çalakiyên din de cihê xwe girt.
Margaret, di bîranînên xwe de wiha behsa helwesta fermandarê mêr ê li dijî tevlibûna wê bû dikir: "Fermandar Mallin di encamê de ji bo tevlibûna min got 'Erê' lê erêyekî bê dil bû, ji ber ku nedixwest jin rîskên wiha bigirin ser milê xwe. Bersiva min a ji bo vê têgehê jî ew bû ku mafê jinan jî heye ku wekî zilaman jiyana xwe bixin rîskê. Di Komara Îrlandayê de jin û zilam xwedî heman mafanin. Di dîrokê de cara yekemîn makeqanûnek ku mafê jinan ê dengdayînê têde tê naskirin hat nivîsîn." 
Constance bû fermandara pêşeng a raperînê
Constance, di Raperîna Paskalyayê de, yek ji fermandarên mezin a Artêşa Kıomaran Îrlandayê bû. Karê wê yê destpêkê rêveberiya avakirina barîkatên li Dublînê hatin avakirin bû. Constance ku di şerê li parka Stephen's Green dijwar bû perwira fermandariyê girt, bi rojan di hendekên li parkê hatin kolandin de, li hemberî sekvan û artêşa Îngilîztanê li ber xwe da.
Şervanên jin ên wekî Mary Hyland, Lily Kempson, Constance ku bi awayekî veşartî diçûn navenda bajar û êrîşên sekvanî pêk dianîn, xwestin bombe bi avêjin Hotela Shelbourneyê lê di wê demê de Îngilîzan bi ser berxwedanê de girtin. Bi teslîmbûna berxwedêrên li derve re Constance hat binçavkirin û bi 70'ê hevalên xwe yên jin re avêtin hucreyên Girtîgeha Kilmainhamê. Constance ku cezayê darve kirinê lê hat birîn, bi berxwedana xwişka wê Eva Gore-Booth re cezayê darvekirinê veguherandin cezayê girtîgehê yê heta hetayê. Di qeydên Îngilîzan de Contance di dadgehê de wiha dibêje: "Ez jinekî gunehim, hunê çawa jinekî guneh bikujin." Lê gotinên wê yên rast wihane: "Xwezî bi qasî ku hun min bikujin dirûst bûn" bû û serî tu caran ne tewand.
Constance û 'Jinên 1916'an tevlî siyasetê bûn
Constance bi afûya giştî re yekser tevlî siyasetê dibe. Constance di gelek tecrûbeyên girtîgehan re derbas dibe û îmze avêt bin gelek serkeftinên di siyasetê de. Constance, ku jina yekemîn bû ji bo Dublînê temsîl bike biçe Kamaraya Avamê ya Îgilîzan hat hilbijartin, ji bo mêtingeriya hikûmetê boykot bike ev peywir red kir. Piştî şoreşê ji bo meclisa Komara Îrlandayê hilbijartin hatin kirin lê wê demê Constance di girtîgehê de bû û tevlî hilbijartinan nebû, ji bo meclîsa 2'yemîn hat hilbijartin û bû Wezîra Kedê. Bi vê re Constance bû jina ku cara yekemîn li Îrlandayê, li Ewropayê cara duyemîn dibe wezîra dewletê.
'Jinên 1916'an bûn hedef'
Di şerê navxweyî yê Îrlandayê de, jinên ku serxwebûn ji Îngilîzan xwestin bûn hedef. Wê demê li hemberî jinên siyasetmedar gotinên "Xwe winda kirine, yên di hişyariyê dene û bêehlaq" hatin bikaranîn. Kreşên ku ji aliyê Cumann nam Ban ve ji bo xebatên jinên şoreşger hatibûn avakirin rastî serdegirtinên polîsan hatin. Ji bo "Jinên 1916'an" bên ji bîrkirin operasyonên bîrbirinê hatibûn destpêkirin û Constance yek ji wan jinan bû ku di wê demê de hatibû girtin. Constance bi 92 jinên girtî re dikeve gireva birçîbûnê, di encamê de serbest tê berdan, carekdin ji bo meclisê hat hilbijatin lê ji ber bi nexweşiya apandîsîtê dikeve beriya bikeve meclisê jiyana xwe ji dest dide. Constance, ji bo ligel gelê Îrlandayê bimîne, xwest di nexweşaneya dewletê ya ku feqîran bikaranî de bê dermankirin. Constance, di bin çavdêriya hevala xwe û fermandara tipê ya Raperîna Paskalyayê Kathleen Lynn de jiyana xwe ji dest da.
Sibe: Cîhaneke zindî ya jinê: 'Compañerayên Zapatista nê