Ji berê heta îro parzemîn bi parzemîn têkoşîna jinan - DOSYA (4)

Welatê bi şîdeta zayendî dorpêçkirî: Avustralya Avustralya ku welatekî parzemîn e; beriya ku ji aliyê rojavahiyan ve were ‘keşfkirin’ cihekî xwedî jiyana xwezayî bû. Bi mêtinkariya Îngîltereyê re, bû cihek wisa ku bi awayê sîstematîk qirkirin-tecawiz pêkanîna asîmîlasyonê. Mêrên spî, bi alîkariya waliyê mêtinkar, tecawizê bi hezaran jinên aborjînî kirin, jinên spî bi hezaran zarokên keçik ji ber polîtîkayên ‘spîkirinê’ ji malbatên wan û koka wan veqetandin. Li vî welatî hê jî şîdeta zayendî, ji bo jinên spî û xwecihî pirsgirêkek cidî ye û di nav welatên cîhanê yên bûne cihê tecawizê de di rêza 6’mîn de ye. Akademîsyena aborjîn Aîleen Moreton-Robînson, difikire ku honandina ‘Spîtahiyê’ bi şîdeta zayendî ve ji nêz ve girêdayî ye.

Welatê bi şîdeta zayendî dorpêçkirî: Avustralya  
Avustralya ku welatekî parzemîn e; beriya ku ji aliyê rojavahiyan ve were ‘keşfkirin’ cihekî xwedî jiyana xwezayî bû. Bi mêtinkariya Îngîltereyê re, bû cihek wisa ku bi awayê sîstematîk qirkirin-tecawiz pêkanîna asîmîlasyonê. Mêrên spî, bi alîkariya  waliyê mêtinkar, tecawizê bi hezaran jinên aborjînî kirin, jinên spî bi hezaran zarokên keçik ji ber polîtîkayên ‘spîkirinê’ ji malbatên wan û koka wan veqetandin. Li vî welatî hê jî şîdeta zayendî, ji bo jinên spî û xwecihî pirsgirêkek cidî ye û di nav welatên cîhanê yên bûne cihê tecawizê de di rêza 6’mîn de ye. Akademîsyena aborjîn Aîleen Moreton-Robînson, difikire ku honandina ‘Spîtahiyê’ bi şîdeta zayendî ve ji nêz ve girêdayî ye.  
 
Navenda Nûçeyan - Li welatê parzemîn Avustralyayê ji ber ku dereng hat keşfkirin lê xwedî çavkaniyên jiyana xwezayî yên kevn e, pirsgirêka jinan û neteweyan bi hev re girêdayî ne. Bi pêşengiya jinên îngilîz ên bûne parçeyek polîtîkayên spîkirinê, polîtîkayên asîmîlsyonê li ser gelên cihî pêk tînin. Ji berê, heta îro li Avustralyayê aborjîn û jinên xwecihî ji bo neteweyek melez were afirandin sîstematîk rastî tecawizê tên. Jinên spî yên tînin grave jî ji aliyek ve polîtîkayên mêtinkar pêk tînin ji aliyek ve jî ji ber jinbûna xwe rastî êrîşên pergala mêtinkar a mêr tên. Dîroka Avustralyayê, ji ber ku ji polîtîkayên tevlihev ên mêtinkariyê pêk tê, ji bo jinên xwecihî û spî, qet mînakek baş nîn e. 
Tecawiz bû parçeyek qirkirinê
Avustralya ji ber ku bi mêtinkariyê, welatekî parzemînê ye şêniyên wî yên xwecihî bi tunekirinê re rûbirû ne. Herî kêm 40 hezar sal e li Avustralyayê însan dijîn. Destpêkê aborjîn û gelên xwecihî hebûn. Dema ewropî hatin wê derê li wê parzemînê di nava 27 malbatên ziman de di navbera 350 û 750 de zimand dihatin axaftin û milyonek gelê xwecihî xwedî çandeke mezin û pir curehî bû. Bi koçberiya spiyên ku piranî ji Îngiltereyê dihatin û ji sedsala 17’an heta sedsala 19’an zêdetir bû re polîtîkayên mêtinkarî û dagirkeriyê, li Avustralyayê, jiyan û xwezayê texrîb kir. Ên ji vê texrîbatê zêdetir zirarê dîtin jin bûn. Herî kêm 20 hezar aborjîn hatin qetilkirin, şêniya xwecihî ya girava Tazmanyayê bi tevahî hat tunekirin li bajarê Queenslandê jî 10 hezar kes hatin kuştin. Di komkujiyên bi navê “Belavkirin” sedsal berdewam kirin de şêniya xwecih ji bo sporê bûn nêçîr, tecawiz û revandina jinan wekî bûyerên ji rêzê bûn êdî. Jinên dîl ên spî jî ji bo pêdiviya zayendî ya mêrên anîbûn gravê şandibûn. 
Bi hezaran zarokên keçik ji malbaten wan veqetandin 
Di sedsala 19’emîn de piraniya jinên spî yên anîbûn Avustralyayê, wekî şêniyên xwedî rûmet ên spî yên Avustralyayê, ji bo çareseriya pirsgirêkên girtîgehê yên Îngîltereyê ji hikûmxwaran pêk dihatin. Ji sedî 75 hikûmxwarî mêr bûn û di serî de komên hikûmxwarî, tecawiz ji bo hemû aliyên civakê pirsgirêkek mezin bû. Şêniya welat bi piranî heta şerî cîhanê yê duyemîn mêr bûn. Di 1901’ê de Avustralya bi fermî ji Împaratoriya Îngilîz xweser bû “domînyonek” û hema bêje di 1931’ê de azad bû. Pêvajoya netewe dewletbûna Avustralyayê ji bo jinan dereng çêbû û polîtîkayên netewperest sîstematîk bûn. “Avustralyaya spî” bû dirûşma neteweyî ya netewe dewleta nû çêbûbû û bi vê re jî polîtîkayên spîkirinê li ser jin û malbatê hatin pêkanîn. Wê demê dewletê bi polîtîkaya “Avustralyaya spî” koçberiya ji Ewropayê teşwîq kir, ji bo spîkirina (asîmîlekirin) şinêyên li Çîn, Adayên Pasîfîk û komên Aborjîn, polîtîkayên asîmîlasyon û tecawizê bi awayek sîstematîk xist dewrê. Ji Îngîltereyê di pêşengiya jineke zewicandî ya jê re ‘matron’ dihat gotin, komên mezin jinên ciwan û spî li welat hatin bicihkirin.  Di heman demê de bi “Zagona Parastina Aborjînal” 1869, polîtîkayên tunekirina çandên xwecihî û malbatê xistin dewrê û bi deh hezaran zarokên Aborjîn bi zorê ji malbatên wan girtin. Di 1960 û 1970’yî de tevgera Aborjîn ji bo wekheviyê û axa xwe têkoşiyan. Bi referandûma sala 1967’an, dewletê mafên welatîbûnê yên Aborjînan pejirand û cudakariya di zagonan de rakir lê vê yekê newekheviya aborî û civakî ya Aborjîn rojane dijîn bi dawî nekir.  
Ji sisêyan yek jin ciwan dimirin 
Ji armancên girîng ên tevgera Aborjîn, têkoşîna ji bo vegera warên wan û bi taybetî mekanên wan ên pîroz e. Bi taybetî ji ber ku di olên cihî de bûyerên mîtolojîk li ser axê şopa xwe hiştine, mafên tapuyê pir girîng e. Li gorî rêgeza hiqûqî ya dewleta Avustralyayê ku bi “Terranullîus” tê binavkirin û di tevahî dîroka wê de derbasdar e, axa Avustralyayê ji ber ku dema dema spî hatine wê derê girêdayî dewleta desthilatdar nebûye; ji aliyê hiqûqî ve dikare bi fetih û dagirkinê were girtin. Di 1992’yan de bi “Mabodavayê” re di dîrokê Avustralyayê de cara yekem, mafên tepû yên Aborjînan ên ji demên berê mabûn bi awayê fermî hat naskirin û “Terranullius” hat tunekirin. Ji ber wê jî ax û erdên Aborjînan ên bi mekanîzmayên fermî berî bi sedan salan bi komkujî û şîdetê ji wan hatibûn girtin, careke din ketin destên xwediyên xwe. Ji 2011’an ve ji sedî 16 axa Avustralyayê wekî axa cihî di qeydan de cih digire. Ev mekanîzmaya mijara gotinê ji ber di rewşek amade de ye, dozên serkeftî yên tapuyê pir kêm in û gelên cihî bi rehetî nikarin li wir bi cih bibin. Di heman demê de mercên tendirustî û madî yên ji bo gelên xwecih li gorî yên ne xwecih in pir kêm e. Nîvî mêrên aborjîn û ji sisiya yek jin berî bibin 45 salî dimirin. Ji sedî deh temenê mirovên xwecih, li gorî yên ne xwecih in kêmtir e.
Şîdeta zayendî pirsgirêkek lezgîn e 
Di roja me de jî li Avustralyayê şîdeta zayendî ji bo jinan, pirsgirêkekek lezgîn e. Rêjeya êrîşên zayendî yên li Avustralyayê li gorî welatên cîhanê du qat zêdetir e. Li gorî îstatîstîktên dawî yên di 2010’an, zêdebûna tecawizê di cîhanê de di rêza 6’an de ye. Li gorî hejmarên Buroya Îstatîstêkên Avustralyayê ya di 2012’an de ji 5 jinên Avustralyayê yek rastî şîdeta zayendî tê. Di navbera salên 2008-2010’an de hema bêje her hefte jinek yan ji aliyê hevjîn yan jî xizmek xwe ve hatiye kuştin. Pirsgirêkeke din a girîng jî cudakariya li saziyên kar e. Tevî ku ji sedî 50 kesên dixebitin jin in jî newekheviya mûçe ya di navbera yên jin û mêran de ji sedî 24, 7 e.
Aileen Moreton-Robinson: Xwedîderketina li spiyan 
Li Avustralyayê jin hem ji bo nasnameya xwe ya neteweyî hem jî ya zayendî têkoşîna xwe didomînin.  Kadamîsyena aborjîn Îleen Moreton-Robînson, yek ji femînîstên navdar ên ku bi du aliyan têdikoşin e. Alieen Moreton-Robînson, difikire ku honandina ‘spîtahiyê’ û şîdeta zayendî bi hev re girêdayî ne. Aîleen, Quandmolka bi Neteweya Pêşîn re (Bi navê înglîzî Moreton Bay) di malbateke girêdayî gelê Koenpul de hat dinyayê. Alîeen li Zanîngeha Teknolojîk a Queensland de profesora Xebatên Cihî ye. Lêkolîna xwe ya akademîk, li ser afirandina çanda ‘spîbûnê’ dike. Aîleen di heman demê de rêvebera Tora Agahî û Lêkolîna Cihî Neteweyî (NIRAKN) e. Alîeen di temenek mezin de dest bi zanîngehê kir. Aîleena ku jina yekem a xwecih e ji Zanîngeha Frîffîthê doktoraya xwe girt, biryar da ku bi nêrîna jineke xwecih ferzkirinênên Avustralyayê yên der barê jinan lêkolîn bike. Di pirtûka xwe ya bi navê “Talkîn Uptothe Whîte Moman: Aborîgînal Momenand Femînîsm” (Axiftina bi jinên spî re: Jinên aborjîn û feminism) a di sala 2000’î de derket de balê dikşîne ku femînîzma li Avustralyayê çawa bi dizî jinên aborjînî ji nedîtîve hatiye, kirdewarîtiya xwe ya spî afirandiye. Aîleeen dide zanîn ku jinên xwecih ên dîroka dagirkerî û tecawizê jiyane bingehên veşartî lê girîng ên kirdewarîtiya spî ne û dibêje ku di salên dawî de hemwelatîbûn xwe wekî têgeha “xwedîbûnê” dibîne. Aîleen Moreton-Robînson difikire ku honandina ‘spîtiyê’ bi şîdeta zayendî ve ji nêz ve têkildar e. 
'Li her derê cudakarî heye' 
Aîllen, di hevpeyvîna di sala 2007'an de ji radyoya Siyaseta Xwecih re da dibêje ku piştî doza Mabo, gelên spî gotina xwe ya Avustralya ‘welatekî spî ye’ zêdetir anîne ziman. Aîleen, dibêje ku ji ber hêza metinkariya bicihbûyî spîtî wekî ‘xwedîtî’ û ‘mulkiyet’ hatiye dîtin û wiha dibêje: “Hemwelatînûn bi xwe di encamê de têgiheke xwedîbûnê ye.” Alîeen, dibêje ku kirdeya spî û hemwelatî ji ber di pêvajoyên dîroka fetihkirinê de çêbûne û wiha dibêje “Ji ber vê dîrokê û karên ku neqediyane hebûna mirovên xwecih, hebûna ontolojîk a spiyan ji bingehê ve dihejîne û aciz dike.” Aîleen radigihîne ku rûbirûmayîna bi zorî û cudakariyê ya xwecihan û neçarmayîna wan a ji bo xweisbatkirinê; bi rola ‘xwedîtî’ ya spiyan ve giredayî ye û wiha dibêje: “Em mirovên xwecih, her roj rastî helwestên xwedîtiyê yên spiyan tên.”